Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Şanoya sextekariyê yaku amûrên ewlehiyê yên girêdayî rirêmê pêşkêş kirine, wek ku hatibû texmînkirin derket, ji ber ku tenê qebareyek ji kombûn û hilweşîn û sextekariyê bû, û hîn bêhtir rastiya vê rijêmê di stemkarî û serkutkirin û diktatoriya ku li sûriyê ji dehên salan de didome eşkere kir.
Her cara ku rijêm dixwaze şanoyeke serkeftî pêşkêş bike, bicihînana wê vajayî lê vedigere, û dîmenên xwe hîn bêhtir kirêt dike, û careke din xwe riswa dike, û her wêneyek û her dîmenek ji dîmenên ku pêşkêş dike, nîşaneke nû ye ji nîşanên serkutkirin û stemkariya ku li ser xelkê bi kar tîne, xelkên ku di rû û çavên wan de pir tişt hene, tu peyv nikarin wan hestan şirove bikin.
Rabûna serokê rijêmê bi pêşkêşkirina yek ji beşên şanoyê li bajarê Dûma yê ku pîstirîn tawan di riya bikaranîna çekên kîmawî re lê hatine pêkanîn, wek hewildaneke gihandina ziyanê ye bo bi deh-hezarên qurbaniyan yên ku li Gota Şamê di bin gule û bombe û bermîlên rijêmê û çekên wî yên kîmawî de şehîd ketine, bêyî ku civaka navdewletî bilive, an beşekî ji berpisyariyên xwe hilgre.
Vegera tawanbar bo cihekî ji cihên tawanên xwe, nameyeke ku hîn tawan berdewam e, wek amûrekî ji amûrên mana wî, û ew dadweriya navdewletî û biryarên Netewêyên Yekbûyî piştguh dike.
Helwestên dewletan yên tekez kirine ku vê şanoya tawanbar ya nû red dikin, cihê rêzê û spasiyê ne, û wan di riya van pêngavên cidî re, yên ku piştgiriya xebatên sûriyan di riya azadî û demoqrasî û dadweriyê de, hêvî dan sûriyan, û dê di riya bicihînana çareya siyasî re û veguhestina desthilatê bo hikumdariya veguhêz bi tevaya desthilatan li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê 2018 û 2254 misoger bike.
Amûrên raghandinê yên cidî û alavên mediya civakî bi awayekî mezin alîkar bûn, û hîn jî di riswakirina vê şanoya pîs de alîkar in, û ew hêjayî rêz û spasiyê ne, li ser her karê ku di vî warî de pê rabûne.
Helwestên bi hezarên çalakvan û hevkar û kesayetên niştimanî yên sûrî û hizirvanên navdar û kesên xwedan bandor û beşdariya wan di helmeta dijî vê şanoyê li kêleka bisedhezaran ji ciwanên sûriyê di redkirina vê şanoyê de, û beşdariya wan di xwepêşandanên dijî hilbijartinê û rawestanên li seranserî cîhanê cîbicî bûne, bêhtir ji tiştê texmînkirî serkeftî çêkirin, û di riswakirina sextekariya ku rijêmê xwastiye derbas bike de alîkar bûn, hewildanên wan hêjayî spasiyê ne, û em daxwazê ji tevayan dikin ku hîn bêhtir bo riya azadî û rûmeta gelê sûrê hevkarî û xebatê bikin.
Xebata gelê sûrî di şoreşê de berdewam e, ta dadweriyê pêk bîne, û tawanbar û hevalên wî siza bike, û welêt berve sûriya nû bibin, sûriya ku li ser binyada dewleteke sivîl û demoqrasî ava bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
27 gulan 2021