Daxuyaniyeke Rojnamegerî
Ta Niha ew kîna tawankarî ya di 30ê meha Avdara 2011an di gotara Esed de bû, her roj diteqe û û şewatê pêk tîne, û her roj tekez dike ku Sûrî ji serê rejîmê û destekên wê re, tenê sotemenî ye bo mana di desthilatê de, û ew bo vê yekê amade ye dîroka wê a kevin, û niha, û pêşerojê jî bişewitîne.
Ne nû ye, tiştên ku hêzên Esed kirine, dema ku tonêla di bin dîwarê keleha Helebê a dîrokî ya paşmayî a di ser lîsteya cihên keleporê cîhanî de û di Yonîsko de tomarkirî ye teqandin, di encamê de beşek ji dîwarê wê hate xwar. Ev tawan û binpêkirin li gor siyaseta Esed a tawankariyê, wêranê, neguhdana tu nirxên mirovahî û şaristanî rêbazkirî ye, û bi awayekî riswakirî diyar dike ku mana Esed di desthilatê de metirsiyek li ser çarenûsa Sûrî, millet, û şaristaniya wê ye.
Tiştê ku Esed kiriye em şermezar dikin, ji Netwên Yekbûyî dixwazin ku pirsiyariya xwe ya yasayî derbarê sivîlên Sûrî, dewleta Sûrî, û şaristaniya wê hilgre.
Mistefa Oso
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
13ê Tîrmeha 2015an