Daxuyaniyeke Rojanamevanî
Jêderekî berpirs ev daxuyanî da: Ligor raportên pizîşkî û yên meydanî yên ji bajarokê Medaya li gundewarê Şamê tên, ev bajarok di rewşeke mirovî ya gelek xirab de ye, di dema ku rê li pêşiya derbasbûna her alîkariyeke mirovî hatine girtin ji aliyê mîlîşên Hesen Nesirulah û Bişar Esed ve; li hember vê yekê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê van daxwazan dike:
1- Em daxwazê li Netewên Yekgirtî dikin ku rewşa Medaya û Zebedanê û Me’edemiya Şamê (90 hezar sivîl dorpêçkirî ne) wek bobilateke mirovî bipejirîne, û pêwîte biryar bête dan li ser destêwerdaneke navdewletî ya bilez û pêşkêşkirina alîkariyan bi rêkên esmanî heger mîlîşiyan riyên bejayî girtin.
2- Vexwendina Encûmena asayîşê dikin bo gengeşekirina rewşa mirovî li Medaya û li bajarên dorpêçkirî, ji ber ku ew rewş dijî biryarên wê yên berê ye nemaze biryara 2254 ,û bi erkê xwe rabe di rizgarkirina giyanê sivîlan ku zarok û jin di nav wan de hene.
3- vexwendina Komkara Erebî dike bo gengeşekirina vê rewşê bi awayekî awarte di civîna wezîran de di roja yekşemê de (10-01-2016) û standina rêşûnên pêwîst bo bidawîkirina dorpêçkirinê û şermezarkirin û tawanbarkirina wê.
4- Hevbendî daxwazan ji rêxistinên mafên mirov yên navdewletî û desteyên hawarhatinê dike bo alîkariya sivîlên sûriyê yên dorpêçkirî ji aliyê rêjîma Esed û çeteyên Nesirulah ve bi awayekî bêhtir û pêşkêşkirina alîkariyan bi hemû awayên berdest.
Hevbendî hoşyariyê dide: ligor raportên îro yên Hevbendiyê wergirtine; ku rêjeya mirinê di nav zarok û kalan de wê bilind bibe bi sedema nebûna xwarin û şîrê zarokan û dermanên pêwîst bo çareserkirina tayê û nexeeşiyên vegir bi sedema dorpêçkirinê, li hember vê yekê em civaka navdewletî û dostên gelê Sûriyê têxin ber berpirsyaretiyên wan.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê
7 Rêbendan 2016