Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Helmeta ku hêzên rijêma tawanbar û yên dagîrkerê Rûsî û milîsên Îranî li ser bajarok û gundewarê başûrê Idlibê û gundewrê bakur rojavayê Hemayê ji destpêka heyva hizêrana bûrî de pêk tê berdewam e, û bi awayekî metirsîdar gurtir dibe.
Hejmarek mezin ji gund û bajarokên gundewarê Hemayê rastî bombebarana asîmanî û ya topxaneyan bi rengekî hovane hatin, û ji encamê şehîd ketin, zarok jî di nav wan de hebûn.
Rijêm û Rûsiya dixwazin destkeftinên leşkerî li ser zemînê pêk bînin, û rêkeftina kêmkirina şer binpê dikin, bi armanca destdanîna ser zeviyan û koçberkirina nişteciyan, ji ber ku hejmara kesên ku ji deverên xwe di herdû heyvên bûrî de derketine bi hezaran in.
Gurkirin û jihehvkirina eniyan û bikaranîna rêkeftinan, nema tenê bijardeyên tawanbaran in, ji ber ku bijardeya vekirina eniyên şer dê di rûyê xwediyên wê de biteqe, û nirxê wê dê biha be li ser rijêma tawanbar û hevalbendên wê, ji ber ku tu kes nikare bêje ku ew dikare encaman kontirol bike, çi ji aliyê wêrankirinê be an derbiderkirina ku dever rastî wê tê an di warê pêlên penaberiyê yên nû de be.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku rola xwe di dosya Sûrî de bistîne, û berpisyariya yekser hilgire derbarê tiştên çêdibin de, û ji dewletên çalak di Encûmena Ewlekariyê de tê xwestin ku fişarên yekser bo rawestandina helmeta li ser bakur û başûrê Sûriyê bike, û piştgiriya veguhestina siyasî li gor Daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî 2018 û 2254 bike, her weha li gor biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 yaku têde Desteya Desthilatdariya Veguhêz ya bi temamê desthilatên cîbicîkar yên hatine diyarkirin kar bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
09 tebax 2021