Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên rêjîma Esed a tawankar û yên dagîrkariya Rûsiya bi hilmeteka terorîstî ya pêrewkirî radibin li ser gund û bajarokên gundewarê bakurê Himusê, ku têde 13 sivîl şehîd û 30 din birîndar ketin, piraniya wan ji bajarê Elxinto yê li gundewarê Himusê ne, herwiha bajar û bajarokên Elresten û Telbîsê û Tîr mi’la û Elze’iferanê rastî êrîşan hatin.
Herwiha taxa Elwe’ir li Himusê hat bombebarankirin, û têde nexweşxaneya “Elbir” û hin avahiyên nişteciyan hatin bombebarankirin û gelek ziyan û wêrankarî li nexweşxaneyê li paş xwe hiştin, hevdem digel dorpêçkirina asê li ser taxê navhatî û digel belavkirina piropagendeyên xistina tirs û lerzê di nav xelkê wê taxa felaket bi ser de hatiye de.
Di dema Hevbendiya Niştimanî van êrîşan şermezar dike, hevdem tekez dike ku ev êrîş û yên wek wan nikarin îradeya xelkê Sûriyê bişkînin, tevî hemû wêrankarî û mirinê; û Hevbendî hişyariyê dide li ser derencamên xirab yê berdewamiya bêdengiya li hember tawanên rêjîmê û Rûsiya yên li dijî sivîlan û daxwaza rawestandina van tawanan ji heryek ji Yekîtiya Ewropa û Amerîka û ji dostên gelê Sûriyê dike, û herwiha bidawîkirina kiryarên kuştin û wêrankirin û koçberkirinê, û hemû kiryarên ji bona beravêtîkirina derfetên çareseriya siyasî û bidawîkirina êş û azarên gelê Sûriyê dibin.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
20 tebax 2016