Daxuyaniyek Rojnamegerî
Nûçeyên çêbûna yaxiyê li zindana Hema ya anavendî ji aliyê girtiyên sivîl û yên siyasî û gihiştina ketîbeya bi navê (Parastina Ewlehiyê) tê naskirin, tirsnak e.
rewşa xirab a li wir û zexta berdewam ku girûpa ewlehiyê a vê dawiyê rêvebirê girtîgehê li wê zindanê pêk aniye nayê texmînkirin.
Diyar e berdewamiya işkencê, birçîkirinê, zêdebûna lêdan û işkenceya pîlankirî û rêbazkirî derheqê wan hiştiye ev rewş derkeve holê.
Merov nikare tu pîvana ewlehî û baweriyê bide tu sozên ku rejîm di riya operasyona gotubêjkirinê de pêşkêş dike, ku di navbera girtiyên yaxîkar û wî de dibe, ji ber lîsteya wî bi xiyaneta soz û peymanan dagirtî ye.
Hevbendiya Niştimanî ji Civaka Navdewletî dixwaze, pirsyariyên xwe derbarê girtiyên Sûrî di binê zindanên tê de têne girtin hilgire, zextê bi hemû awayan bo berdana wan bike, û parastinek tekûz ji wan re peyda bike.
Hemû rêxistinên pispor ji wan tê xwestin pirsyariyên xwe hilgrin û di serî de Xaça Sor, ku divê nûnerên wê serdana girtîgeha Hema a Navendî bikin, û li rewşa girtiyan bipirsin,heta bighê Encumena Ewlehiyê ku divê şandên navdewletî serdana girtîgeh û zindanên rejîmê bikin, û lêpirsînê di şêweyê karê rijîmê yê ewlehî û fermanên neyasyî û nerewa derheqê girtiyan de bikin .
Herweha divê hercar em di bîr de bînin ku rejîma Esed bêtir ji 200 Hezar welatiyên Sûrî girtine, zarok, jin, û pîremêr jî di nav wan de hene, pirên wan ji berî 4 salan de di girtîgehên dagirtî de ne, û di rewşin nayên tehmûlkirin de ne .
Hevbendiyê, û di gelek helkeftan de bang bo Civaka Navdewletî, û rêxistinên guh didin karubarên azadiyên giştî û mafên mirovan re şandin, lê bê ku tu çare yan alîkariyê ji kesên herî zor li Sûryayê ji destê rejîma Esed li wan hatiye re pêşkêş bikin.
Mihemed Yehya Mektebî
Emîndarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
15ê Tebaxê 2015