Daxwiyanî

Di Bîranîna Komkujiya Mezin ya Dareya de: Pêwîst e Cîhan Tawanbaran Bigire û wan Dadgeh Bike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Li ser destê çeteyên zêrevanên komarî yên Bişar Esed ú firqa çaran ya Mahir Esed û hewalgeriya esmanî û milîsên Hesen Nesirulah, zincîrek ji tawanên hovane li dijî sivílên bajarê Dareya li başúrî Şamê di navbera 22-26 tebaxa 2012 an de hatin pêkanîn, ku Dareya bi xetîra şoreşê tê dîtin û ji aliyên ciwanên wê nemûneyên balkêş yên xebata sivîl ya aştîxwaz û bi rêkupêk hatin pêşkêşkirin. Îro pênc sal li ser wê komkujiya hovane derbas dibin, ya ku têde sivîl bi mebest hatin kuştin, bi firok û gule û bi kêran û serêjêkirinê, ku zêdetir ji 700 sivîlan ji jin ú zarok û binemalan bi tevahî hatin kuştin di komkujiyekê hovane ya kuştinên meydanî de, hevdem ku bi dirêjahiya çend rojan tîmên hawarhatinê rabûn bi rakirina termên qurbaniyan ji bin kavilên xanî ú mizgeftan ú li nav kolanên bajêr. Ev tawan nemûneyek eşkere ye ji tawankariyên banda Esed û berheviya wan li ser pêkanîna tawan û kiryarên hovane ji bo jinavbirina şoreşê, û îro ev bîranîn derbas dibe piştî çend rojan li ser derbasbûna salekî li ser komkujiya çerxê niha ya komkujiyên li Dareya û bajarokên xûta rojhilat, li sala 2012 bikaranîna gaza sarîn ku bú encamê...

Hevpeymaniya Navdewletî û Hevalbendên Xwe Berpirsyar In di Ber Komkujiyên Bajarê Reqa

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Ligor ajansa "Reuters" ku zincîrek ji komkujiyên hovane ji aliyê firokên Hevpeymaniya Navdewletî, bi hevparî ligel milîsên "QSD" li ser bajarê Reqê li mawê 48 demjimêrên borî hatine pêkanîn û têde zêdetir ji 100 sivîlan hatine kuştin. Hevbendiya Niştimanî van tawanan şermezar dike û Hevpeymaniya Navdewletî dibîne berpirsyar li hember ketina qurbaniyan di nav xelkên sivîl de, û wê dibîne berpirsyar li hember encamên bibin bi sedema piştgiriya wê ya berdewam bo milîsên berpirsyar di pêkanîna tawanên şer de. Ku bombebarankirina esmanî û ya bejikê ya bitewş bi dirêjahiya çend heyvên borî li ser bajarê Reqê û gundewarê wê bûye sedemê peydabûna pêlên koçberiyê û peydabûna tirs û ajawegeriyê, hevdem ku hêjî bi deh hezaran sivîl hatine dorpêçkirin li taxên dibin destê rêxistina "DAIŞ" de, û rastî gefên dijwar dibin û ketina di navbera sindanê rêxistina DAIŞ ya terorîst  û çakûçê milîsên "QSD de yên têne piştgirîkirin ji Hevpeyman Navdewletî. Ev tawan dikeve li ser zincîra tawanên şer yên dibin di derheqa sivîlan de yên yasa navdewletî binpë dikin. Ku dijberiya terorê nabe bibe bi rêka armanckirina sivîlan û nabe bi rêka pêşkêşkirina piştgiriyê ji awayên din yên terorê re, ku hîç pêşbîniyek bo dîtina çareseriya siyasî nabe...

Çaremîn Bîranîna Kêmiyabarankirina Xûta Şamê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Îro çar sal di ser komkujiya çerxê 21 re ya li ser destê bendeka Esed bi bikaranîna gaza sarîn li dijî sivîlên Xûta Şamê li sala 2013 an hatibû pêkanîn derbas dibin, bi ketina 1400 şehîdî û bi sedên birîndaran, lê vê çarê bi awayekî cuda û bi xemgîniyek mezintir derbas dibe. Ku îro ne bitenê tawanbar serbest û dûr ji her gef û lêpirsînekê ne, berovajî ku hêjê berdewam in di dubarekirin û kopîkirina tawanên nû, û kêmiyabarankirina bajarokê Xanşîxon yê li gundewarê Idlibê li nîsana sala 2017 an yek ji wan e. Û ta niha ne yên biryarderên tawanê hatine dadgehkirin û nejî pilandanerên wê, û hêjî tawankar hemû serbest in û çi dema bixwazin bi dubarekirina tawanên xwe radibin, zêdeyî vê yekê ew sozên pûç yên derbarê têkbirin û radestkirina cebilxanaya çekên kêmiyayî yên rijêma Esed nehatine cêbicêkirin. Ku Tora Sûrî ya mafê mirov li roja 14'ê vê tebaxê di raportekê de gotibû ku hejmara êrîşên kêmiyayî her ji sala 2011 an û heta niha ne kêmtir in ji 207 êrîşan, ku ji wan 174 êrîş piştî standina biryara 2118 hatine encamdan, ya ku pêwîst bû rêşûn bêne standin ligor benda heftan ya peymannameya NY...

Hevbendiya Niştimanî Operasiyona Tiroristî ya li Ispanya Çêbû Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankariya tiroristî ya ko li bajarê Berşelona çêbû û bi dehan kes kuştin û birîndar kirin pirotesto dike.  Hevbendî piştgiriya xwe ji malbatên qurbaniyan re tekez dike, û ew ji bo şerê li dijî tiroristiyê û zuhakirina kaniyên wê li herderê, herdem amade ye hevkariyê digel desthilata Ispanya bike. Miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe ve kirêtiya tiroristiyê û metirsiya têkçûna di hilkirina wê ji kokê ve dizane, û ew destnîşan dike ku ew operasiyonên lidijî sivîlan aramî û ewlekariyê amanc dikin. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 18.08.2017

Hevbendî Koçkirina Hunermenda Şoreşger û Azadîxwaz Fedwa Silêman Radigihîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê mirina hunermenda azadîxwaz û şoreşger Fedwa Silêman radigehîne, ya ko piştî kêferateke dûrûdirêj bi nexweşiyeke bêçare re derbas kir jiyana xwe jidest da, dûrî axa Sûriyê ya ko wê lê beraberiya zordariya rêjîma Esed û tawankariyên wê kiriye, berî ko neçar ji Sûriyê derveke û li penaberiyê bijî. Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbat hunermenda koçkirî û xortên şoreşa Sûriyê û hevalên wê dike, yên ko bi çûna wê simbolek ji simbolên şoreşa Sûriyê û gulek ji yekem qîrîna azadiyê ve tev li şoreşê bû ji destê wan çû, ew nimûneyeke şoreşgerî ya resen ji yekîtiya niştimanî re pêşkêş kir, wek reseniya miletê Sûrî.  Xwedayê dilovan Fedwa bi dilovaniya xwe şad bike. Serkeftin ji Şoreşa azadî û rûmetê re. Bijî Sûriyê û bijî miletê wê serfiraz û azad. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 17.08.2017

Hevbendî Kuştina Polîsekî li ser Destê Terorîstekî li Stembolê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawana terorîstî ya li Stembolê li roja yekşemê (13 tebaxê) ku têde polîsek Tirk li ser destê terorîstekî ser bi rêxistina "DAIŞ" ya terrorist ve hatibû kuştin şermezar dike. Hevbendî sersaxî û behîdariyên xwe pêşkêş dike ji bo malbata wî polîsî û gel û dewleta Tirkiyê re ya herdem û hêjî li tenişt gelê Sûriyê û şoreşa wî li dijî stemkariyê û sercem şêweyên terorê radiwest e. Hevbendî bizavên xwe yên dijî berdewamiya terorê dupat dike, û carek din destxweşiyê û supasiya sercem hewlên jinavbirina terorê û çavkaniyên wê dike, û di pêşiyê de hewlên ji bo têkbirina desthilata Esed û milîsên terorîst yên Îranê yên hevalbendên Rijêmê. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 15 tebax 2017

Hevbendiya Niştimanî: Nûçeyên Derbarê Girtina Ofîsa Hevbendiyê li Parîsê Red Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Li ser belavbûna nûçeyekê îro (14 tebax) ji aliyê ajansa Sibotinîk ya Rûsî, derbarê daxwaznemeyekê ji hikûmeta Firinsa derbarê daxistina nûnertiya Hevbendiya Niştimanî li Parîsê, Hevbendî vê nûçeyê bi dûr ji rastiyê tekez dike, û hevdem tekez dike ku nûnertî bi karên xwe yên asayî û rojane radibe, û berdewam e di têkiliyên xwe de ligel wezareta derve û serokatiya Firinsa. Hevbendiya Niştimanî ji dezgehên ragihandinê daxwaz dike ku bi wirdî dûvçûna nûçeyên Hevbendiyê û opozisyona Sûrî bikin, hevdem wan han dide ku xwe dûr bikin ji piropagendeyên li ser enternêtê tên belavkirin. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê

Hejmarek ji Şervanan li Der’a şehîd ketin di teqîneke terorîstî de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Roja înê (11 tebax) ji encama teqîneke xwekujî ya terorîstî dijî serbazgehekê li bajarokê Nisîb li gundewarê Der'a, bi dehan şervanên “Cêş Elîslam” şehîd û birîndar ketin. Teqîn ya nîşanên rêxistina DAIŞê ya terorîst bi xwe ve digire, yekser dikeve di qezenca rijêma Esed de û dibe piştevaniyek ji Rijêmê û ji milîsên wê yên terorîst re, DAIŞ ya hevdem alîkar di pêkanîna tawanan de di derheqa gelê Sûriyê de, û ligel Rijêmê bombebarankirinê û bi binpêkirina rêkeftina "kêmkirina tundiyê", bû zêdetir ji 130 caran li heyamê heyvekê dike . Hevbendî behiya malbat û kesukarên şehîd û birîndaran dike, hevdem cextê li ser giringiya dijberiya rêxistina terorîst ya DAIŞê û çeteyên wê dike, û pabendî û hişyariya xwe nîşan dide li dijî sercem hewlên peydakirina ajawegeriyê li navçeyê, hevşan ligel dijberiya hewlên Rijêmê û çete û milîsên wê yên terorîst û hêzên piştevanên wê. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 12 tebax 2017

Tawankariyeke Tirsnak Çêbû, di Encamê de Endamên Berevaniya Sivîl li Sermîn Şehîd Ketin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Tiştê ko îro şembiyê li bajarokê Sermîn li gundewarê Idlib yê rojhilat çêbû tawankariyeke metirsîdar e, ko têde endamên berevaniya sivîl di dema li navenda xwe kar dikirin bûn qurbanî. Di vê Tawankariyê de heft endamên berevaniya sivîl ên ko tevli karê mirovî bûne ji bo sivîlan rizgar bikin şehîd ketin, dema çeteyin tirorist êrîşî navendê kirin û tiştên têde talan kirin. Hevbendiya Niştimanî vê zêdegaviyê pirotesto dike û tekez dike ko ew rewşê dişopîne û çi tiştê jê bê ewê bike ji bo hûrbîniyên tawankariyê derxîne û zikreş û dexisokên ew tewan pêkanîne eşkere bike, û zû be an dereng be ewê têkevin nav destê dadmendiyê û sizayên xwe bibînin, wek her kesê ko tawankarî derheqê sivîlan de li Sûriyê pêk aniye û her kesê ko destê wî bi xwîna bêgunehan bûye. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 12 tebaxa 2017

Serhildana Miletê Sûrî li Dijî Zordariyê Xwe Nû Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê destxweşiyê li tevgera milet dike ya ko înê 04.08.2017 di xwepêşindanan de diyar bû, ew xwepêçandanên pabendiya xwe bi pirinsîbên Şoreşê û amancên wê tekez kirin. Xwepêşindanên ko îro derketin nameyeke bi zimanê Sûrî yê zelal bû, ko tu ravekirin jê re navê, ew helwest bi ala şoreşê diyar bû, ya ko di ser hemû alan re ye, ya ko simbola mafên rewa ye, û rêka azadî û rizgarkirina ji hemû cûreyên stam û zordarî û tundrewî û tiroristiyê nîgar dike. Hevbendî piştgiriya xwe ji xwepêşindanên ko îro derketibûn re tekez dike, yên ko bi hezaran derketibûn da rûyê şoreşê yê diyar biparêzin. Û tekez kir ko miletê Sûrî çi aliyekî napejirîne eger têkeve navbera wî û daxwazên azadî û dadmendî û rûmet û yekîtiya Sûriyê  bi xak û gelê wê ve, ew bijardeya bi tenê ye ya ko Sûriyan razî bike, bi rêjîmeke nû ya azad û dîmuqratî ya rêzê li mirov û azadî û rûmeta wî bigire. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 04.08.2017

Page 86 of 137 1 85 86 87 137

Nûçeyên Dawî