Daxwiyanî

Firokên Rûsiya Komkujiyeke Hovane li Rojavayê Dêrazorê Pêktînin

Daxuyaniyeke Rojanemavî Komkujiyek hovane ji aliyê firokên Rûsiya li bajarokê Eltebenî li rojavayê Dêrazorê hat pêkanîn û têde 15 sivîl şehîd û bi dehan birîndar ketin, ku bi mebest bajarok bi zêdetir ji pênc êrîşên esmanî hat bombebarankirin. Bajarok li berbenga roja pêncşemê (3'ê tebaxê) hat bombebarankirin û tevî kuştinê û wêrankirinê ev yek bû sedema peydabûna ajawegeriyê û neçarkirina sivîlan bo koçber bibin ber bi gundên nêzîk ve ji tirsa bombebarankirina dijwar. Ev tawan dibe xelekeke din ji zîncîra tawanên şer yên şermezekirî yên bi destê dagîrkariya Rûsiya dibin, li dijî sivîlan, bi binpêkirina yasa navdewletî, û ligor pilaneke rêbazkirî, û bêkêriya navdewletî derfet dibîne, ji ber ew tenê bendewar maye ta dagîrkar tawanên xwe di derheqa gelê Sûriyê de bidawî bînin. Û çênabe dijberiya terora rêxistina "DAIŞ" bi rêka kuştina sivîlan be, û herwiha nabe bi rêka piştgiriya rijêma Bişar ya terorîst bibe, ji ber ku rizgariya ji teror û tundrewiyê pêk nayê, berî rawestandina piştgiriya Rijêmê û rawestandina tawanên ji aliyê hevalbendên wê dibin, û yekalîkirina helwesta navdewletî ji vê Rijêmê, ya berpirsyara sereke di ber belavbûna terorê de li Sûriyê û navçeyê , û dadgehkirina wê û hemû palpiştên wê li ser tawanên wan. Hevbendiya Niştimanî...

Helwesta Hevbendiya Niştimanî Ji Peresendinên Siyasî Û Meydanî Li Sûriyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî  (1) Peresendinên dawî li Idlib Peresendinên metirsî û yên mixabinî yên ko li Idlibê çêbûne, di texmînê de bûn ji ber kêmasiya xuyanî ya asta piştgiriya alayên artêşa azad û nekarîna miletê Sûrî bi rêya dezgehên xwe yên siyasî yên rewa artêşeke niştimanî ya yekbûyî damezirîne. Her weha bizavên yekkirina piştgiriyê di rêya yek kanalê re asteng dibin, û di encamê de tiştê me texmîn kir û ji bo wê hişyarî da hemû dewleta eger berdewam bin di van siyasetan çêbû. Tevli wilo jî alavên birêveberiya piştgiriyê hişt ko alayên leşkerî yên opozisyonê bêtir jihev bikevin û çi lêvegera siyasî ji xwe winda kirin ko ji wan re berpirsiyara yasayî û rêkxistinî be û li ser asta piştgiriya alayî ya jihevketî pirogramîn jidil bo rahênan û amadekirinê çênebûn, û çekên ko ji alayan re hatine cûreyê wan nebaş e û hindik hatine beraber yên  ji yên ko tên ji hêzên rêjîmê û milîtanên mehebperest yên piştgiriya rêjîmê dikin re û tiştê ko rêkxistinên tirorist wek Daiş û Nesra bidest dixin Tiştê li Idlib çêbû alayên leşkerî dike ber berpirsiyariyeke niştimanî ji bo tevli artêşeke niştimanî ya yekbûyî bibin dê karûbarê wê ya bingehîn bergîriya herêmên rizgarkirî ji êrîşên...

Ronkirinek Derbarê Yadeştname û Daxuyaniya Mamoste Heysem Elmalih

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Berêz Heysem Elmalih serokê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî li roja 25'ê tîrmeha 2017 yadeştname û daxuyaniyek derbarê Reqê dabû NY û komkara Erebî û Yekîtiya Ewropî û Rêxistina Hevkariya Îslamî, û di daxuyanî û yadeştnameyê de hejmarek boçûn hatibûn ku ne nerîna siyaseta Hevbendiyê ne, û ji ber vê yekê, em tekez dikin ku nerîna Hevbendiyê derbarê wê yadeştname û daxuyaniyê nehatibûn standin û jî bo herdu desteyan ya serokatiyê û ya siyasî nehatibûn pêşkêşkirin. Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 27 tîrmeh 2017

Hevbendiya Niştimanî Kirdeyên “Desteya Tehrîr Elşam” Û Zêdegaviyên Wê di Derheqê Sivîlan de Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê zêdegaviyên “Desteya Tehrîr Elşam” derheqê sivîlan û astengkirin û peyketina wan ta bi kuştina takekesên bêçek pirotesto dike. Hevbendiyê pirotestokirina xwe ji çi zêdegavî li ser alayên şoreşê ji hêla hêzên tundrew ve tekez dike, û çi hêz destê wan di şerê li dijî sivîlan de hebe û pirinsîb û hêviyên miletê Sûrî mandel bike, nabe hîç ew aliyek ji şoreşa Sûriyê be, lê li gora kar û tawaniyên xwe ew li rex rêjîma Esed û piştgirên wê radiweste. Hevbendî li ser giringiya yekbûna hemû alayên artêşa azad di beraberiya hêzên tundrew de sûr e û hemû ramanên li dijî pirinsîbên şoreşa Sûriyê di azadî, dadî û rûmetê de red dike, her weha divê hemû bizav biyek bin ji bo beraberiya tawankariyên rêjîma Esed û hêzên dagîrker û milîtanên tirorist yên piştgiriya wê dikin. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 20.07.2017  

Rûsiya Dagîrkar Sivîlan Armanc Dike Û Komkujiyan Pêk Tîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di çend demjimêrên bûrî de zincîrek ji komkujiyên hovane li Dêrazorê û Reqayê ji aliyê firokên Rûsiya hatin pêkanîn, û têde nekêmtir ji 15 kes li bajarokê 'Eyaş li rojavayê Dêrazorê hatin kuştin û ji wan 10 kes ji malbatekî bûn, tevlî komkujiyeke din li taxa Sêfidewle li Reqayê û herwiha bi dehan şehîd û birîndar ketin di du komkujiyên din de li bajarokên Mi'dan û Zorşemer li gundewarê Reqê Hevbendiya Niştimanî van tawanên armanckirina sivîlan şermezar dike ku yekser û bi awayekî rasterast dibin binpêkirin ji yasa navdewletî re, têde rêxistina DAIŞê wek bihane ji bo yasakirina tawanên xwe yên dijemirov û dijî sivîlên Sûriyê bikar tînin. Tawanên dagîrkariya Rûsiya yên yekser û bimebest dubare dibin bi rêka “pilana hewla bikaranîna nekarîna navdewletî ya ku maye bendewar ta ku dagîrkar pêkanîna tawanên xwe yên di derheq gelê Sûriyê de bidawî bike”! Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 20 tîrmeh 2017

Derbarê Pêşdeçûnên Siyasî Û Rêkeftina Başûr

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û piştî xwendina wê ji rêkeftina başûr re ya li heftê heyvê hatî ragihandin dibîne: 1. Çi alternatîvek ji çareseriya siyasî ya giştgîr re nine, ya ligor biryarên dadvaniya navdewletî, ya ji daxuyaniya Cinêv1 dest pê dike, û bi biryarên navdewletî yên din yên taybet bi Sûriyê bidawî dibe, û Hevbendî pabendiya xwe bi wan biryaran radigihîne û amadehiya xwe li hember berpirsyaretiyên xwe nîşan dide, û dibîne ku hîç mifayek nîne ji berdewamiya danustandinên ligel çareseriyên parçekirî û yên nakevin di çarçovê NY û biryarên wê de. Herwiha nabe mana gelê Sûriyê û nûnerê wê rewa  ji derveyê çarçova rêkeftin û danustandinên girêdayî bi serweriya Sûriyê û paşeroja wê ve bête pesendkirin. 2. Gelê elê Sûrî û şoreşa wî ya li dijî rijêma stimkarî û terorîstiyê, yekem û mezintirîn ziyan li wan bûn ji ber terorê û ji rêxistinên terorîst yên ciyawaz, û artêşa azad û hêzên şoreşê di rûyê hêzên terrorist de derketin wek yên DAIŞê û Rijêmê û milîsên din yên terorîst yên hatine anîn, û li hember wan di şeran de qurbaniyên mezin dan ku heta niha şer li dijî wan berdewam e. Em tekez dikin...

Binpêkirina Rêkeftina Agirbestê Ji Aliyê Hêzên Esed û Firokên Rûsiya ve Berdewam e

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hêzên Rijêmê bi piştvaniya firokên Rûsiya êrîşan dikin bi hewla kontrolkirina navçeya Elhimad li başûrê Sûriyê bi behaneya ku agirbesta vê dawiyê ya li roja (9'ê tîrmehê) ya di navbera Amerîka û Rûsiya de vê navçeyê bi xwe ve nagire. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ev navçeya tê armanckirin bi tevahî di destê artêşa azad de ye, ku li destpêka îsal û piştî şerên dijwar li navçeyên gundewarê rojhilat yên Siwêda û biyabana Sûriyê û tevî Til Mekhol û serbazgeha lêkolînên zanistî ji destê DAIŞ hatibû rizgarkirin. Hevbendiya Niştimanî hemî êrîş û hewlên ji bo kontrolkirina van navçeyan bi behaneya dijberiya DAIŞê şermezar dike, û hevdem hişyariyê dide aliyên agirbesta navborî emze kirine, derbarê bikaranîna van êrîşan li dijî hêzên artêşa azad, û cextê li ser giringiya rawestandina oparesyonan û vekêşana hêzên leşkerî bo navçeyên xwe yên berê dike. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 10  tîrmeh 2017  

Hevbendî Daxwaza Lêkolînek Bilez Dike Derbarê Eşkencedan û Kuştina Penaberên Sûriyê li Libnanê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî tawanên hovane yên li dijî kampên penaberên Sûriyê dibin şermezar dike, ku milîsên hizibulah û yekîneyên artêşa Libnanê û dezgehên ewlehiyê yên di dest hizbulah de rabûn bi desterkirin û eşkencedan û girtina ciwan û kalemêrên kampê, û têde 19 penaber hatin şehîdkirin û mirina 10 penaberên din dibin lêdan û eşkencedanê de, û girtina zêdetir ji 350 penaberên din ku piraniya wan ji kampên navçeya E'rsal bûn. Hevdem ku belgeyên piştrast amaje bi wê yekê dikin ku desthiladên leşkerî yên Libnanê hewl didin bo veşartina van tawanên xwe, û rê digirin li pêş derbasbûna ajansên ragihandinê û herwiha rê li pêşiya karê dezgehên mafên mirov yên xwecihî û navdewletî qedexe dikin, ji bo ew tawan neyên belgekirin û hevdem ku di girtîgehên serbazgehan de rê hatine girtin li pêş pêwendiyên parêzeran ligel girtiyan, û serpêhatiyên sexte ji bo ajansan re tên pêşkêşkirin, ji bo şêwandina raya giştî û neçarkirina kesukarên şehîdan bo veşartina şehîdên xwe bê timamkirina rêşûnên yasayî, û herwiha rê bicarekî hatine girtin li pêşiya desteyên mafên mirov ji bo dîkomîtnekirina doxên veşartinê bi armanca veşartina sedemên rasteqîn yên mirinê. Hevbendî berpirsyaretiyê têxe li ser...

Bi Dehan Şehîd û Birîndar Ketin di Bombebarankirina Gundewarê Siwêda de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Gundên navçeya Elhiqaf li gundewarê rojhilatê Siwêda li roja yekşemê (2'ê tîrmehê) ji aliyê firokên Rijêmê hatin bombebarankirin û têde 16 şehîd û bi dehan birîndar ketin û hin jin jî di nav wan de hebûn, hevdem ligel bombebarankirina navçeya Til Esfer bi bermîlên teqîner bi beşdariya firokên Rûsiya dagîrkar. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî van tawan û êrîşên terorîstî şermezar dike ku rasterast agirbestê û rêkeftina sivikkirina dijîtiyê û herdu biryarên 2268 û 2254 yên encûmena asayîşê binpê dike. Hevbendiya Niştimanî carek din têkşikestina berdewam di warê ferzkirin û sepandina rêkeftinên agirbestê li ser Rijêmê û palpiştên wê riswa û şermezar dike, tevî şermezarkirina binpêkirin û tawanên firokên Rûsiya dagîrkar, ku berdewam êrîşan dikin û perdeyek esmanî bo êrîşên Rijêmê dabîn dikin, û berdewam rêkeftin û biryarên navdewletî binpê dikin. Hevbendî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku bi erkê xwe rabe li hember van tawanan û bikaranîna berdewam ji bermîlên teqîner û napalim û çekên şewtandinê û yên qedexekirî re. Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 3  tîrmeh 2017

Hevbendî: Li E’rsal, Tawan û Binpêkirinên li Dijî Penaberên Sûrî Dibin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî hilmeta êrîşên pêrewkirî yên li roja (30'ê cehzeranê) di derheqa kampên penaber û koçberên Sûrî li navçeya E'rsal li Libnanê şermezar dike, ku têde hejmarek ji penaberan hatin şehîdkirin û bi sedan wek giraw ji aliyê artêşa Libnanê û milîsên Hizibulaha terorîst hatine girtin. Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya parastina penaberên Sûrî li Libnanê têxe li ser milê hikûmeta Libnanê, û hevdem tekeziyê li ser giringiya dadgehkirin û sizakirina berpirsên van tawan û binpêkirinan dike, û di nav de hewlên dibin ji bo koçberkirina wan bi neçarî bo navçeyên din, yan ji bo vegerandina wan bo navçeyên di destê Rijêmê û milîsên terorîst yên alîgirên wê de. Hevbendî daxwaza dabînkirina parastina pêwîst ji bo penaberên Sûrî ligor yasa navdewletî heta vegera wan li welat ji hikûmeta Libnanê dike, û herwiha daxwaza rawestandina bikaranîna terorkirina şermezarkirî li dijî penaberan dike, ya bi bihaneya gihandina ziyanan bo sivîlên bêguneh dibe, û rawestandina girtin û desteserkirina kirêt ya bê hîç rêzgirtinek li pirsên mirovî û yasayî dibe, û li hember rewşa xirab ya penaberên Sûriyê li Libnanê û bi taybetî rewşa niha li navçeya E'rsal, û Hevbendî kar ji bo pêwendiyan ligel komkara...

Page 87 of 137 1 86 87 88 137

Nûçeyên Dawî