Daxwiyanî

Kuştara Zindana Tedmur di Bîranîna 37mîn de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî  Di 27 heyva cehzeranê de sala 1980, di zindana Tedmur de ya li biyabanê li nêzîk bajarê Tedmurê li badiya Sûrî, rêjîmê mezintirîn kuştar derheqê Sûriyan de pêkanî. Hûrbîniyên tekûz yên kuştarê heta roja îro nehatine xuyakirin, lê pêzanînên berdest tekez dikin ko 1100 girtî hatine gulebarankirin û bombeyên destî jî bi destê endamên Seraya Eldîfa’h yên bi ser rêjîmê ve hatine bikaranîn, û rêjîmê li pey wê kuştareke din di 19 çileyê pêşî 1980 pêkanî, têde 120 keç û jinên Sûrî li zindana Tedmur gulebaran kirin û di goreke komel de hatin binaxkirin. Ew kuştarên mezin parek in ji zincîreke kuştarên ko rêjîma malbata Esed derheqê Sûriyan de pêktîne, û hêj jî berdewam e piştî destpêkirina şoreşa Sûrî sala 2011ê , û ev tekez dike ku qehremanên Sûrî xweragir in û bend şikandine û hewildanên rêjîmê û piştgirên wê têkbirin. Miletê Sûrî beraberiya mîratekî tawankarî yê malbata Elesed dikin, ji gava ko Hafiz desthilatdarî û zorbazî kir û heta bigihê tawankariyên wêrisê wî Beşar yê ko derheqê sivîlan de pêktîne. Ev tawankarî û binpêkirin hemû hewcedarî ko bêne aşkerekirin, û navê hemû pakrewan û qurbaniyan bên belgekirin, û berpirsiyar li pêşberî dadgehên daddar bêne dadgehkirin û siza...

Teqînin Tiroristî Sivîlên Idlib Û Gundewarê Wê Amanc Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di roja yekem ji cejna rojiyê destên xwînrêj û tawankar kampaniyeke tiroristî li dijî sivîlên tax û sûkên bajarê Idlib û gund û bajarokên gundewarê wê çend teqîn pêkanîne, ji wan jî mayûn û teqînok, di encamê de bi dehan kes şehîd ketin û birîndar bûne. Hevbendiya Niştimanî van tawankariyên tiroristî yên kirêt ko di 24 demjimêrên borî de çêbûne pirotesto dike, ku bi mebest di roja yekê ji cejnê de sivîl amanc kirine, tako meydanên cejnê bikin cihên tawankarî û kuştin û xwînê. Cejn li pey cejnê xelkên Sûrî ji dêvila pîrozkirina cejnê sersaxiya hev dikin, û hêj destê rêjîma tawankar û rêkxistinên tiroristî serdest û berdayî ne, û sivîlan bi hemû şêweyan amanc dikin, di tunebûna çi rola jidil ya civaka navdewletî û berdewamiya bêçaretiyê di pêrabûna berpirsiyariyên xwe û dîtina çareseriyekê ko tawankariyê rawestîne û mafê gelê Sûrî dabîn bike, û hêvî û daxwazên wî yên rewa di azadî û rûmetê de misoger bike.  Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 26.06.2017

Derbarê Rewşa Girtiyên di Girtîgeha Hema ya Navendî de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê palpiştiya xwe ligel daxwazên girtiyên girtîgeha navendî ya Hemayê tekez dike, û li pêşiyê daxwaza serbestberdana wan ya bilez tevî sercem girtiyên di girtîgehên eşkere û nehînî yên Rijêmî de, û pûçkirina dadgehên bi navê dadgehên terorê û yên meydanî û pûçkirina sercem fermanên wan. Hevbendî cext dike ku pêwîst e, encûmena asayîşa navdewletî rabe bi derxistina biryarek pabendkirî li ser cêbicêkirina van daxwazan ligor tekesta biryara xwe ya berê hejmar 2254 ya li sala 2015 an, herwiha bilez rê bête vekirin li pêş derbasbûna çavdêrên navdewletî li nav girtîgehan bê astengî, û rabe bi her karekê ji bo rizgarkirina jiyana bi dehan û bi sedhezaran girtiyan yên dijîn di girtîgehên tarî yên Rijêmê di baredoxên sosret û xirab de. Hevbendî di heman çarçovê de amaje dike bi raporta rêxistina lêborîna navdewletî ya li heyva reşemehê ku têde aliyek ji tawankariyên hovane yên Rijêmê di derheq girtiyên di girtîgeha Seydneya serbazî de eşkere kiribû, bi pêkanîna kiryarên bidarvekirina bikom û kiryarên qirkirina pêrewkirî di hindur girtîgehê de, ku pêwîst e ew tawan herdem di bîr bînin li dema berçavkirina doseyên girtiyên di girtîgehên Rijêmê de. Hevbendî dupat dike ku fayilê...

Êrîşeke Hovane ya ji Aliyê Rijêmê û Çeteyên Îranê Libin Perdeya Rûsiya li ser Der’a

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bajarê Der'a û gundewarê wî rastî oparesyonekê bi firokên rijêma Esed û yên Rûsiya dagîrkar dibe, bi bikaranîna mûşek û bermîlên teqîner û bombe û napalimê, û duhî roja duşemê li bajarokê Tefis nêzîkî 12 şehîdan û bi dehên birîndaran ketin, tevî hejmarek din ji şehîd û birîndaran ku hêjî hejmara qurbaniyan li kampa Der'a û li navçeyên din zêde dibe. Nûçe tekez dikin ku piraniya taxên rizgarkirî yên Der'a ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya û hêzên bejayî yên milîsên Îranê li çend rojên bûrî bi zêdetir ji 50 bermîlên teqîner û bi dehan mûşek û betlên teqîner hatine bombebarankirin. Hevbendiya Niştimanî vê oparesyon û zêdegaviyê bi tundî şermezar dike, û hevdem dupat dike ku ev êrîşên berdewam dibin binpêkirinên eşkera ji rêkeftina "kêmkirina şer" re, û herwiha tekez dike ku aliyên gerantor berpirsyar in li hember vê binpêkirinê û giringiya rawestandina wê ya bilez Hevbendî bi tundî hişyariyê dide ji encamên xirab yên berdewamiya vê oparesyonê, ku têde hejmarek mezin ji jin û zarokan bûne qurbanî, herwiha di vê oparesyonê de rûberên berfireh ji zeviyên çandiniyê ji aliyê hêzên Rijêmê hatine şewitandin. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 6 cehzeran 2017

Di Gaveke Çaksazkirinê Û Mukumkirina Rewatiyê De Hevbendî Daxwaza Destnîşankirina Nûnerên Siyasî Ji 12 Alayên Leşkerî Dike

Daxuyayaniyeke Rojnamevanî Di çarçoveya pirogramê çaksazîkirinê de yê ko serpereştiya Hevbendiya Niştimanî ya nû  pêşkêş kiriye, ji bo xurtkirina rewabûna Hevbendiyê wek dezgehekê ko nûnerîtiya miletê Sûrî û berevaniya şoreşa wî û mafê wî dike, û wek beşek ji pêngavên tavêje ji bo xurtkirin û diristkirina nûnerîtiyê di Hevbendiyê de, û beşdarkirina hemû pêkhatiyên leşkerî û şoreşgerî û siyasî û xwecihî. Desteya siyasî ya Hevbendiyê komîteke taybet damezirand û danûstandin bi alayên leşkerî re kir, ji bo gotûbêjê bi wan re bike derbarê nûnerîtiya wan ya siyasî di Hevbendiyê de, û 12 alayên leşkerî destnîşan kirine li gora pîvanên ko li ser hatiye lihevkirin, û bi wan re danûstandin çêbû piştî ko ji aliyê desteya siyasî ve hate biryardan, û piraniya wan erê kirin ko beşdar bibin, hêj komît li benda erêkirina yên din e, her weha komek kar damezirand ji bo hevrêzkariya hevbeş di navbera Hevbendiyê û hemû hêzên leşkerî de bike. Di evê pêngava giring de ya ji bo pevgihandina  herdu basikên Şoreşê yê siyasî û leşkerî, û nûnerîtiya alayên leşkerî di Hevbendiyê de xurtir bike, desteya siyasî biryarek bi erêkirina tevahiya endaman stand li gora gotina komîta endametiyê û komîta yasayî, ji bo endametiya firakisyona Erkan bidawî...

Hevbendiya Niştimanî Êrîşa Li Ser Karwanekî Qobtiyan Li Misrê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriya êrîşa terorîst û tirsnak ya îro sibehê li dijî karwanekî sivîlan şermezar dike, ku têde hejmarek mezin tevlî hin zarokan hatin kuştin, dema bi rêka xwe diçûn ber bi bajarê Elmîna li Si'îda Misrê. Hevbendî û bi navê gelê Sûriyê behî û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike, û hevdem hevxemiya xwe ligel birayên xwe li Misrê dupat dike, û vê êrîşa terorîst û sercem êrîşên din yên li dijî sivîlên bêguneh yan her hewleke peydakirina tevliheviyê û tevdana ewlehî û seqamgeriyê li Misrê şermezar dike. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 26 gulan 2017

Hevbendiya Niştimanî Hilmeta Terorîstî Ya Li Dijî Encûmena Niştimanî Ya Kurdî Şermezar Dike Û Daxwaza Dadgehkirina Tawankaran Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Milîsên "PYD"ê di çarçova hilmeta xwe ya terorîstî ya berdewam de; di heftiya bûrî de du endamên Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya li bajarê Hesekê revandin, piştî revandina 3 endamên ENKSê (ku pêkhateyeke sereke ya Hevbendiyê ye), tevî revandina du rojnamevan û peyamnêran ku hêjî çarenivîsa wan ne diyar e. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, kiryarên tepeserî û tawanên metirsîdar yên van milîsan şermezar dike, û hevdem tekez dike ku ew kiryar nayên pejirandin û şermezarkirî ne, û pêwîst e encamdarên wan bêne dadgehkirin. Hevbendî dubare daxwazê ji wan aliyên ku piştgiriyê didin van milîsên tundutîjî û terorê bikar tînin, nemaze di derheqê ENKSê û pêkhateyên wê de , ku li xwe vegerin û fişaran li wan bikin ta ku dest ji kiryar û tawanên xwe yên berovajî daxwaz û berjewendiyên xelkê Sûriyê ne berdin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 23 gulan 2017

Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Daxuyaniya Riyad Dike Û Doza Karakirina Wê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe ji daxuyaniya Riyad û biryarên wê re da û bi taybetî ya damezirandina hevpeymaneke istiratîcî ji bo misogerkirina “Ewlehî û aştiyê” li herêmê û piştgiriya operasiyonên li dijî tiroristiyê, û giring e bilez bin tako bendên daxuyaniyê li gora alavên peyketin yên pêşinyar kirine kartêker bibin. Hevbendî pîroziya qiral Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd kir derbarê serkeftina komcivîn û civînên bi amadebûna serokê Emerîkî çêbûn, û li ser giringiya xalên daxuyaniya Riyad tekez kir bi taybetî yên girêdayî bi kirdeyên rêjîma Îranî yên ko ziyanê dighînin ewlekarî û aramiya herêmê û cîhanê, û berdewamiya wê ya piştgiriya tiroristiyê û tundrewiyê dike. Hevbendî helwestên Erebistana Siûdî bilind dinerxîne û ji dêvla miletê Sûrî ve spasiya bizava Siûdiyê dike, û bihêvî ye ko herdem serkeftî be û bi pêşve biçe û di piştgiriya maf û diristiyê de li her cihî berdewam be. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 23.05.2017

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 22.05.2017

​ Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankarî rol têde têne hevparkirin di navbera rêjîma Esed û rêkxistina Daiş ya tirorist derheqê sivîlên Sûrî de pirotesto kir  û tekez kir ko berpirsiyarî dikeve ser milê rêjîma Esed û çeteyên Îranî yên piştgiriya rêjîma Esed dikin, li ser tiştê ko li Sûriyê dikin ko zordariyê û tiroristiyê dikin, ham dagîr kirine.. Piştî kuştara ko çend sivîl li bajarokê Eqarib Elsafî li gundewarê Hemayê berî du rojan bi destê rêkxistina Daiş têkçûn, çend şehîd û birîndar ketin bi sedema bombebarana berdewam ya li ser bajarê Selemiyê rojhilatê Hemayê bi mûşekên ko endamên rêkxistinê avêtine bajêr. Nûçe diyar dikin ko li herêmê bi sedema tirsê û bêserûberiya ketiye nav sivîlan û operasiyonên tirsdanê û gotgotikên çeteyên rêjîmê belav dikin, derbiderî li herêmê çêbûye, her weha bang ji nexweşxanan tê tako xelk xwîna xwe ji bo birîndaran xwebexş bikin. Hevbendiya Niştimanî dîsa daxwaz dike ji bo damezirandina Hevpeymaneke navdewletî ji cîhana şaristanî tako li himber rêjîma tawankar û yên piştgiriya wê dikin rabe û şerê hêzên tiroristiyê bi hemû şêweyên wan bike. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 22.05.2017  

Hevbendî: Koçkirina Sivîlan Bi Kotekî Ji Şamê Tawankariye Li Dijî Mirovantiyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 15.05.2017 Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankariya koçkirina sivîlan ya bi kotekî ji Şamê pirotesto dike , ew tawankariya ko taxên Şamê yên rojhilat amanc dike ji nav wan jî taxa Berzê û ya Tişrîn û Qabûn ya ko peyapey operasiyonên koçkirina bi kotekî tê de çêbûne. Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev koçkirina kotekî ya sivîlan binpêkirina yasaya navdewletî ye û tawankariyek dijî mirovantiyê ye, û tekez kir ko mafê tu aliyî nîn e ko peymanên koçkirina kotekî imze bike an rewatiyê bidê an danpêdan bike. Hevbendiyê tekez kir ko berdewamiya koçkirina kotekî lidijî cîbicîkirina peymana Estana ye ya ji bo aramkirina rewşê ya ko di navbera aliyên dabînker de û amanca diristî ji paş an ji pêngavên an peymanên ko Rûsya û Îranê hewil didin ko piştgiriya wan bikin, tenê ew alav in ji bo bêtir kuştin û koçkirin û tawankariyan bikin û hewildaneke ji bo piştgiriya helwesta rêjîmê ya li dijî miletê ko doza azadiyê dike Ev operasiyona koçkirina kotekî ya Şamê amanc dike piştî ko xelkên taxên Qabûn, Berzê û Tişrîn yên ko ji çend salan ve hatine dorpêçkirin û rojane bi...

Page 88 of 137 1 87 88 89 137

Nûçeyên Dawî