Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriya êrîşa terorîst û tirsnak ya îro sibehê li dijî karwanekî sivîlan şermezar dike, ku têde hejmarek mezin tevlî hin zarokan hatin kuştin, dema bi rêka xwe diçûn ber bi bajarê Elmîna li Si’îda Misrê.
Hevbendî û bi navê gelê Sûriyê behî û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike, û hevdem hevxemiya xwe ligel birayên xwe li Misrê dupat dike, û vê êrîşa terorîst û sercem êrîşên din yên li dijî sivîlên bêguneh yan her hewleke peydakirina tevliheviyê û tevdana ewlehî û seqamgeriyê li Misrê şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
26 gulan 2017