Li ser daxwaza nûnerîtiya herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî Kurdî doh înê 25.05.2017 girseyek ji penaberên Kurd li kampa Koylan li Hewlêrê derketin xwenîşandanekê, serokê Encûmena Niştimanî Kurdî û endamên nûnerîtiya herêmê û birêveberiya kampê jî beşdar bûn, û tê de kirdeyên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat derheqê miletê Kurd li Sûriyê pirotesto kirin û daxwaza berdana kesên ko revandine ji serpereşt û kadirên Encûmena Niştimanî kirin, û her weha gotin ku divê ev girtin were rawestandin û nema tirsê têkin dilê xwelkê.
Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî birêz Ibrahîn Biro gotinek da û tê de ronî da ser kirdeyên PYD yên tiroristî yên derheqê endam û serpereş û dilxwazên Encûmena Niştimanî Kurdî de dike ji revandin, girtin, avêtina paş sînoran û astengkirina jiyana siyasî û tiştê bi serê xort û keçên me de dike û wan wekû qurbanî li hermênên ne kurdî ji bo xizmeta rêjîmê pêşkêş dike, û Biro tekez kir ko rêjîmê ji berî 60 salî ve hewil dida û têkçû di van siyasetên ku niha PYD dike, lê mixabin PYD di 5 salan de ew armancên rijêmê tevde pêk anîn.
Biro daxwaz ji miletê Kurd û Partiyên piştgiriya vê partiyê dikin kir ko ji kirdeyên wê re hişyar bin û li dijî wê rawestin, her weha Biro hişyarî da dewletên mezin yên ko piştgiriya vê partiyê dikin ji bo şerê Daiş bike, bi vê piştgiriya ji bo tiroristiya Daiş têk bibin tiroristiyeke nû li herêmê diafirînin.
Biro destnîşan kir ko derbasbûna Pêşmergeyan tekez bûye piştî ko hemû peyman di navbera Encûmena Niştimanî û Partiya Yekîtiya Dîmuqrat de têkçûn.
Hêjayî gotinê ye ku Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî bi amadebûna birêz Ibrahîm Biro civîneke awarte roja sêşembê lidar xistin tako çalakî û xwepêşindan û xwenîşandanan li herêma Kurdistanê pêkbînin tako kirdeyên PYD derheqê miletê Kurd de li Sûriyê pirotesto bikin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê