Roja înê 26 gulana 2017 li bajarê Stembolê ahenga imzakirina romana bi navê “Kobanî” ya çalakvan û helbestvan û romannivîs Jan Dost hate lidarxistin.
Aheng bi beşdariyek berfireh ji cemawerê guhdêrên çandê û amadebûna hejmarek ji dezgehên ragihandinê birêve çû. Di destpêkê de birêvebirê ahengê behsa rewşa gelê kurd û bobelata kobanê kir, û çawa Jan Dost bi rengekî wêjeyî ronî daye ser wan derd û birînên gelê xwe û daxwaza yekrêziya kurdan kiriye. Paş re Jan Dost çend parçe ji romana xwe xwendin, û da zanîn ku êş û azara gelê me bi giştî û bi taybetî yên xelkê Kobanî nayê derbirîn bi nivîs û gotinan, û paş re dest bi imzakirina romanê kir.
Tê zanînîn ku Jan Dost yek ji nivîskarên kurd yên Sûrî ye, ji xelkê bajarê Kobanî ye, kedek wî ya baş di warê wêjeyê û siyasî de jî heye, û ta niha bîst berhemên wî yên çapkirî hene û 9 ji wan raman in, û ew wek çalakvanekî siyasî derbarê rewşa Sûriyê kar dike, û bibû şîwirdarê şandyarê navdewletî yê taybet bi rewşa Sûriyê, Alaxder Alibrahîmî, û niha ew li Oropayê dijî û çalakvaniya xwe ya siyasî û karê xwe yê wêjeyî berdewam dike.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeka Ragihandinê Ya Hevbendiyê