Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bajarê Der’a û gundewarê wî rastî oparesyonekê bi firokên rijêma Esed û yên Rûsiya dagîrkar dibe, bi bikaranîna mûşek û bermîlên teqîner û bombe û napalimê, û duhî roja duşemê li bajarokê Tefis nêzîkî 12 şehîdan û bi dehên birîndaran ketin, tevî hejmarek din ji şehîd û birîndaran ku hêjî hejmara qurbaniyan li kampa Der’a û li navçeyên din zêde dibe.
Nûçe tekez dikin ku piraniya taxên rizgarkirî yên Der’a ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya û hêzên bejayî yên milîsên Îranê li çend rojên bûrî bi zêdetir ji 50 bermîlên teqîner û bi dehan mûşek û betlên teqîner hatine bombebarankirin.
Hevbendiya Niştimanî vê oparesyon û zêdegaviyê bi tundî şermezar dike, û hevdem dupat dike ku ev êrîşên berdewam dibin binpêkirinên eşkera ji rêkeftina “kêmkirina şer” re, û herwiha tekez dike ku aliyên gerantor berpirsyar in li hember vê binpêkirinê û giringiya rawestandina wê ya bilez
Hevbendî bi tundî hişyariyê dide ji encamên xirab yên berdewamiya vê oparesyonê, ku têde hejmarek mezin ji jin û zarokan bûne qurbanî, herwiha di vê oparesyonê de rûberên berfireh ji zeviyên çandiniyê ji aliyê hêzên Rijêmê hatine şewitandin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
6 cehzeran 2017