Şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd ligel qunsilê giştî yê Emerîka li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana Îraqê îro sêşembê 06.06.2017 civiya, şanda Encûmenê ji birêz Ibrahîm Biro serokê encûmenê û Siûd Elmele endamê emîndariya giştî û Mistefa Sîno endamê komîta peywendiyên derve pêk hat.
Şanda Encûmena Niştimanî Kurdî li ser rewşa dawî ya Kurdî li Sûriyê axivî û bi taybetî beraberî û astengiyên li himber Encûmenê ji hêla rêjîmê ve tên danîn, û kirdeyên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD û bi taybetî kampanya girtinên dawî ya ko giha hejmareke mezin ji serpereştên Encûmenê ji wan jî endamên emîndariya giştî, hem girtina piraniya nivîsgeh û baregehan bi amanca jiyana siyasî di nav Kurdên Sûriyê de bidawî bike.
Her weha şanda Encûmenê diyar kir ko PYD piştgiriya Emerîkî û ya rojavayî ji çekdarên xwe re ji bo şerê Daiş delîve dike, û kirdeyên wê yên ko Encûmena Niştimanî Kurdî amanc dike û çalakiyên wê yên siyasî û leşkerî qedexe dike.
Her weha şanda Encûmena Niştimanî Kurdî derbarê belgeha çarçoveya cîbicîkirinê ya Desteya bilind ya danûstandinan derxistiye, tekez kir ko ew hêviyên miletê Sûrî bi giştî û yên Kurdan bi taybetî bicih nayine.
Qunsilê Emerîkî Kîn Gros jî tekez kir ko welatê wî piştgiriya kirdeyên PYD nake û piştgiriya leşkerî ya ko jê re pêşkêş dike ji bo beraberiya Daiş li jêr çavdêriyeke xurt ji hêla cûre û qebareya çekên ji wê re têne şandin, tekez kir ko naveroka gotûbêja herdu aliyan dê ji wezareta derve ya welatê wî re bêne guhastin.
Hêjayî gotinê ye Nivîsgeha peywendiyan ya Encûmena Niştimanî Kurdî biryar da ko çendîn hevdîtinan digel qunsilxane û aliyên berpirsiyar û mafên mirovan li herêma Kurdistanê çêbike, tako rewşa Sûrî bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî û astengiyên dibînin û kirdeyên PYD yên tiroristî derheqê endam û serpereştên Encûmena Niştimanî Kurd û miletê Kurd li herêmên Kurdî li Sûriyê ji wan re şirove bike.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê