Daxwiyanî

Hevbendî Armanckirina Baregeha Hikûmeta Demkî Ya Li Îzazê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, teqîna terorîstî ya li dijî baregeha hikûmeta demkî li Îzazê li bakurê Helebê, ku bûye sedema şehîdbûna pênc kesan bi kêmahî tevî birîndarbûna çend kesên din, şermezar dike. Ev kiryara terorîstî hatiye ji bo kospkirina bizavên rijd yên dibin ji aliyê xelkê Sûriyê yên ji bo dubare avedankirina welatê xwe û ev kiryar dikevin di çarçovê armancên hevbeş yên di navbera Rijêmê û girûpên terorîst de, ji bo beravêtîkirina bizavên kargiriyê yên dibin li ser sercem astan ji bo saxbîrîkirina jêrxana bingehîn û dubare vegerandina dezgehên giştî. Hevbendiya Niştimanî, rijêma Esed berpirsyar dibîne li hember sercem şêweyên bindestî û dagîrkerî û teror û wêrankariyê, herwiha dubare daxwaza avakirina hevpeymaneyek navdewletî dike li hember Rijêma tawankar û palpiştên wê, ya kar bike ji bo bidawîkirina wê û sepandina çareseriyek dadperwer û berdewamiya dijberiya hêzên terorîst bi sercem şêweû awayên wê tevî Rijêmê û milîsên mezhebperist. Şikodarî ji şehîdan re Saxî ji birîndaran re Azadî ji girtiyan re Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 3  gulana 2017

Komkujiyên Esed Û Rûsiya Yên Di Derheqê Sivîlên Der’a Tawanên Şer in

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Li beyaniya îro roja yekşemê, firok û hilîkopterên Esed bi piştigiriya Rûsiya komelkujiyeke hovane li dijî taxên nişteciyên Der'a pêk anîn bi bombebarankirina navçeyê bi nêzîkî 15 bermîlên teqîner, û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin, û çavkaniyên pizîşkî amaje bi bilindbûna hejmara şehîdan dikin ku bi piranî jin û zarok in. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez dike ku ev kuştar û kuştarên din dikevin li nav lîsta tawanên şer, ku Rûsiya û Îran li kêlek Rijêmê berpirsyar in di ber van tawanan de, û hevdem daxwaza destpêkirina bilez ji bo rawestandina van tawanan û dadgehkirina encamderan ji civaka navdewletî û encûmena asayîşê dike, nemaze daxwaza rawestandina kiryarên armanckirina nexweşxane û xalên pizîşkî û taxên nişteciyan dike. Ev komkujî tê di çarçovê zêdekirina komelkujiyên hovane de yên bi piştgirî û rêveberiya dagîrkariya Rûsiya bi hemahengiya ligel Rijêmê û Îranê dibin, berî destpêkirina erkên çavrêkirî berî lidarxistina danustandinên Astana û Cinêv, ku gelek gumanan têxe li ser niyazên wan aliyên xwe bi gerantor didin zanîn, hevdem ku piştgiriyê didin hewlên binpêkirina rêkeftina agirbestê, û ev yak berê pirosesa aştiyê dide rêyên girtî. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê...

Rûsya 3 Nexweşxanan Bombebaran Dike Û Hejmara Nexweşxaneyên Wêrankirî Di Heyva Nîsanê De Digehîne 11 Nexweşxanan

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên dagîrkerên Rûsî îro sê nexweşxane li gundewarê Idlib wêran kirine, pir şehîd û birîndar ji sivîlan li pey xwe hiştine. Bi bombebaraneke asmanî bi mûşekên valahiyê, û bi wê êrîşê hejmara nexweşxanên amanckirî di meha nîsanê de giha 11 nexweşxanan.  pêzanînên pêşekî ragihandin ko sibeha pêncşemê firokên Rûsî nexweşxana bajarokê Meeret Zîta û nexweşxana bajarokê Dêr Şerqî li gundewarê Idlib amanc kirin û ji xizmetê derketine, hem jî take nexweşxana meydanî ya li bajarokê Cisrîn li gundewarê Şamê amanac kirine. Nexweşxane amancên rêjîma Esed û ya dagîrkerên Rûs bûn û hîna jî, ko di meha niha de gelek baregehên bijîşkî bi şêweyekî rêbazkirî ko kuştina jiyanê bi tekûzî amanc dike, û tu kes nikar van kiryaran salix bide ji jibilî di çarçoveya tawankariyên li dijî mirovahiyê û binpêkirineke tekûz ji peymana agirbestê û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên hejmar 2268 û 2254. Karmendên  karta tendiristiyê li Idlib û gundewarê wê alozî û dijwaritên mezin dibînin, di dema ku bi riftar û exlaqên xwe yên bilind xizmeteke mirovî ya berdewam pêşkêş dikin tev ko dizanin cîhanê bi tevayî dev ji wan berdaye. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê berpirsiyariya amanckirina nexweşxane û navendên bijîşkî dide ser milê...

Hevbendiya Niştimanî Bi Helkefta Roja Serxwebûnê Pîrozbahiya Gelê Sûriyê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pîrozbahiyê li gelê Sûriyê dike bi helkefta bîranîna salvegea serxwebûnê û derketina dawîtirîn serbazê Firinsa dagîrkar ji axa welat, piştî xebetek cemawerî û siyasî ya dirêj. Ev bîranîn derbas dibe, hevdem ku xelkê Sûriyê dirêjahiyê didin xebata xwe li hember rûbirûbûnên zehmet û metirsîdar, tevî ku 17'ê nîsana 1946an guhrînek bû di dîroka welatê me de, ku şoreşgerên Sûriyê karîn azadiyê û serxwebûna welat bidest bînin û bo binyat bo avakirina Sûriya nû, lê hêjî erkên mezin tên xwestin ji bo ku xelkê Sûriyê xewna xwe bi bidestxistina azadî û rûmet û dadperweriyê pêk bînin. Gelê Sûriyê bi kar û biryar, û bi riya rijdiya xwe li ser armancên xwe yên rewa, berdewam e gav bi gav ji bo bidestanîna serkeftin û azadiyê û bidawîkirina zordestiya rijêma Esed û hêzên dagîrkar û terorîst yên palpiştên Rijêmê. Dilovanî ji şehîdan re Saxî ji birîndaran re Azadî ji girtiyan re Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 17 nîsana 2017

Daxuyaniyek Ji Hevbendiyê Derbarê Helawîstina Encûmena Niştimanî Ya Kurdî Ji Beşdariya Xwe Re Di Geşta 5 An Ya Cinêvê De

Kurd beşek serekî ji pêkhateyên gelê Sûriyê ne, û roleka wan ya berz hebû di tekoşînê de ji bo demokrasiyê li dijî zordestiyê û siyasetên tepeserî û cudahkirin û perawîzkirinê. Gelê kurd her ji destpêka şoreşa Sûriyê bi awayekî çalak û bihêz li tenişt pêkhateyên din yên Sûriyê û hêzên şoreşê rawestiya, herwiha gelek qurbanî dan û bizav kirin ji bo rûxandina rijêma diktatorî ya tawankar û ji bo avakirina dewleteka şaristanî ya demokrat ya têde sercem hemwelatî li ser binemayê hemwelatîbûnê yeksan bin, û têde danpêdan bi mafên netewî yên sercem pêkhateyên netewî misoger bibe, nemaze mafên gelê kurd ku doza wî dozeka niştimanÎ ya pile bilind e. Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya ji hejmarek aliyên siyasî û partî û hêzên lawan û çalakiyên civakî pêk tê, derbirînê ji koka armancên şoreşê û daxwazên wê ji bo pêkanîna rûmet û dad û azadiyê dike û herwiha ji bo parastina yekîtiya Sûriyê ya civakî û cografî û serweriya siyasî û herwiha ku helwestên wê ciyawaz bûn ji helwestên aliyên siyasî yêk kurdî yên din yên xudan pirojeyên taybet yan yên girêdayî bi aliyan ve, herwiha Encûmena Niştimanî ya kurdî û piştî amzekirina belgenameya li yektêgihiştinê bi awayekî çalak di Hevbendiya...

Vîtoya Rûsî Li Encûmena Ewlekariyê Piştgiriya Tawankariyên Esed Û Parastina Tiroristiyê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bikaranîna Rûsya ji mafê redkirin (vîto) re li Encûmena Ewlekariyê, ya derbarê pirojeyê biryarekê ji bo vekolînê di bikaranîna rêjîma Beşar Elesed ji çekên kîmawî re dijî bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib di çarê vê mehê de pirotesto kir. Ev karê nemirovane  piştgiriyê dide tawankaran û wan ji sizayê rizgar dike, hem jî Rûsya karê Encûmena Ewlekariyê têk dibe û li dijî biryara 2118 û bi taybetî movika 3 û ji sozên xwe yên derbarê agirbestê li Sûriyê xwe paş dide, her weha gefê li rola Rûsya di operasiyona siyasî de li Cinêvê dike. Tenê hebûna çekên kîmawî têrê dikirê ko civaka navdewletî ev rêjîm tune bikira, lê ewê çekên kîmawî li dijî sivîlan di du kuştarên mezin de bikar anîne ya Elxûte 2013ê û ya Xan Şêxûn 2017ê û bi dehan rewşên wisa bê ko civaka navdewletî karibe ji dil li himber vê mijarê raweste. Helwesta Rûsî xizmetê ji bo pêkanîna seqayekî ji bo serkeftina danûstandinan nake, lê berevajî ew piştgiriya aliyekî tawankar dike û rê li ber vedike ko bêtirs bêtir tawankariyan bike, hem jî şirîkatiya tawankariyê dike û ew berpirse û navtêdana bikaranîna çekên kîmawî yên...

Hevbendiya Niştimanî Teqînên Terorîstî Li Misrê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, êrîşên terorîstî yên îro roja yekşemê li dijî du dêrên herdu bajarên Iskenderiyê û Tenta li Misrê çêbûn û kuştin û birîndarbûna xelkê Misrê yên bira şermezar dike. Ev tawan hovîtî  û kirêtiya ramanên wan terorîstan diyar dike, nemaze ku wan sivîlên bêguneh di helkefteke olî  de li cihên xwedaperistiyê  armanc  kirine, û ev riftar hovîtiya wan tawankaran dide xuyakirin. Hevbendî  bi navê xwe û yê  gelê Sûriyê rawestana xwe li tenişt gelê Misrê bi sercem pêkhateyên wê ve tekez dike, ji bo li hember tawanên terorîstî derkeve , û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike û saxiya bilez ji birîndaran re dixwaze. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 9   nîsan 2017  

Di Êrîşeke Rûsiya De 20 Şehîd Li Gundewarê Idlibê Ketin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di tawananek hovane de ya nekêmtir ji tawanên rijêma Esed û milîsên Îranê, duhî ji aliyê firokeke Rûsiya de komelkujiyek li dijî gundewarê Idlibê hat pêkanîn.  20 sivîl têde şehîd ketin piraniya wan jin û zarok in. Rûsiya û Îran û Rijêm kîna dilê xwe li dijî sivîlan derdixin, wek bersiv li ser pêgava Amerîka ya awarte ya bombebarankirina firokxaneya Elşi'rat ya ku firokên Rijêmê roja sêşemê (4'ê nîsanê) jê rabûn û Xan Şîxon kîmyabaran kirin. Ev nameya Amerîka ya hatî ji bo sizakirina tawankar , ku ev yekem car e gotinên wê ligel kiryaran dibin yek, pêwîst e Amerîka rê li pêş tolvekirina tawankariya Rûsiya û Rijêm û Îranê û tawanên wan yên berdewam li dijî xelkê Sûriyê bigire, herwiha pêwîst e ev xala wê ya giring nebe derfet bo zêdekirina tawanên xwînrijandina xelkê Sûriyê û binpêkirina yasa navdewletî û piştguhkirina biryarên navdewletî û bikaranîna kiryarên terorîstî di derheqê sivîlan de. Hevbendî dubare daxwaza avakirina hevpeymaniyek navdewletî ji cîhana pêşketî dike, ji bo rûbirûbûna vê rijêma tawankar û piştivanên wê, û kar bike ji bo bidawîkirina wê û ferzkirina çareseriyek siyasî ya dadperwer û berdewamiya dijberiya terorê bi sercem reng û pergalên wê tevî dijberiya Rijêmê û...

Hevbendî Piştgiriya Artêşa Sûrî Ya Azad Li Der’a Dike Û Rêzgirtina Xwe Ji Qurbaniyên Wê Re Diyar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Dîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe ya tekûz ji qehremanên Artêşa Sûrî ya azad re tekez dike, û xweragiriya wan li dijî êrîşên rêjîma Esed û dagîrkerên Rûsî û milîtanên Îranî yên tirorist bilind dinirxîne, û tekez dike ko bêguman rizgarkirina hemû xaka Sûriyê dê pêk were. Şoreşgerên Der'a careke din û ji ber bi hev re yekdest in û bi pirinsîbên Şoreşê û hêviyên miletê Sûrî pabend in, ew dê karibin tiroristiya Esed û dagîrkerên Îranî û Rûsî têk bişikînin. Ev pêşvebirinên dawî yên li Der'a çêbûn, piştî gelek caran binpêkirinên peymana agirbestê, ji aliyê hêzên Esed û milîtanên Îranî yên tirorist û her weha ji hêla Rûsya ya piştgiriya tiroristiyê dike û sîwana siyasî jêre payda dike, û erêkên xwe wek dabînker ji agirbestê re ya ko li Enqerê 29.12.2016ê imze kiriye mandel dike bûn. Serkeftina li taxa Elmenşiyê li Der'a û herêmine din pêkhat, diyar dike ko hemû hewildanên lîstikên dijî viyana miletê Sûrî dê têk biçin. Û çarenivîsa me ne li Rûsya û Îranê tê danîn, lê belê li Sûriyê û li ser xaka wê û bi destê zaroyên wê.  Û erkê civaka navdewletî ye ko yekser bi perpirsiyariyên...

Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Derbên Emerîkî Yên Li Ser Firokxana Elşû’eyrat (Firokxana Mirinê) Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, piştgiriya xwe ji derbeyên Emerîkî yên li ser firokxana Elşû'eyrat ya ko firok jê derketin û tawankariya cengê ya bikaranîna çekên kîmawî li dijî zarokên milet li Xan Şêxûn pêk anîn diyar dike, û dibêne ko ew destpêka nameyên Emerîkî ye, ko cara yekem e gotin û kiryar dibin yek ji bo sizakirina tawankar, û ev kar guherînek e di helwesta Emerîkî de bi derbasbûna wê ji mijara Sûrî re û rênedana wê ji rêjîmê re da tawankariyên xwe û bi bikaranîna çekên kîmawî berdewam bike, berevajî birêveberiya berê . Her weha ev lêdan namayeke xurt bû ji parêzvanên rêjîmê û piştgirên wê re bi taybetî Îran û Rûsya ji bo nema bi çarenivîs û xwîna Sûriyan bileyizin, û nema  hewil bidin Sûriyê kontrol bikin. Emerîka rê nade ko yasaya navdewletî binpê bibe, û guh neyê dan li biryarên navdewletî, û kirdeyên tiroristî di derheqê sivîlan û zarokan de pêk werin. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya birêveberiya serokê Emerîkî Donald Tiramp û bihawarhatina wî ji qîrîna milet û zarokên Sûriyê re dike, her weha dilxweşiya xwe diyar dike ji daxwaza wî ya ji bo pêkanîna hevpeymaneke...

Page 89 of 137 1 88 89 90 137

Nûçeyên Dawî