Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî Daxwaz Dike Ko Li Gora Benda Heftan Firandina Firokên Rêjîmê Qedexe Bibe Û Çek Ji Ser Qut Bibin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko êrîşa kîmawî ya ko firokên rêjîma Beşar yên cengê sibeha sêşembê (4 nîsanê) pêk anîne kirdeyeke tiroristî ye, û şert û mercên biryarên Encûmena Ewlekariyê yên hejmar: 2170, 2178(2014) û 2199 (2015) têde peyda dibin, û ew binpêkirine ji biryarên Encûmena Ewlekariyê re yên: 2209, 2235 û 2254 û daxuyaniya Cinêva 1. Hevbendî daxwaz dike ko Encûmena Ewlekariyê biryarekê li gora benda heftan ji peymana netewên yekbûyî derxe ko tawankariyên rêjîma Beşar û gefên wî li ser jiyana miletê Sûrî û ewlekariya cîhanî bidawî bike, û radestkirin û sizakirina berpirsiyarên ko ferman dane û yên cîbicîkirine û yên piştgiriya wan di vê tawankariyê û yên wek wê de kirine dabîn bike. Û Hevbendî daxwaz dike ko divê biryar yekser firandina firokên rêjîmê bi tekûzî li tevaya Sûriyê qedexe bike, û dosya binpêkirinan û tawankariyên tiroristî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bête şandin digel tewankariyên berê, û divê kujerên ko tawankarî pêk anîne û yên piştgiriya wan kirine  bêne radestkirin bo dadweriya navdewletî û rêjîmê ji hemû çekên giran û qedexe destevala bikin û dana çekan jêre qedexe bikin. Hevbendî tekeziya xwe dîsa dubare dike ko çi...

Esed Tawankariyekê Li Xan Şêxûn Bi Bikaranîna Gazên Jehrînî Pêk Tine Û Piraniya Qurbaniyên Wê Zarok Û Jin In

Daxuyaniyeke RojnamevanîHevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya SûriyêNivîsgeha Ragihandinê04.04.2017Firokên cengê yên rêjîma Beşarê xwînmij, berbanga îro sêşembê, êrîş dane ser bajarê Xan Şêxûn başûrê Idlibê, û mûşekên bi gazên kîmawî yên jehrînî barkirî bikar anîne, û nîşanên li ser nexweşan xuya dikin mîna yên “gaza Sarîn” in, ko bû sedema şehîdkirin û birîndarbûna bi dehan kes (70 şehîd û heta nuha 200 birîndar hene), wêneyên ko ji wir hatine şandin tekez dikin ko tawankariyeke mezin li wir çêbûye mîna ya ko li Xûta rojhilat li Şamê sala 2013ê çêbû ya ko civaka navdewletî ew bê sizakirin buhûrand. Firokên rêjîmê doh dîsa kuştarek derheqê sivîlên Dûma rojhilatê Şamê çêkirin, û 32 kes ji nav wan jin û zarok şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne. Rêjîm dewam dike di bikaranîna gazên kîmawî û jerhrîn yên qedexe, û tawankariyên cengê pêk tîne û herêmên sivîlan bombebaran dike, û peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118, 2209, 2235 û 2254 binpê dike, eger ne ji helwestên navdewletî yên lawaz bana yên ko guh li jiyana sivîlan nakin, rêjîmê newêrîbû ev tawankarî bikirana. Hevbendiya Niştimanî daxwaz dike madeya 21 ji biryara Encûmena Ewlekariyê 2118 kartêker bibe, ya ko dibêje eger rêjîmê pabendî bi...

Hevbendî Bi Helkefta Cejna “Akîto” Pîrozbahiya Siryanên Aşûrî Dike

Daxuyaniyeke Rojbamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi helkefta cejna "Akîto" ya hersal dikeve di yekê nîsanê de, pîrozbahiya Siryan û Aşûriyên Sûriyê û yên li welatên koçberiyê û penaberiyê dike, ku pêwîstiya xelkê Sûriyê bi vê rojê heye ji bo nûkirina jiyan û hêviyên xwe. Siryanên Aşûrî li Sûriyê û li cîhanê ahingê bi sersala Babilî ya Aşûrî dikin û ligor salnameya babilî ku îro yekemîn roja sala 6767ê Babilî Aşûrî ye Îro xelkê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dastana şoreşa xwe tomar dikin ji bo azadî û rizgariya xwe ji diktatoriyê, ew mafê ku wê pêşeroj û paşeroja wan vegerîne, ji ber ku qehremaniyê ji dîroka xwe ya dirêj distînin, bi hêviya ku ku wê paşerojeke geş were, û guman di vê yekê de tune ye. Şikodarî ji şehîdan re Saxî ji birîndaran re Azadî ji girtiyan re Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 1 nîsanê 2017

Rêjîm Dîsa Gazên Kîmawî Bi Kar Tîne Bê Ku Lêpirsîn Pê Re Bibe

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên cengê yên Rêjîma Beşar bi mûşekên bi gazên jehrînî barkirî îro pêncşembê bajarê Elletamina û herêma Elziwar li gundewarê Hemayê amanc kirin, û doh jî taxa Qabûn, û di encamê de bi dehan kes bînçikandî bûn. Bijîşkên gundewarê Hemayê diyar kirin ko tiştê li birîndaran diyar bûne: kef bi devê wan ketiye, û pîpoka çav hûr bûye, û bihnçikîn û çavşewitîn û sistbûna damaran, û bijîşk dibêjin ku ev ji encama bikaranîna heybera “Fosfor” e. Rêjîmê dîsa gazên jehrîn û yên qedexekirî bikar anine, û herêmên sivîlan bi şêweyekî tawankarî bombebaran kirine, û peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118, 2209, 2235 û 2254 binpê kirine. Berdewamiya van tawankarî û binpêkirinan, di heman dema ko çi bersivên guncaw dijî van kirdeyan ji hemû aliyan ve nîn in, dihêle ko Hevbendiya Niştimanî berpirsiyariyê bide ser aliyên sereke yên di Encûmena Ewlekariyê de, û endamên civaka navdewletî, berpirsiyariyek ko digihê asta beşdariyê. Hevbendî dîsa daxwaz dike ko dosya tawankariyên rêjîmê û hevalbendên wê bête şandin bibal dadgeha tawankariyên navdewletî, ji bo dabînkirina sizakirina berpirsiyarên tawankariyên li dijî mirovantiyê û tawankariyên cengê. Û giringiya livandina pêrabûnên dadwerî yên li gor mîkanîzmên Netewên Yekbûyî roja 21.12.2016ê hatine danîn anî ziman,...

Tawankariyeke Rûsî Ya Nû Li Gundewarê Idlibê Qurbaniyên Wê Sivîlên Sûrî Ne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên dagîrkerên Rûsî tawankariyek pêk anîne û di encamê de bi dehan kes şehîd ketine û hin birîndar bûne, piraniya wan derbider in, piştî ko roja çarşembê 29 adarê gundê Eldêr Elşerqî nêzîk bajarê Me’eret Elnu’man başûrê Idlibê amanc kirine. Bombebarana Tawankarî dijî sivîlên ko li ber navendeke firotona nan bûn li bajarok dema ku nan dikirîn. Tê de bombeyên goşeyî lidijî herêmên niştecihan bikar anîne, her weha raportan anîn ziman ko ziyan giha mezargeha “Omer Bin Ebdulezîz” ji ber bombebaranê. Hevbendiya Niştimanî evê tawankariya ko sivîl amanc kirine pirotesto dike, û her weha dubare binpêkirinên berdewam ên Rûsya ji agirbestê re red dike, ew aliyê Rûsî yê ko gerek çavdêrê peymanê be û gerek rêjîm û Îranê pê pabend bike. Tête xuyakirin ko dabînên Rûsya pêşkêş dike ewe ko berdewam kuştaran, koçkirinê  pêk tîne û rizgarkirina tawankar ji sizayan dike. Rûsya sîwanê dide ser hemû binpêkirin û tawankariyên dijî yasaya navdewletî û ew ne amade ye ko bi roleke erênî rabe ji bo agirbest misoger bibe an jî jidil ber bi çareseriyeke siyasî ve li Sûriyê biçe. Em daxwazê ji desthilata Rûsya dikin ko dev ji siyaseta durûtiyê û rola şirîkê pêkanîna tawankariyan berde, û wek berpirsiyarê...

Hevbendî: Koçberkirin Tawaneke Dijmirov e Û Binpêkirina Yasa Navdewletî Ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, carek din bi yekcarî her pilaneka koçberkirina sivîlan ji her navçeyeke Sûriyê red û şermezar dike, û dide zanîn ku ev pilan berovajî yasa mirovî ya navdewletî û biryarên encûmena asayîşê ne, û tawanên dijemirov in, û dibîne ku rawestandina vê pilanê û pirojeyên metirsîdar yên wek wê erkên civaka navdewletî ne. Çi alî nikare pilanên koçberkirin û guhertina demografîk bi rêka çi lîstikan re rewa bike, heger bi çavdêriya Rûsiya bibin yan jî bi pilangeriya Îranê yanjî derfetdîtina bêdengiya navdewletî ya kirêt yan li bin çi behaneyeke din be. Her pilangeriyek, tevî ya tê binavkirin bi "Rêkeftina Kifriya- Elfû'a", dibe beşdarîkirin di guhertina demografîk de û dikeve xizmeta pilanên rijêma Îranê de, bi rêka sepandina zalkirinê li ser navçeyên niştecîkirî û guhertina nasnameya wan ya civakî û mirovî, û ev yek merem û daxwazên Îranê yên rijd didin xuyakirin, ji bo danustandinan bitenê ligel rêxistina Elqa'îdê bike, ku ewjî pilaneke ji bo girêdana şoreşê bi terorê. Ev pirojeyê guhertina demografîk tê wek amadekariyekê ji bo girêdana pilanên guhertina demografîk ligel hewlên beravêtîkirina çareseriya siyasî, ji bo misogerkirina mana Rijêmê li ser desthatdariya Sûriyê, û ji bo bikaranîna qada Sûriyê...

Di Oparesyonên Hevpeymaniyê De Yên Li Ser Reqa Û Gundewarê Wê Bi Sedan Şehîd Ketin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî de yên li ser hin navçeyên sivîlan û ji wan êrîşa li ser xwendingehekê ya bibû penageh bo koçberan li devera Elmensûra li rojavayê Reqa li roja sêşemê 21'ê adarê. Ku di heyamê çend rojên bûrî de firokên Hevpeymaniyê rabûn bi encamdana zincîreka êrîşan û têde hin navçeyên sivîlan jî hatin armanckirin û têde bi sedan sivîl hatin kuştin, û yên ji êrîşan rizgar bûn man bê penageh, tevî ku hêjî hin kes mane di bin kavilan de û hejmara qurbaniyan nehatiye zanîn. Hevbendiya Niştimanî nîgeraniya xwe nîşan dide li hember kuştina sivîlan di şerekî ne giştgîr de li dijî terorê, û daxwaza mizaxtina bizavên zêdetir ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dike ji bo dûrkirina navçeyên sivîlan ji armanckirinên xwe, û bi yekcarî rawestin ji armanckirina navçeyên sivîlan li bin çi behaneykê be, tevlî encamdana lêkolînên rijd derbarê wan êrîşan yên digehêjin astê tawanên şer û tevî gerantîkirina dubarenekirina wan û dadgehkirina berpirsyarên wan êrîşan û di nav wan de yên zanyariyên nedirust didin wan. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyè Ofîsa Ragihandinê 25 adar 2017

Peyama Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Bi Helkefta “Cejna Newrozê”

Gelê Sûriyê yê payedar Neviyên Kawayê Hesinkar yên şerefmend Gelê kurd li her cihekî ahingê bi cejna xwe ya netewî "Newroz" dike, ya her sal dikeve di 21'ê adarê de. Qeder wiha bû ku destpêkirina xetîra şoreşa Sûriyê ya pîroz ya derbasî sala xwe ya heftan dibe, hevdem be ligel cejna Newrozê ya pîroz, ya ku ji serî de nîşana azadî û rizgariya ji stem û zordariyê ye. Ey gelê meyê Sûrî yê hêja, tevlî neviyên Kawayê Hesinkar, yên niha dastanên şoreşgerî li seraserî Sûriyê tomar dikin, û nirxekî giran didin ji bo azadiya xwe û rizgarkirina ji diktatoriyetê, yên ku qehremanî û xweragiriya xwe ji qehremaniya Kawayê Hesinkar digirin yê ku stem û zordariya "Ejdehak" bidawî anî, helbet wê neviyên wî li ser Ejdehakê çerxê, Beşar Esedê terorîst ser bikevin. Bi vê helkefta pîroz, bi navê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, Em pîroztirîn pîrozbahiyan dişînin ji gelê Sûriyê bi giştî re û nemaze ji gelê kurd re, û em bihêvî ne ku xetîra azadiyê ya bi destê Kawa hatî bilindkirin li Newrozê, wê nêzîk li seraserî Sûriyê bilind bibe û wê gelê me rizgar bibe ji Rijêma zordestî û koletiyê, û welatekî demokrat û firealî û şaristanî ava bibe, têde danpêdan...

Peyama Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Bi Helkefta “Cejna Newroz”ê

Gelî roleyên gelê Sûriyê yê mezin Neviyên Kawayê Hesinkar yên şerefmend Gelê kurd li her cihekî ahingê bi cejna xwe ya netewî "Newroz" dike, ya her sal dikeve di 21'ê adarê de. Qeder wiha bû ku destpêkirina xetîra şoreşa Sûriyê ya pîroz ya derbas dibe di sala xwe ya heftan de hevdem be ligel cejna Newrozê ya pîroz, ya ku li radeya yekê bi xwe nîşana azadiyê û rizgariyê ye ji stem û zordariyê. Ey gelê meyê Sûrî yê hêja û neviyên Kawayê Hesinkar, yên niha dastanên şoreşgerî li seraserî Sûriyê tomar dikin, û nirxekî giran didin ji bo azadiya xwe û rizgarkirina ji diktatoriyetê, yên ku qehremanî û xweragiriya xwe ji qehremaniya Kawayê Hesinkar digirin yê ku zil û zordariya "Ejdehak" bidawî anî, helbet wê neviyên wî serbikevin li ser Ejdehakê çerxê, terorîst Bişar Esed. Bi vê helkefta pîroz, bi navê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, Em pîroztirîn pîrizbahiya dişînin ji gelê Sûriyê bi giştî û nemaze ji gelê kurd re, bi hêvîne ku xetîra azadiyê ya bi destê Kawa hatî bilind kirin li Newrozê, wê nêzîk bilind bibe li seraserî Sûriyê û wê gelê me rizgar bibe ji Rihêma zordestiyê û kuletiyê, û welatekî demokrat û firealî û şaristanî ava...

Milîsên “PYD”Ê Dergehê Bargeha Rêxistina Aşûrî Ya Demokratîk Li Hesekê Daxist

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî binpêkirinên milîsên Partiya Yekîtiya Demokratîk "PYD"ê di derheqa Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk û daxistina bargeha wê li Hesekê û kilîtkirina wê bi zincîranan û mûma sor û hewlên bêdengkirina her dengekî rikber ji desthilata Bişar re şermezar dike. Ev zêdegavî yên li bin ferman û yadeştnameyên neyasayî ji aliyê hin rêxistinên ku nûnertiya gelê Sûriyê nakin, û rêzê li îradeya gel nagirin, hevdem tên ligel yad û bîranîna şoreşa gelê Sûriyê ya ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe, û herwiha ev zêdegavî rol û erkê van rêxistinan yê bi tepeserkirinê û xizmetkirina Rijêma kuştin û zordariyê li dijî mafên gelê Sûriyê û azadiya raderbirînê eşkere dike. Hevbendiya Niştimanî van tawanan û herwiha yên li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî şermezar dike, û hişyariyê dide wan aliyên gunehkar ku nêzîk bûye ew roja ku xelkê Sûriyê mafên xwe bi temamî bidest bînin û bi dadgehkirina her kesê bi tawanan gunehbar rabin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 17 adar 2017

Page 90 of 137 1 89 90 91 137

Nûçeyên Dawî