Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên dagîrkerên Rûsî tawankariyek pêk anîne û di encamê de bi dehan kes şehîd ketine û hin birîndar bûne, piraniya wan derbider in, piştî ko roja çarşembê 29 adarê gundê Eldêr Elşerqî nêzîk bajarê Me’eret Elnu’man başûrê Idlibê amanc kirine.
Bombebarana Tawankarî dijî sivîlên ko li ber navendeke firotona nan bûn li bajarok dema ku nan dikirîn. Tê de bombeyên goşeyî lidijî herêmên niştecihan bikar anîne, her weha raportan anîn ziman ko ziyan giha mezargeha “Omer Bin Ebdulezîz” ji ber bombebaranê.
Hevbendiya Niştimanî evê tawankariya ko sivîl amanc kirine pirotesto dike, û her weha dubare binpêkirinên berdewam ên Rûsya ji agirbestê re red dike, ew aliyê Rûsî yê ko gerek çavdêrê peymanê be û gerek rêjîm û Îranê pê pabend bike.
Tête xuyakirin ko dabînên Rûsya pêşkêş dike ewe ko berdewam kuştaran, koçkirinê pêk tîne û rizgarkirina tawankar ji sizayan dike. Rûsya sîwanê dide ser hemû binpêkirin û tawankariyên dijî yasaya navdewletî û ew ne amade ye ko bi roleke erênî rabe ji bo agirbest misoger bibe an jî jidil ber bi çareseriyeke siyasî ve li Sûriyê biçe.
Em daxwazê ji desthilata Rûsya dikin ko dev ji siyaseta durûtiyê û rola şirîkê pêkanîna tawankariyan berde, û wek berpirsiyarê aştiya navdewletî û çavdêra operasiyona çareserkirinê û rêzgirtina viyana miletê Sûrî di azadî û çarenivîsa xwe de tev bigere, û piştgiriya rêjîma zordar neke, û têwerdanê di karûbarên Sûriyan de neke.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
30.03.2017