Tora Sûrî ya mafên mirov îro roja çarşemê di raportekê de got ku her ji destpêka şoreşê de li sala 2011an û heta niha 253 werzeşvan bi destê hêzên Beşar hatine kuştin.
Raportê diyar kir ku 4 zarok û 57 şoreşger û tevî bi dehan kesên din dibin eşkecedanê di girtîgehên Rijêmê de hatine kuştin.
Ligor heman raportê ku 5 werzeşkar bi destê rêxistina terorîst ya DAIŞê û 3 li ser destê “Bereya Fetih Elşam” û yek li ser destê hêzên Rûsiya û yekê din li ser destê çekdarên PYDê hatine kuştin.
Herwiha ji aliyê Tora navhatî birîndarbûna 117 werzeşvanan bi birînên ciyawaz hatine dîkomîntkirin, û nêzîkî 447 werzeşvanan ji aliyê Rijêmê hatine girtin û 8 zarok û 5 jin di nav wan de hene, û herwiha ku hêjî 183 ji wan heta îro bêseruşûn in, û 16 werzeşvan ji aliyê rêxistina DAIŞ hatine girtin, ku 3 ji wan bêseruşûnin.
Herwiha ji aliyê Tora navhatî 32 binpêkirin di derheqê werzeşvan û saziyên werzeşvanî de hatine tomarkirin, ku 27 ji wan ji aliyê Rijêmê hatine pêkanîn, û binpêkirinek bi tenê ji aliyê hêzên Rûsiya hatiye kirin, û 4 binpêkirinên din li ser aliyên cudacuda hatine tomarkirin, û di heman mijarê de hatiye ku 6 werzeşvan ji aliyê “Fetih Elşam” hatine girtin û 9 ji aliyê milîsên PYDê bi armanca leşkeriya neçarî û zarokek di nav wan de heye.
Di raportê de hatiye ku damudezgehên ewlehiyê destêwerdanê di karubarên sercem dezgehên Rijêmê de dikin, û werzeşvan û çalakiyên werzeşkarî bikar tînin ji bo piştevaniya desthata zordest di kiryarên tepeseriya hovane de ya li dijî milet her ji destpêka şoreşê.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Giştî Ya Werzeş Û Lawan li Sûriyê, ya ku bi rêvebirina çalakiyên werzeşvanî radibe, daxwaza serbestberdana werzeşvanên bi neçarî hatine girtin kir, û bêhtir ji carekê fayîlê werzeşvanan pêkêşî dadgehên navdewletî kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat