Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji desthilata Rûsya kir ko dev ji siyaseta durûtiyê û rola şirîkê pêkanîna tawankariyan berde, û wek berpirsiyarê aştiya navdewletî û çavdêra operasiyona çareserkirinê û rêzgirtina viyana miletê Sûrî di azadî û çarenivîsa xwe de tev bigere, û piştgiriya rêjîma zordar neke, û têwerdanê di karûbarên Sûriyan de neke.
Ev di daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî de ya îro sibeha pêncşembê de hat li ser kirdeya “Firokên dagîrkerên Rûsî ko tawankariyek pêk anîne û di encamê de bi dehan kes şehîd ketine û hin birîndar bûne, piraniya wan derbider in”, piştî ko roja çarşembê 29 adarê gundê Eldêr Elşerqî nêzîk bajarê Me’eret Elnu’man başûrê Idlibê amanc kirine.
Hevbendiyê diyar kir ko bombebarana ko salixê wê bi „Tawankarî” da, ya ko li dijî sivîlên li ber navendeke firotina nan bûn li bajarok dema ku nan dikirîn pêk anîne. Tê de bombeyên goşeyî lidijî herêmên niştecihan bikar anîne, her weha raportan anîn ziman ko ziyan giha mezargeha “Omer Bin Ebdulezîz” ji ber bombebaranê.
Hevbendiya Niştimanî ev tawankariya ko sivîl amanc kirine pirotesto kir, û her weha dubare binpêkirinên berdewam ên Rûsya ji agirbestê re red kirin, ew aliyê Rûsî yê ko gerek çavdêrê peymanê be û gerek rêjîm û Îranê pê pabend bike.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kêşand ser ko “dabînên Rûsya pêşkêş dike ewe ko berdewam kuştaran, koçkirinê pêk tîne û rizgarkirina tawankar ji sizayan dike. “Rûsya sîwanê dide ser hemû binpêkirin û tawankariyên dijî yasaya navdewletî û ew ne amade ye ko bi roleke erênî rabe ji bo agirbest misoger bibe an jî jidil ber bi çareseriyeke siyasî ve li Sûriyê biçe.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî