Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên cengê yên Rêjîma Beşar bi mûşekên bi gazên jehrînî barkirî îro pêncşembê bajarê Elletamina û herêma Elziwar li gundewarê Hemayê amanc kirin, û doh jî taxa Qabûn, û di encamê de bi dehan kes bînçikandî bûn. Bijîşkên gundewarê Hemayê diyar kirin ko tiştê li birîndaran diyar bûne: kef bi devê wan ketiye, û pîpoka çav hûr bûye, û bihnçikîn û çavşewitîn û sistbûna damaran, û bijîşk dibêjin ku ev ji encama bikaranîna heybera “Fosfor” e.
Rêjîmê dîsa gazên jehrîn û yên qedexekirî bikar anine, û herêmên sivîlan bi şêweyekî tawankarî bombebaran kirine, û peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118, 2209, 2235 û 2254 binpê kirine.
Berdewamiya van tawankarî û binpêkirinan, di heman dema ko çi bersivên guncaw dijî van kirdeyan ji hemû aliyan ve nîn in, dihêle ko Hevbendiya Niştimanî berpirsiyariyê bide ser aliyên sereke yên di Encûmena Ewlekariyê de, û endamên civaka navdewletî, berpirsiyariyek ko digihê asta beşdariyê.
Hevbendî dîsa daxwaz dike ko dosya tawankariyên rêjîmê û hevalbendên wê bête şandin bibal dadgeha tawankariyên navdewletî, ji bo dabînkirina sizakirina berpirsiyarên tawankariyên li dijî mirovantiyê û tawankariyên cengê. Û giringiya livandina pêrabûnên dadwerî yên li gor mîkanîzmên Netewên Yekbûyî roja 21.12.2016ê hatine danîn anî ziman, tako vekolînê bikin û peyketina berpirsiyarên tawankariyan yên ko li Sûriyê kirine bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
30.03.2017