Îro roja pêncşemê 30/03/2017, şanda kurdî ya beşdar di danustandinên Cinêvê de “Dr. Ebduhekîm Bişar endamê Desteya Bilind Ya Danustandinan, û Fûad Alîko endamê şanda danustandinkar, û Hewas Egîd endamê şanda rawêjkar”, di daxuyaniyekê de, helawîstina beşdariya xwe di civînên Desteya Bilind Ya Danustandinan de ragihandin, û gotin ku ew ne pabend in bi wan belgeyên di dema amadenebûna wan de bên pêşkêşkirin.
Di daxuyaniyê de hat ku “Encûmena Niştimanî ya kurdî bi rêka Desteya Bilind Ya Danustandinan beşdarî danûstandinên Cinêv bû, ji bo dîtina çareseriyeka siyasî ji kirîza welêt re, û kar ji bo yekhelwestiya desteya bilind kir, û bi berdewamî hewl da ku derbirîna xwestek û hêviyên xelkê Sûriyê bike, û her ji bo vê yekê nûnerên ENKSê di desteyê û şanda danustandinankar de, ji Desteyê re pêşinyar kirin ku daxwaznameyekê bi navê Desteyê bo şanderê navdewletî Dî Mestora pêşkêş bikin, û têde bêjin ku nûnertiya gelê kurd di Desteyê de heye, berovajî tişta dihat gotin, û herwiha têde tevlîkirina doza kurdî û doseyên pêkhateyên din di nav karnameya danustandinan de hatibû xwestin, lê ev yek ji aliyê desteya bilind nehat pesendkirin bi sedema redkirina nûnerên Desteya Hemahengiyê û hindek endamên din û sûrbûna wan li ser çavgirtina ji doza Kurdî û piştguhxistina wê, ku ev yek bû cihê pirs û metirsiyê derbarê rastgoyî û niyazên desteyê û pabendnebûna wê bi belgename û mafên netewî yên gelê kurd yên destûrî û herwiha bi mafên pêkhateyên din ji Tirkumen û Siryan/ Aşûriyan”.
Di dawiya daxuyaniyê de, şanda kurdî ya danustandinan sipasiya wan dengên rastgo yên niştimanperwer ên li kêlek pêşniyarên wan sekinîn kir, û helwestên wan bilind nirxandin. Di heman demê de kiryar û siyaseta piştguhkirin û dûrxistinê red kirin.
Jêder: Beşê Kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê