Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî Kuştara Gundê Elcîne Pirotesto Kir Û Daxwaza Sizakirinê Kir

Daxuyaniyek Rojnamevanî Pêncşembê bişev, 16 adarê, 57 kes şehîd ketin û bêtir ji 100ê din birîndar bûne, ji encama ko firokên hevpeymana navdewletî bi serpereştiya Emerîka gundê Elcîne li gundewarê Helebê yê rojava bombebaran kir. Hevbendiya Niştimanî tawankariya amanckirina mizgeftekê û derdora wê di dema nimêjê de pirotesto dike, û gdibêje ku giring e kesên destê wan têde heye siza bibin. Û destnîşan kir ko ew êrîş ne ji ber şaşiekê yan nezaniyekê bû, lêbelê ew kuştin bi mebesta bûye, û divê tawankarî ji hêla hemû aliyan bête pirotestokirin, û vekolînek bilez têde çêbibe û berpirs bêne sizakirin. Tawankarî ji Sûriyan re eşkere dike bê çi qas lawazî di karê Hevpeymana Navdewletî de û rola wê de li Sûriyê heye. Hem jî tirs heye ko li gora dagîrkerên Rûsî ji bo parastina rêjîmê û piştgiriya wê dilive, û tiroristiyê û jêderên wê armanc nakin, û di lêdana miletê Sûrî de berdewam e. Gerek cîhan zanibe, çi hewildana beraberiya tiroristiyê, rêjîmê û milîtanên hevalbendên wê neke cihê guhdanê, bêtir dihêle tiroristî belav bibe û behaneyên wê xurt bike. Rêjîma Esed jêdera tiroristiyê û sedema çêbûna wê ye û eger pêrabûnên tund ji bo zuhakirina jêderên tiroristiyê û tunekirina wê nebin, dê...

Hevbendî Herdu Teqînên Şamê Şermezar Dike Û Rijêmê Berpirsyar Dibîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî herdu teqînên terorîstî yên li dijî sivîlan li Şamê li roja (15 adarê) şermezar dike, û cext dike ku rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê li pişt pêkanîna wan radiwestin, ku ew tên di çarçovê hewlên zêdekirina fişaran li ser xelkê Sûriyê û nemaze yên Şamê ji bo têperandina bêhtirîn peyamên mirinê yên ji bo piştgiriya siyaseta guhertina demografîk ya dibe ji bo hêwirandina çeteyên Îranê. Parêzer û sivîl bûne qurbanî û şahidên rasteqîne li ser stem û zordariya Rijêmê dijî wan û zarokên wan bi rêka zilm û tepeserî û girtinê û li dawiyê şehîd ketin li ser destê heman tawankarî di teqînek gunehkarî de li seraya dadmandiyê li Şamê. Şikodarî ji bo şehîdan û saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re, bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 16 adar 2017

Hevbendî Kiryarên Terorîst Ên “PYD”ê Di Derheqê ENKSê Û Rewşenbîrên Kurd De Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Milîtanên "PYD"ê zêdegavî û êrîşên xwe yên terorîstî li dijî gelê kurd zêdetir kirine bi armanckirina nivîsîngehên ENKSê li piraniya bajarên bakurê Sûriyê, bi behane û biryar û fermanên neyasayî, yên hatine standin ji hin rêxistinên ku nûnertiya gelê Sûriyê nakin û rêz li îradeya wî nagirin, bi hewlên xistina fişaran radibin ji bo bidestxistina hindek ji rewatiyê bi terorê û darê zorê. Di dema ku Hevbendî tekez dike ku ev kiryar rewayê nade wan milîsan, hevdem amaje bi wê yekê dike ku ew ferman li ser rêxistin û partiyên alîgirên desthilata Bişar pêk nayên, û ev nîşanek beloqe ku PYDê erkdarkirî ye ji bo dijîtiya rikberên rêjîmê  û nemaze gelê kurd, û herwiha li dijî tevgera siyasî û şoreşgerî ya ENKSê, ya ku pabend bûye bi hêla xebatê û li kêleka hêzên opozisyon û şoreşa Sûriyê ji berî şeş salan ve rawestiyaye. Hevbendiya Niştimanî van kiryarên terorîstî şermezar dike û ji civaka navdewletî daxwaza bikaranîna fişaran li dijî van milîsan û dûvelankan dike, ji bo rawestandina kiryarên wan yên serkutkirinê yên guncayî ligel tawanên Rijêmê. Şikodarî ji bo şehîdan û saxî ji birîndaran re,  û azadî ji girtiyan re, bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û...

Kuştareke Rûsî Li Idlibê 25 Şehîdan Dixîne Û Dîsa Agirbest Binpê Kiriye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên cengê yên Rûsî doh çarşembê li bajarê Idlibê taxa Elqisûr kuştarek pêkanîne di encamê de bêtir ji 25 kesan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne ji encama bombebarana bi mûşekên valahiyê û dubare firokên cengê bajar bi sê êrîşan îro bombebaran kirine û hêj encamên wan diyar nebûne. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankariya ko Rûsya di derheqê sivîlên Idlibê Pêk anî pirotesto dike, û tekez dike ko ew binpêkirina agirbestê ye û berpirsiyariya siyasî û yasayî da ser milê Rûsya tevî hemû encamên wê yên çêbibin. Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û hemû aliyên dabînker kir tako bi berpirsiyariyên xwe rabin bi pêkanîna pêrabûnên dabînkirina tekûz ya peymana agirbestê, û aliyên peymanê binpê dikin siza bikin, û hişyariyê dide ji çi hewildana ku ew rêkeftin bibe perdeyek û li paş wê siyasetên dagîrkerî û zordariyê yên berê nikiraîbû pêk bînin cîbecî bikin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 16 adara 2017    

Hevbendî Daxwaza Lidarxistina Civîneka Awarte Derbarê Berpirsyaretiya Rijêmê Li Ser Bombebarankirina E’în Elfîcê Ji Encûmena Asayîşê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Komîta lêkokînên navdewletî ya serbixwe, îro berpirsyaretiya bombebarankirina kaniya E'în Fîcê li Wadî Bereda ya li dawiya sala bûrî xist stûyê hêzên Rijêmê, û tekez kir ku ew bombebarankirina "esmanî ya bimebest" digehêje asta tawanên şer û bû sedema birîna avê ji ser zêdetir ji pênc milyon kesî ji xelkê Şama paytext. Têzanîn ku Rijêmê ew tawan kir ji bo derbaskirina tawaneka din ya koçberkirina xelkê Wadî Bereda û sepandina zalgeha milîsên terorîst yên Îranê li ser navçeyê, û bi mifagirtina ji perdeya siyasî û leşkerî ya Rûsiya ya ku herdem li erkên xwe wek aliyekî gerantor yê rêkeftina agirbesta li Enqera amzekirî xwedî dernakeve. Raporta komîta lêkolînan herwiha berpirsyaretiya êrîşa ser baregeha herdemî ya Heyva Sor li bajarokekê Idlibê xist li ser milê Rijêmê yan Rûsiya û tevlî diyarkirina berpirsyaretiya Rijêmê di ber bikaranîna gaza kilorê çendîn caran li dijî bajarokên Şamê û gundewarê Idlibê. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku hêjî Rûsiya aliyekî ku perdeyan têxe li ser berdewamiya komkujiyan û koçberiya neçarî, û kar dike ji bo parastina tawankaran ji sizayan û hêjî hevpar e di ber van binpêkirin û tawanên berdewam de yên berovajî yasa navdewletî û rêkeftinên amzekirî, û li rola xwe wek aliyekî...

Koçberkirina Xelkê We΄ir Binpêkirneke Diyar e Ji Agirbestê Re

Lêdwaneke Rojnamevanî Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê tekez dike ku operasyona koçberkirinê ya ku jê re tê plankirin derheqê welatiyên sivîl li taxa We΄ir ya dorpêçkirî binpêkirneke eşkere ye ji agirbestê re, ya li Enqera di 29ê çileyê pêşîn sala 2016 hatibû îmzekirin. Wê rêkeftinê tekezî li ser kontrolkirina heraliyekî ji deverên xwe re kiribû, û pêwîstiya derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî û pêkanîna  agirbesteke giştî. Hevdem hêzên rejîmê, li jêr sîwaneke Rûsî û aliyên din yên piştevan jê re û bi beşdarbûna milîsên terrorist ên Îranê tevahiya xalan binpê kirin, û ew tax bi bermîlên teqîner  û bombeyên topxaneyê bombebaran kir. Û êrîşî karwanên alîkariyên Navnetewî yên ku wê çûbana wê taxê kirin û revandin, û niha karê koçberkirina xelkê wê li ber çavê cîhanê dike. Hevbendiya Niştîmanî daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û Şanderê Navdewletî yê taybet kir ku bi berpirsyaretiyên xwe derbarê tawana koçberkirina ku niha li taxa We΄ir rû dide rabin, û bilez vê yekê rawestînin û mana xelkê wê taxê li cihê wan dabîn bikin. Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş Û Dijberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 14 adarê 2017

Behîdariyek Ji Bo Şehîdbûna Pizîşkê Şoreşger Hesen Elherîrî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê nûçeya şehîdbûna pizîşk Hesen Elherîrî dide gelê Sûriyê û nemaze xelkê parêzgeha Der'a, û radigehîne ku ew tevlî karwanê şehîdên şoreşa Sûriyê bû ji encamê êrîşeka tawankarî ya îro hatî encamdan ji aliyê firokên şer ên Rijêmê li ser bajarê Der'a. Elherîrî yê bi "Bavê Şehîdan" dihat binavkirin. Tevlî rêzên şoreşê bû û şehrezayî û pisporiya xwe ya zanistî bi dilsozî xistibû di xizemeta şoreşê de. bi birînên giran hatibû birîndarkirin û herwiha 7 zarokên wî ji encamê ketina bermîleka teqîner li ser xaniyê wî şehîd ketinbûn, û ew jî îro tevlî karwanê şehîdan bû. Hevbendiya Niştimanî sersaxiya binemal û hevalên wî dike, û tekez dike ku gelê Sûriyê wê di tekoşîna xwe ya ji bo bidestxistina dad û rûmet û azadiyê de berdewam bimîne, û wê stem û zordariyê bidawî bike. Şikodarî ji şehîdan re, û serkeftin ji şoreşa rûmet û azadiyê re. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 12 adar 2017

Kuştarek Li Meyadîn Li Dêrazorê Bi Mûşekên Firokên Rûsiya Hat Pêkanîn

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Komkujiyek ji aliyê firokên Rûsiya hat pêkanîn û têde 30 sivîl, û endamên xêzanekê bi tevahî di nav wan de, hatine kuştin. piştî armanckirina du xwendingehan ji aliyê firokên şer, ew xwendingehên ku bi dehan xêzanên koçber yên ji bajarê Meyadîn yê li rojhilata bajarê Dêrazorê yê niha di destê DAIŞê de ye di wan de dijîn. Hevbendiya Niştimanî vê tawanê şermezar dike û tekez dike ku armanckirina sivîlan dibin çi hincet û behaneyan de be dikeve di nav tawanên şer û binpêkirina yasa navdewletî de, û herwiha yasakirina vê tawanê bi behaneya şerê li dijî rêxistina "DAIŞ" nayê qebûlkirin, û nabe behane ji encamderên van tawanan û tawanên din yên hevşêwe re û wan ji berpirsiyatiya siyasî û yasayî rizgar nake. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 10 adar 2017

Silav Ji Jina Sûrî Ya Qehreman Re Di Roja Cîhanî Ya Jinê De

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, rêz û hurmet û spasî ji bizava jina Sûrî re pêşkêş kirin, û tekez kir ko rola wê di xweragiriya miletê Sûrî de bingehîn e, ji bo berdewamiya tekoşîna wî, û bidestanîna armancên şoreşê yên azadî û dadî û rûmetê . Roja cîhanî ya jinê derfeteke ji bo bi rêzgirtin li ber şehîdên jin ên ko bi fîşekên rêjîmê hatine kuştin rawestin, û her weha li ber xweragiriya jinên girtî di zindanên rêjîmê û şaxên ewlekariyê de, ko em hemû karînan bikar tînin tako em wan rizgar bikin.. ji bo piştgiriya sebir û samana dayikan, piştî jidestdana zarokên wan û beraberiya aloziyên bobelata ko rêjîmê bi ser wan û malbatê wan de anîne. Îro jina Sûrî ya şoreşger derseke hêja ji hemû jinên zemînê re pêşkêş dike, ji ber ko bi rola xwe ya jê tê xwestin û bêhtir jî radibe, û bilindahiyek din dide, ko çi kes nikare çavê xwe jê bigire. Hevbendiya Niştimanî dîsa pesindarê jina Sûriyê ye, û tekezî li ser giringiya berdewamkirina wan di pêkanîna rola xwe ya bingehîn di avakirinê û kar de kir, û dozê li wan dike ko bi mafê xwe û pirinsîbên...

Behîdariya Şehîdbûna Şefa Gerdî Ragihênera Tora Rûdaw A Nûçeyan

Bi dilekî xembar me nûçeya şehîdbûna Şefa Gerdî  rêvebira beşê berhênana nûçeyan di Tora Rûdaw a Nûçeyan de bihîst, ji encama teqîna mayînekê dema karê xwe yê ragihandinê di şopandina nûçeyên şerên li dijî DAIŞa terrorist beyaniya roja şemiyê 25 sibata 2017 li bajarê Mûsilê dikir. Bi vê helkefta diltezîn, em hevxemiya xwe li gel Rûdawê radigihînin, û behîdariya wê bi vê bûyera xembar dikin, û sersaxiyê ji malbata şehîda hêja û tevaya karmendên Rûdawê re dixwazin, û hêviyê ji xwedayê mezin dikin ku bînfirehî û aramî û deyaxê bide we di vê şîna we ya mezin de. Dilovaniya xwedayê gewre ji Şefa şehîd re. Saxlemî ji hevkarê wê yê wênekêş Yûnis Mistefa re. Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî 26 sibata 2017

Page 91 of 137 1 90 91 92 137

Nûçeyên Dawî