Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî herdu teqînên terorîstî yên li dijî sivîlan li Şamê li roja (15 adarê) şermezar dike, û cext dike ku rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê li pişt pêkanîna wan radiwestin, ku ew tên di çarçovê hewlên zêdekirina fişaran li ser xelkê Sûriyê û nemaze yên Şamê ji bo têperandina bêhtirîn peyamên mirinê yên ji bo piştgiriya siyaseta guhertina demografîk ya dibe ji bo hêwirandina çeteyên Îranê.
Parêzer û sivîl bûne qurbanî û şahidên rasteqîne li ser stem û zordariya Rijêmê dijî wan û zarokên wan bi rêka zilm û tepeserî û girtinê û li dawiyê şehîd ketin li ser destê heman tawankarî di teqînek gunehkarî de li seraya dadmandiyê li Şamê.
Şikodarî ji bo şehîdan û saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re, bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
16 adar 2017