Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê herdu teqînên li dijî sivîlan li Şama paytext li roja çarşemê (15 adarê) bûn şermezar kir, û Rijêm û milîsên Îranê bi pêkanîna wan tometbar kirin.
Hevbendiya Niştimanî duhî roja pêncşemê di daxuyaniyekê de tekez kir ku “Parêzer û sivîl bûne qurbanî û şahidên rasteqîne li ser stem û zordariya Rijêmê dijî wan û zarokên wan “, bi rêka zilm û tepeserî û girtinê û li dawiyê şehîdketina li ser destê heman tawankarî” di teqînek gunehkarî de li seraya dadmandiyê li Şamê.
Hevbendiyê got ku ev teqîn ” tên di çarçovê hewlên zêdekirina fişaran li ser xelkê Sûriyê û nemaze yên Şamê ji bo têperandina bêhtirîn peyamên mirinê”. Û bal kişand ku herwiha tên “ji bo piştgiriya siyaseta guhertina demografîk ya dibe ji bo hêwirandina çeteyên Îranê”.
Herwiha ku hin aliyên xwecihî û navdewletî rijêma Bişar bi encamdana çendîn teqînên terorîst û kiryarên terorkirina siyasetmedar û diblomatkaran tometbar kir, û ji wan terorkirina serokwezîrê Libnanê yê pêştir Refîq Elherîrî, herwiha ku di lêkolînan destêwerdana Rijêmê di veguhestina teqemeniyan ji Sûriyê bo Libnanê û bi rêka wezîrê Libnanê yê pêştir Mîşil Semaha xuya bû ji bo peydakirina ajawegeriyê û encamdana kiryarên terorîst li dijî sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî