Nûnera Emerîkî ya Netewên Yekbûyî Nîkî Hayilî daxwaz kir ko “giring e kuştarên derheqê sivîlan li Sûriyê bidawî bên”, ev daxwaz di civîna karmendên Rêkxistina Navdewletî de hat, û wan daxwaz kir ku rijandina xwînê bidawî bê, û dilovaniyê ji bo qurbaniyan diyar bikin.
Hayilî di daxuyaniyekê de di bîranîna heftem ya destpêkirina Şoreşa Sûriyê de got”şerm e ko ev hevrikî ev qasî berdewam kir û bê ko asoyê dawiya wê xuya bike.”
Nûnera Emerîkî daxwaz ji welatê xwe kir ko “pişta pêvajoya danûstandinan li Sûriyê bike” û li kêleka Şanderê navnetewî Stîvan Dî Mistora di hewildana hêsankirina gotûbêjiyê û şerê ko rêjîmê û milîtanên wê li ser miletê Sûrî kiriye bidawî bike.
Karmendên Netewên Yekbûyî roja çarşembê li baregehê sereke yê Netewên Yekbûyî li Niyûyorkê, di heman roja bîranîna şeşem ya destpêkirina Şoreşa Sûriyê civiyabûn, û wêneyên qurbaniyên bi destê rêjîmê û milîtanên hevalbendên wê hildabûn.
Karmendên navnetewî li hola mezin li navenda mêvanan wêneyên qurbaniyan hildan, yên jin û zarokên ko bi destê hêzên rêjîmê ji destpêka Şoreşê ve roja 15.03.2011ê hatine kuştin, her weha bêtir ji 3500 karmendî yên rêkxistinê daxuyaniyek imze kirine, daxwazê ji dewletên endam yên Netewên Yekbûyî bi taybetî endamên Encûmena Ewlekariyê ko pêrabûnên bilez bikin ji bo rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin.
Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Dûgarîk got: “hemû karmendên ko li baregehê Netewên Yekbûyî û dezgehên wê yên corbicor li hemû cîhanê kêlîkeke bêdeng rawestiyan wekû nameyekê ji bo kuştara Sûriyê bidawî bibe.”
Dûgarîk di kongirê rojnamevanî de yê li baregehê rêkxistinê got “kombûna karmendan li navenda mêvanan li baregehê sereke îro ji bo dengê kesên di hevrikiyê de ziyan li wan hatiye û namak ji serokên dewletên cîhanê û dewletên endam yên rêkxistina navnetewî daxwaz dikin ko kuştarê bidawî bînin. ”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans