Daxwiyanî

Hevbendî Dijminkariya Rêjîmê Û Piştgirên Wê Li Ser Der´a Û Gundewarê Wê Pirotesto Dike Û Ji Civaka Navdewletî Daxwaz Dike Ko Berpirsiyariyên Xwe Hilgire

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hêzên Rêjîmê bi piştgiriya firokên cengî yên Rûsya û milîtanên bi ser dagîrkerên Îranî ve li dora 80 binpêkirinan ji agirbestê re, tenê di hersê rojên buhûrî de, kirine. ji nav wan jî bêtir ji 30 binpêkirinan li bajarê Der´a û gundewarê wê, di encamê de kuştar çêbûne û ne kêmî 47 kesan piraniya wan sivîl in şehîd ketine. Dijminkariya li ser Der´a û gundewarê wê berdewam e, û bombebaran bi firokên cengê û yên hilîkopter û ji bingehên mûşekan û guleyên topan yên giran û nîvçeyî dibe. Taxên niştecihan yên bajêr û bajarokên parêzgehê ji nav wan jî Tefes, Til Şehab û Elhare Besra Elşam û Elsifêra û hinên din, hem jî bajarok û gundin din ko digihên herêma Ellucat amanc kirine. Li vir divê destnîşan bibe ko gund û bajarokên herêma Ellucat rojhilatê parêzgehê ji serê heyva buhûrî de ketiye ber bombebarana bi topa giran, di rewşa dorpêçê û hewildanên dubarekirî tako têwerdana bajar û bajarokan bikin, tevli hebûna qurbaniyan û wêranî û koçkirinê. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko metirsiyin rasteqîne gefê li jiyana sivîlan dikin, û hemû aliyên civaka navdewletî berpirsiyariya tiştê ko îro çêdibe hildigire, bi taybetî hêzên rêjîmê topa bêserûber li dijî herêmên...

Derbarê Raporta “Human Rights Watch” Ya Li Ser Bikaranîna Çekên Kêmyayî Li Helebê Derket

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rêxistina "Human Rights Watch" bikaranîna çekên  kêmyayî li dawiya sala bûrî ji aliyên milîsên Rijêmê li dijî nişteciyên bajarê Helebê tekez kir. Û Rêxistinê di raporta xwe de gotiye ku bombeyên kilorê bi kêmahî heşt caran ji aliyê hilîkopterên Rijêmê bi ser taxên nişteciyan de hatine avêtin, û da zanîn ku ev yek aşkera dike ku êrîş bi pilan û rêkupêk hatine pêkanîn, bi mebest û armanca kuştin û koçberkirina sivîlan û kontrolkirina bajêr. Ev raport tê danîn li ber Encûmena Asayîşa Navdewletî, ya biryara 2118 an di demek pêştir de dabû, û paşî biryara 2209 derxistibû ku têde her bikaranîna leşkerî ya gaza kilorê hatibû şermezarkirin, û di tekesta wê de hatibû ku di dema ku pabendî pê nebe wê rêşûn bêne sepandin li gor benda heftan ya peyman-nameya NY. Herwiha zaniyarên raportê tên pêşkêşkirin ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kêmyayî û "Şanda lêkolîna hevbeş" re, ya kar ji aliyê encûmena asayîşê pê hatiye spartin, ku carek din bi awayekî rijd bi lêkolînan rabin, û girêdana wan bi encamên lêkolîna berê re ya heyva çiriya pêşî, ya ku têde berpirsyaretiya hêzên Rijêmê hatibû di ber bikaranîna gaza kilorê wek çekê kêmyayî bi kêmahî di sê êrîşan de, di...

Rêjîm Kuştarekê Derheqê Sivîlan Li Taxa Elwe’ir Pêktîne

Daxuyaniyeke rojnamevanî Di binpêkirineke nû de ji rêkeftina agirbestê re, milîtanên Beşar kuştarek çêkirin, di encamê de 11 sivîl, sê zarok û sê jin di nav wan de hene hatin kuştin, û bi dehan birîndar bûn. Kuştar roja çarşembê (8 Sibatê) bi bordumankirina firokên rêjîmê û topxeneyên wê li ser taxa Elwer ya dorpêçkirî çêbû. Berê jî taxa Elwe’ir ketiye ber dijminkariyekê û têde herêmên niştecihan hatin amanckirin, ji encamê çend kes şehîd ketin û hin sivîl birîndar bûn û mal wêran bûn. Rêjîm bi piştgiriya hevalbendên xwe siyaseteke tawankarî dimeşîne , armanc jê kuştin, koçkirin û wêrankirin e, bê ko çi rêzê li peymana agirbestê bigire, û di xewnekê de ye ku ew bi pêkanîna tawankariyan kare viyana şoreşê li bal miletê Sûrî bikuje. Ev kuştar jî tevli lîsteya tawankariyên rêjîmê dibe, û ew jî digel raporta Rêkxistina Lêbuhirîna Navdewletî ya derbarê zindana Seydnaya û raportên din yên ko tawanên rêjîmê derheqê miletê Sûrî de belgeh dikin, nêzîk an dûr dê biçin Dadgeha Tawanên Navdewletî û berpirsiyarên wan dê siza bibin. Ev kuştar jî binpêkirine ji agirbesta ko Tirkiyê û Rûsya çavdêriya wê dikin, ji lewre gerek dîsa giringiya kartêkerina alavên çavdêriya agirbestê bête tekezkirin, û aliyên berpirsiyar aşkere...

Dijminkariya Li Ser Xûta Rojhilat Binpêkirina Agirbestê Û Gaveke Nû Ya Guherîna Dîmugrafî Ye

Daxuyaniyeke rojnamevanî Di binpêkirineke nû ya agirbestê de milîtanên Beşar êrîş dane ser çend herêman li Xûta rojhilat ya bajarê Şamê, lê belê hişyarbûna şervanên artêşa Sûrî ya azad li herêmê û zanîna wan ji rastiya bikaranîna rêjîmê ji peymana agirbestê û bendên wê re, bû sedem ko şervan di rûyê hewildanên rêjîmê de derkevin, herêmên ku rêjîmê dixwest di 24 demjimêrên çûyî de têwerdan bike rizgar kirin. Hevbendiya Niştimanî van binpêkirinan li pêşberî aliyên dabînker datîne û daxwazê ji wan dike ko jidilbûn û rastiya xwe bo piştgiriya peymanê û parastina wê diyar bikin. Her weha tekez kir ko giring e Encûmena Ewlekariyê fişarê bide ser aliyên piştgiriya rêjîmê û hevalbendên wê dikin û wan mecbûr bikin ku bi biryarê pabend bin. Hevbendiya Niştimanî di vê pêvajoyê de daxwaz dike ko alava çavdêriya agirbestê kartêker bibe, û raportên fermî derxînin û tê de aliyên berpirsiyar di ber binpêkirinan de aşkere bikin, û wan bi rêzgirtina peymanê pabend bikin, û kiryarên bi sedema binpêkirinan pêktên diyar bikin. Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ji buhûrandina operasiyona koçkirineke din li herêmê û berdana sivîlan ji malên wan bi behaniyên vala, û Hevbendiyê tekez kir ko ev awa ji tawan û binpêkirinên ku Beşar...

“Qesabxaneya Mirovan” Li Ser Maseya Encûmena Asayîşê Û Civaka Navdewletî Ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rêxistina Lêborîna Navdewletî raportek giring belav kir, têde behsa awayekî tawanan ji tawanên rijêma Beşar dike, yên di derheqê girtiyên di girtîgeha Seydnaya ya leşkerî de hatine pêkanîn, û ew zindan di raportê de bi navê "Qesabxaneya mirovan" hatiye binavkirin, û bi belge behsa kiryarên bidarvekirina bi komel ya rêbezkirî di hindur girtîgeha Seydnaya her ji sala 2011 an ve hatiye kirin. Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji xwestekên raportê re tekez dike, nemaze derbarê tişta girêdayî bi daxwazên girûpa dewletên piştgiriya Sûriyê, ya ji bo rawestandina bidarvekirinan û derbasbûna bilez û bêmerc û astengî ji çavdêrên navdewletî re bo girtîgehan û serbestberdana sercem girtiyên bêguneh bi awayekî bilez û bêmerc. Hevbendiya Niştimanî vê raportê pêşberî Encûmena asayîşa navdewletî dike, û cext li ser giringiya wê yekê dike ku hemû endamên wê bi berpirsyaretiyên xwe rabin li hember tawanên berdewam yên di girtîgehan û li navçeyên dorpêçkirî dibin, û tawanên kuştinê yên berdewam dibin, tevî amzekirina rêkeftina agirbestê, û hevdem tekeziyê li ser giringiya raguhestina fayîlê raportê bo dadgeha tawanên navdewletî dike, û dadgehkirina berpirsyarên pêkanîna tawanên dijemirov û yên şer, û danîna sînorekî ji sizanekirina tawanbaran re, ji ber ku ev pêgavên pêwîst in ji bo rawestandina gera...

Hevbendî: Koçberkirina Xelkê Wadî Bereda Binpêkirinek e Ji Agirbestê Re Û Beşek Ji Siyaseta Koçberkirina Neçarî Ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez dike ku piroseya derxistin û koçberkirina sivîlan ji xanî û bajarên wan, bi çi bihaneyê be, binpêkirinek eşkera ye ji rêkeftina agirbestê re, û dirêjîpêdana pilangeriya guhertina demografîk e, ya rijêma Bişar bi şêweyek rêbazkirî dike, her weha ew tawanek dijî mirovahiyê  ye. Hevbendiya Niştimanî neçarkirina xelkê Wadî Bereda ji bo ji navçeyên xwe koçber bibin, di bin gefa birçkirin û dorpêçkirin û tepesriyê de,ya ji aliyê Rijêmê û milîsên terrorist dibe şermezar dike. û tekez dike ku ew milîsên ji bo kuştina miletê Sûriyê derbas bûne, divê bê veger ji axa welat bar bikin,. Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina biryarekê li bin benda heftan ji Encûmena Asayîşê dike, ku têde sercem kiryarên kuştin û dorpêçkirin û koçberiya neçarî bêne rawestandin, û herwiha hemû alî bêne neçarkirin li ser rêzgirtina agirbestê û vekişandina hêzên dagîrkar û milîs û çeteyên mezhebperistên terorîst ji Sûriyê, û ji bo bibe fakter ji bo çareseriya siyasî, ku têde armanc û mafên gel yên ji bo dadmendî û rûmet û azadiyê misoger bibin. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 30 çilê paşîn 2017

Em Ji Gelê Xwe Dixwazin ku Terorê Û Nûnerên Wê Biqewitînin û Piştgiriya Duristkirina Hêzeke Leşkerî Ya Yebûyî û Rewa Bikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Qada Sûriyê, ji bûyerên Helebê ve, zincîrek derencamên diltezîn dibîne, ji peydabûna nakokî û rikîtiyê di navbera hin hêzan de ku dihat çavrêkirin bibin bingeh bo peydabûna artêşeke niştimanî ya Sûriya paşerojê, lê destêwerdanên xirab yên rêxistinên girêdayî bi ajendeyên terora sînorbir, ziyan gihandin şoreşa gelê Sûriyê û derfet û behane dane destê hêzên dagîrker ji bo destêwerdanê û şêwandina armancên binirx yên şoreşa dad û rûmet û azadî û yeksaniyê. Miletê me bi hemû pêkhate û ayînên xwe ve, ji şeş salan rabûye li dijî zilm û xordariyê, ne ji bo xizmetkirina ajendeyên êdolojî yan yên regezperistî, û nejî bo derbaskirina terora xwîndarî, û hatî şêwandun û destêwerdan ya ji derve hatî ku hîç cudahî nîne di navbera wê û rijêma tawankar ya Esed û milîs û çeteyên wê de yên bi pareyan hatîn kirîn yan jî bi niyazên kîn û tayfegeriyê hatîn. Hevbendiya Niştimanî her ji damezarandina xwe di 2012 an de, bi xurtî pabend bûye bi Sûriya paşerojê, dewletek bajarvanî û demokrat ya bixebite ji bo maf û yeksaniya hemwelatiyên xwe, û Hevbendiyê bi carekî teror bi sercem şêwên wê red kiriye, û daxwaza dijberî û jinavbirina wê ji xelkê kiriye ji ber metirsiya wê...

Zelalkirina Daxuyaniya Cîgirê Serokê Hevbendiyê Derbarê Armanca Beşdariya Hêzên Leşkerî Di Kongirê “Astana” De

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Wek zelalkirinê ji daxuyaniya cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdulehed Êstêfo re, ya duhî li roja şembiyê dayî, ya derbarê beşdariya hêzên şoreşa Sûriyê û rola wan di kongirê Asîtana yê çavrêkirî sibê lidar bikeve de, ya şaş hatibû têgihiştin ji alî û dezgehên ragihandinê, Hevbendî vê zelalkirinê pêşkêş dike: Daxuyaniya cîgirê serok hatiye li ser bingeha ku dibe şandek bête pêkanîn ji nav hêzên şoreşgerî, û dibe ku ev bibe yekem pêgav ber bi karê hevbeş di navbera wan hêzan de, û bibe fakterê nêzîkbûna wan bi awayekî zêdetir, bi wateya lêkirina binyatên stratîjîk yên xuya di navbera wan hêzan de, û ew bibe bingeh bo bihêzkirina yekgirtina wan. Ji bo ku çi şaştêgihiştin peyda nebe, em diyar dikin ku axaftina cîgirê serok derbarê artêşeka niştimanî ya Sûriyê, taybet e bi hêzên şoreşê bi tenê, ji bo dubarekirina yekirin û rêkupêkirina rêzên wan û dariştina stratîjiyek hevgirtî, herwiha ji bo hembêzkirina efserên pispor yên cudabûyî, û hîç pêwendiya hêzên Rijêmê bi vê yekê nîne. Hevbendî tekez dike ku damezrandina encûmenek leşkerî, pirsek bi qonaxa vegugêz û dirustkirina desteyeka hikumraniya veguhêz ve ya bi tevahiya desthilatdariyan girêdayî ye, ya ku wê hîç rola Bişar Esed têde tune be, ligor daxuyaniya...

Girêbestên Esed Ligel Îranê Ji Kîsê Gelê Sûriyê Ne Û Ew Pûç Û Nerewa Ne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Îro roja sêşemê, ajansên ragihandina Îranê (hin girêbest) di navbera rijêma Îranê ya dagîrkar û desthilata Bişar Esed de eşkere kirin, ji wan dirustkirina toreka pêwendiyan û lîmaneke neftê, di hewlekê de ji bo derbaskirina pilanên zêdetir yên eşkere yên bi armanca dizîn û talankirina xelkê Sûriyê, û dabeşkirina paran li ser çete û milîsên terorîst yên Îranê li Sûriyê. Hevbendiya Niştimanî van (girêbestan) şermezar dike û hevdem bi navê xelkê Sûriyê tekez dike ku ew cihê şermezariyê ne û nayên pesendkirin dibin hîç bar û nîrekî de, û tekez dike ku ev binpêkirinin din in ji serweriya Sûriyê re, û hewleka bo xelatkirina hêzên dagîrkaran e, û bidestxistina destkeftan ji ber pişkdariya wê di rijandina xwîn û şikandina îradeya xelkê Sûriyê de. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 17 çilê paşîn 2017 

Hevbendî Kuştara Li Wadî Bereda Şermezar Dike Û Hişyariyê Derbarê Metirsiyên Li Ser Agirbestê Çêdike Dide

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Milîsên Esed li roja yekşemê (15 çilê paşîn) kuştarek li dijî xelkên gundê Dêrqanûn li navçeya Wadî Bereda ya dorpêçkirî pêkanîn, û têde 15 kes şehîd ketin û bi dehan ji xelkê gund birîndar bûn. Kuştar hat pêkanîn piştî ku komeka xelkê gund bi tankeka hêzên Esed hat armanckirin, paşî xelkê gund revîn bo cihekî hêmin , bi hewla xwe  ji mûşek û bermîlên teqîner yên rijêma stemkar û milîsên terorîst yên hevalbendên wê bikartînin di çarçoveya hilmeta guhertina demografîk ya navçeyê de rizgar bikin. Hevbendiya Niştimanî vê tawanê şermezar dike û herwiha tekez dike ku pêwîst e aliyên gerantîkar ên agirbestê bi erkê xwe rabin li hember her binpêkirineka li ser rêkeftinê dibe, tevî terorkirina serokê şanda danustandinan, yê ji aliyê xelkê dorpêçikirî li Wadî Bereda, ceneralê xanenişîn, Ehmed Elxediban, bi destê milîsên hizibulah. Û tê zanîn ku nekêmtir ji 350 binpêkirinan di heyamê 15 rojan de her ji roja destpêkirina agirbestê û heta niha hatine belgekirin. Ji civaka navdewletî tê xwestin ku kar ji bo rawestandina êrîşên Rijêmê û yên milîsên Îranê yên terorîst bike, û her weha eawestandina binpêkirinên berdewam yên ji aliyê wan dibin li ser biryarên navdewletî, û herwiha yên li ser rêkeftina...

Page 92 of 137 1 91 92 93 137

Nûçeyên Dawî