Daxuyaniyeke rojnamevanî
Di binpêkirineke nû ya agirbestê de milîtanên Beşar êrîş dane ser çend herêman li Xûta rojhilat ya bajarê Şamê, lê belê hişyarbûna şervanên artêşa Sûrî ya azad li herêmê û zanîna wan ji rastiya bikaranîna rêjîmê ji peymana agirbestê û bendên wê re, bû sedem ko şervan di rûyê hewildanên rêjîmê de derkevin, herêmên ku rêjîmê dixwest di 24 demjimêrên çûyî de têwerdan bike rizgar kirin.
Hevbendiya Niştimanî van binpêkirinan li pêşberî aliyên dabînker datîne û daxwazê ji wan dike ko jidilbûn û rastiya xwe bo piştgiriya peymanê û parastina wê diyar bikin. Her weha tekez kir ko giring e Encûmena Ewlekariyê fişarê bide ser aliyên piştgiriya rêjîmê û hevalbendên wê dikin û wan mecbûr bikin ku bi biryarê pabend bin.
Hevbendiya Niştimanî di vê pêvajoyê de daxwaz dike ko alava çavdêriya agirbestê kartêker bibe, û raportên fermî derxînin û tê de aliyên berpirsiyar di ber binpêkirinan de aşkere bikin, û wan bi rêzgirtina peymanê pabend bikin, û kiryarên bi sedema binpêkirinan pêktên diyar bikin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ji buhûrandina operasiyona koçkirineke din li herêmê û berdana sivîlan ji malên wan bi behaniyên vala, û Hevbendiyê tekez kir ko ev awa ji tawan û binpêkirinên ku Beşar dike, planên siyaseta guhertina dîmugrafî ne, yên ko Rêjîm dike, tev ko ew tawanên lidijî mirovantiyê ne jî.
Hevbendiya Niştimanî dîsa daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê dike ko biryarekê li jêr benda heftan derxîne, ji bo rawestandina operasiyonên dijminkarî û agirbestê û amanckirina sivîlan, û giringiya dorpêç bête rakirin û operasiyonên koçkirina kotekî bêne rawestandin, û derketina hêzên dagîrker û milîtanên mezhebî yên tirorist ji Sûriyê dabîn bike, û alîkariya gihaştina çareserkirineke siyasî bike, ko mafên miletê Sûrî yê tekûz û amancên wî di azadî û daddarî û rûmetê de misoger bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
08.02.2017