Daxuyaniyeke rojnamevanî
Di binpêkirineke nû de ji rêkeftina agirbestê re, milîtanên Beşar kuştarek çêkirin, di encamê de 11 sivîl, sê zarok û sê jin di nav wan de hene hatin kuştin, û bi dehan birîndar bûn. Kuştar roja çarşembê (8 Sibatê) bi bordumankirina firokên rêjîmê û topxeneyên wê li ser taxa Elwer ya dorpêçkirî çêbû.
Berê jî taxa Elwe’ir ketiye ber dijminkariyekê û têde herêmên niştecihan hatin amanckirin, ji encamê çend kes şehîd ketin û hin sivîl birîndar bûn û mal wêran bûn.
Rêjîm bi piştgiriya hevalbendên xwe siyaseteke tawankarî dimeşîne , armanc jê kuştin, koçkirin û wêrankirin e, bê ko çi rêzê li peymana agirbestê bigire, û di xewnekê de ye ku ew bi pêkanîna tawankariyan kare viyana şoreşê li bal miletê Sûrî bikuje.
Ev kuştar jî tevli lîsteya tawankariyên rêjîmê dibe, û ew jî digel raporta Rêkxistina Lêbuhirîna Navdewletî ya derbarê zindana Seydnaya û raportên din yên ko tawanên rêjîmê derheqê miletê Sûrî de belgeh dikin, nêzîk an dûr dê biçin Dadgeha Tawanên Navdewletî û berpirsiyarên wan dê siza bibin.
Ev kuştar jî binpêkirine ji agirbesta ko Tirkiyê û Rûsya çavdêriya wê dikin, ji lewre gerek dîsa giringiya kartêkerina alavên çavdêriya agirbestê bête tekezkirin, û aliyên berpirsiyar aşkere bikin û pêrabûnên ko karibin nema dubare bibe bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
09.02.2017