Hevbendî Teqîna Terorîstî Ya Ezazê Şermezar Dike Û Wê Wek Êrîşekê Dijî Gel Û Şoreşa Sûriyê Dibîne
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, teqîna terorîstî ya di nîva sivîlên bajarê Ezazê li gundewarê Helebê hatî encamdan û nêzîk 60 şehîd û 150 birîndarî têde ketine, tevî ku hêjê bi dehan sivîl asê di bin kavil û wêraniyên teqînê de mane şermezar dike. Hevbendî tekez dike ku encanderên vê kiryara çepel a li dijî sivîlan û navend û dezgehên bajarvaniyê yên taybet bi xizmeta xelkê, nagihêjin armanca xwe, û herwiha wê nikaribe tekoşîna xelkê Sûriyê li dijî terora tarî ya girêdayî bi pilanên rijêma tawankar ve rawestîne, û wê xelkê Sûriyê berdewam bin di tekoşîna xwe de li dijî terorîstî û zordarî û dagîrkariyê. Ev tawan dikeve di çarçoveya êrîşên berdewam de yên ji aliyê terora Rijêmê û terora DAIŞê û terora dagîrkariya Îranê û milîsên palpiştên wê dibin, ên li dijî şoreşa Sûriyê û armancên wê û hewlên bêwestan ên ji bo kar û erkên avakirina welat. Di dema ku Hevbendî daxwaza hevgirtin û amadebaşiyê ji sercem hêzên leşkerî û asayîşê dike ji bo standina rêşûnên pêwîst bo nehêlana dubarekirina van tawanan, di heman demê de tekez dike ku rijêma Esed ew bi xwe çavkaniya terorê ye û rûyê wê yê duwem e,...