Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî êrîşa terorîstî ya li dijî bajarê Kerk yê li başûrê Ordinê, û armanckirina sivîlan û hêzên asayîşê şermezar dike.
Hevbendî tekez dike ku xelkê Sûriyê bi tevayî li kêlek miletê Ordinê yê bira û ligel serkirdayetiya wê li hember terorîstan radiwest in.
Hevbendî û bi navê gelê Sûriyê, dubare hemû karên terorîst yên bi armanca belavkirina ajawegeriyê û nearamiyê pirotesto dike, û hevdem baweriya xwe bi hêza birayên xwe yên Ordinê bi serderiya pêwîst li dijî terorîstan û xudankarên wan dupat dike.
Em behîdariya birayên xwe yên li şahnişîna Ordin ya Haşimî dikin, û sersaxiya malbatên qurbaniyan dikin, û hêviya saxiyê ji birîndarên wê re dixwazin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
19 çilê pêşîn 2016