Berpirsiyarin Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, daxwaz ji Rûsya kirin ku êrîşên asmanî yên dijî avahî û cihên niştecihan rawestîne, berî ko çi destpêşxeriyên siyasî ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê pêşkêş bike.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî got: “Mosko nikare berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêze ager di kuştina miletê Sûrî de berdewam be”. Û daxwaz jê kir ko bombebarana di hemû biryarên navdewletî yên bi mijara Sûriyê ve têkildar de hatiye rawestîne. Û destnîşan kir ko Rûsya beşdarê bingehîn bû di amadekirina çi biryarê de.
Mektebî tekez kir ko Hevbendî bi biryarên navdewletî pabend e, û bal kêşand ser ko gerek Mosko bizane berjewendiya wê bi miletê Sûrî ve girêdayî ye, ne bi Rêjîmeke têkçûyî li ber ketinê re ye, an jî ne bi rêjîma melayan re ye, ya ko dixwaze nakokiya mezhebî û nearamiyê li herêmê çêbike.
di heman mijarê de endamê desteya siyasî Hewas Sadûn daxwaz ji Rûsya kir ko tawankariyên Rêjîma Esed û Îranê li Sûriyê li konfiransên navdewletî nenixumîne û mafê redkirinê “Vîto” bikar neyine. Bêtir got ko Vîtoya Rûsî ya herdem li hindirê Encûmena Ewlekariyê, rê dide milîtanên Rêjîmê û yên Îranê ko berdewam kuştaran di derheqê sivîlan de pêk bînin. .
Sadûn destnîşan kir ko Îran peymana guhastina sivîlên Helebê asteng dike û sûre li ser çareserkirina leşkerî ya ko derfetên çareserkirina siyasî têk dibe û tiroristiyê li Sûriyê û cîhanê xurt dike.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî