Hevbendiya Niştimanî êrîşa terorîstî ya li dijî bajarê Kerk yê li başûrê Ordinê û armanckirina sivîlan û hêzên asayîşê şermezar kir, û herwiha behiya şahnişîna Ordinê û sersaxiya malbatên qurbaniyan kir.
Û Hevbendiyê îro di daxuyaniyekê de got ku ” xelkê Sûriyê bi tevayî li kêlek miletê Ordinê yê bira û serkirdayetiya wê li dijî terorîstan radiwestin”.
Ku hejmara qurbaniyên êrîşên li ser Kerk li başûrê Ordinê gihişt 10 an, ji wan 7 polîs û 2 sivîl û geştyareka Kenedî bû.
Wezreta naxwe ya Ordinê di daxuyaniyekê de got ku kesên êrîş pêk anîne, xwe di hundurê kelha dîrokî ya Kerk de asê kirine, û hêjî şer û pevçûn di navbera wan û asayêşê de berdewam in, bê ku wazerata navxwe hîç pêzanîna li ser regeznameya wan bide xuyakirin.
Û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de û bi navê gelê Sûriyê, “dubare hemû karên terorîstî yên bi armanca belavkirina ajawegeriyê û nearamiyê pirotesto kirin”, û hevdem “baweriya xwe bi hêza birayên xwe yên Ordinê bi serderiya pêwîst li dijî terorîstan û xudankarên wan dupat kir”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê