Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di şeva 20/21 çileya pêşiyê 2016 an de, du teqînên terorîstî li nêzîk bargeha PDKI li bajarê “Koya” li herêma kurdistana Îraqê hatin encamdan, û têde hejmarek ji pêşmergên PDKI şehîd ketin û hin din birîndar bûn.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, vê kiryara terorîstî ya ku rijêma tawankar çavkaniya terora cîhanê li pişt wê ye şermezar dike. ji ber tevaya miletên Îranê û yên navçeyê rastî terora wê rêjîmê dibin, çi bi awayekî rasterast be wek terora wê ya li Sûriyê, an jî bi piştgirîkirin û xudankirina rêxistinên terorîstî li gelek welatan be.
Bi vê helkefta xemgîn, Hevbendî piştgiriya xwe ji xebat û tekoşîna gelê kurd û gelên din li Îranê li dijî rijêma îranê ya terorîst dupat dike.
Hevbendî sersaxiya malbatên şehîdan dike û hêviya saxiyê ji birîndaran re dike.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
22 çilê pêşîn 2016