Encumana Niştimanî Ya Kurd teqîna terorîstî ya ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistanî – Îran ya li bajarê “Koyê” yê Kursistana Îraqê armanc Kir Şermezar kir, û Encuman di saxuyaniyeke xwe de tekez kir ku ew li kêleka PDK-Îran li dijî vê kiryara kirêt radiweste, û dilovaniya xwedê ji şehîdan re dixwaze , û hêviya çareserî û saxbûnek bi lez ji birîndaran re dike.
Wek hatiye zanîn ku ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan – Îran, ya li bajarê Koyê li Kurdistana Îraqê, roja sêşembê 20/12/2016 , rastî du êrîşên terorîstî yên li pey hev hat, û di encamê de zêdî 10 kesan şehîd ket û yek ji wan serkirdeyek ji yên Partiyê bû.
Hêjayî gotinê ye ku Deftera Siyasî a PDKÎ di daxuyaniyekê de got:“ Rêjîma Îranê berpirsê vê bûyerê dizane”, û ev yek mehkûm kir û got ku ev kiryara terorîstî careke din nîşan da ku teror û çavkaniya terorîzmê digel hemû bingehên azadî û mirovahiyê neteba ye, û rejîma Îslamî ya Îranê gefek e cîhanî ye li ser jiyana însanî.”
Jêder: Beşê Kurdî JI Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî