120 Şehîd Di Kuştarên Bi Gazên Jehrînî Yên Ko Firokên Rûsya Li Gumdewarê Hema û Reqa Pêkanîne
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Raportine ragihandinî û mafnasî anîn ziman, ko 106 sivîl bi kêmanî şehîd ketine, û nêzîk 300ên din gihane halê bînçikênê, bi encama bombebaraneke hovane ko firokên dagîrkerên Rûsî û Rêjîma Esed têde mûşekên valahî û bombeyên hejhejok û gazên jehrîn bikar anîne, çend bajarok li gundewarê rojhilat yê Hema û bi gazên jehra sarîn di çend êrîşan de li ser bajarê Reqa bikaranîne û di encamê de 15 sivîl şehîd ketine. Hevbendiya Niştimanî van tawanan pirotesto dike û tekez dike gerek vekolîneke navdewletî yekser der barê binpêkirina yasaya navdewletî û tawanên cengê û binpêkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê û bi taybetî ya 2118 çêbibe, û tekez kir ko aliyên berpirsiyarên van tawanan gerek sizayên kirdeyên xwe bibînin. Ev kuştara tawana serdemê dubare dike, ya ko rêjîma Esed di derheqê sivîlan de li Xûta Şamê sala 2013an kir, bê ko tawankar çi sizayê bibînin, vê yekê jî derî li ber bidehên tawan û kuştarên heta îro dibin vekir, û pûçbûna biryara navdewletî wê derî li ber tawanên din li Sûriyê û derveyî wê di demên tên de veke, heta ko dezgehên civaka navdewletî li himber van tawanan bêçare bin. Hevbendiya Niştimanî helwesta navdewletî ya kirêt ya ko hişt mijar bigihên...