Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, sersaxiya malbat û hevalên ramangîrê Sûrî Sadiq Celal Eledim her weha ya miletê Sûriyê bi giştî kir, bi koçadawîkirina wî wek kurê Şamê yê mezin, û yek ji giringtirîn ramangîrên Ereban di serdema nûjen de.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de îro “dîroka koçkiriyê mezin bilid nirxand, ji ber bizav û rola wî di piştgiriya miletê Sûriyê de ji bo bigihê mafê xwe, û li ser helwesta wî ya pirinsîbdar li dijî desthilata stemkar.”
Bêtir got: “Îro Sûriya bejneke ramangîrî û felsefî winda kir, ji ber ew simbolek bû û pêmayekî mezin li pey xwe hişt, û ramanên wî wê rêka hişyarkirin û azadiyê ronî bikin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Eldililah Fehed got”ramangîrê mezin yek ji damezrênerên Hevbendiyê ye, û ji destpêka şoreşê de li dijî rêjîma stemkar û zordar rawestiya, û bi rola rewşenbîrî ya rastîn û sincdar rabû” Fehed bêtir got: “şoreşa Sûriyê ya giranbuha perde ji ser gelek kesên ko navê bijarteyan li wan dihat kirin rakir, û ew aşkere kirin, û li himber wan jî gelek rewşenbîrên rastîn yên ko li rex maf, azadî û rûmeta milet ji roja yekê de rawestiyan diyar kirin, wek Ramangîrê mezin Saqdiq Celal El´edim ”
Îro koçkirina dawî ya ramangîrê mezin Sadiq Celal El´edim li paytexta Elmanya Berlînê bi sedema qeyraneke tendiristî hate ragihandin.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî