Şanda firaksyona Kurdî di Hevbendiyê de, ya ji Dr. Ebdulhekîm Bişar cîgirê serokê Hevbendiyê û endamê desteya bilind ya danûstandinan, û mamoste Fûad Elîko endamê desteya siyasî di Hevbendiyê de, û mamoste Şelal Gedo endamê desteya giştî di Hevbendiyê de pêk tê, civînekê bi şanda komîta navdewletî ya lêpirsînan der barê bûyerên Sûriyê re pêk tîne, û ew şanda navdewletî ji şêwirmendê siyasî û yê yasayî û wergêranê wan pêk dihat.
Şêwirmendê siyasî komît û rola wê ya bingehîn da nasîn, ku di warê binpêkirinên mafên mirovan û tawankariyên li Sûriyê dibin dixebite, û giringiyek taybet da rewşa Helebê û deverên Kurdî li sûriyê, û tawanên dijî mirovahiyê yên ku li wan deveran dibin, piştre şêwirmend bersiva pirsên firakisyona Kurdî da, û endamên firaksyona Kurdî nerînên xwe derbarê wan mijaran diyar kirin.
Jêder: Beşê Kurdî Di Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê De