Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tawankariya firokên rijêma Esed li ser wargehên artêşa Azad û artêşa Tirkiyê yên beşdar di oparesyona “Mertala Feratê” û şehîdbûna sê serbazên Tirkiyê û birîndarbûna deh serbazên din şermezar dike.
Ku ev kiryara pirotestokirî, hewlek nû ye bo piştgirî û parastina rêxistina “DAIŞ”ê ji aliyê Rijêmê ve, û herwiha peydakirina perdeyek esmanî ye bo çekdarên DAIŞ li hember pêşketinên berdewam yên oparesyona “Mertala Feratê”, ya bi saya piştgiriya Tirkiyê pêş dikeve, û bi rastî dijberiya DAIŞ dike, û ji bo bidawîkirin û qewtandina çete û çekdarên wê ji qada Sûriyê serkeftin bidest anîne.
Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya vê tawanê û encamên wê têxe di stûyê rijêma Esed de, û hevdem tekez dike ku oparesyona “Mertala Feratê” wê berdewam be ji bo jinavbirina terorê bi hemî şêwe û dîmenên wê.
Şikodarî ji şehîdan re, Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
24 çirya paşîn 2016