Hevrêzkarê Giştî Yê Desteya Bilind Ya Danûstandinan Riyad Hicab diyar kir ko Rêjîma Esed bûye lîstok di destê Rûsya û Îranê de, û ew hemû karînên dewletê kontrol dikin. Û destnîşan kir ko Rêjîm tenê ji bo çetetî û dizî û talankirinê maye.
Hicab di hevdîtina bi qenala Aljazîrê re doh bi şev got ko “Rêjîm li Sûriyê nîn e, û yên Sûriyê kontrol dikin Rûsî û Îranî ne, û Beşar Elesed tenê lîstokeke û çi hêzên leşkerî di destê wî de tune ne, tenê milîtanên piçûk in, û yên şerê şoreşgeran dikin milîtanên mezhebperest in yên ko ji Libnan, Îraq, Efxanistan, Îran û Pakistanê hatine.”
Hicab tekez kir ko Îran destê xwe daniye ser Sûriyê her wekî ko destê xwe daniya ser Îraqê, û îranî ji gava ko Beşar di sala 2000an de bûye serok, roleke mezin di Sûriyê de dilîzin, û wan hemû movikên dewletê kontrol kirine û alên Hizbulah û wêneyên Hesen Nesrelah kolan dagirtine.
Û di derbarê rabûna Şoreşê de Hicab diyar kir ko Beşar Elesed guh da qata karsazan li ser hesabê karker û cotkaran yên ko bavê wî guh dida wan, û evê yekê hişt ko valahiyeke mezin navbera zengîn û belengazan de çê bibe û rêjeya belengazan ji 11% giha 34%, û gava şoreş rabû Beşar Elesed serpereştên siyasî û ewlekariyê kom kirin û ji wan re got: tiştê çêdibe bi sedema şaşitiyên ewlekariyê û belavbûna gendeliyê ye.
Bêbêtir got ko hemû siloganên şoreşa Sûrî doza çaksaziyê dikirin, ne ya rûxandina Rêjîm, lê dezgehên ewlekariyê naskirin ko desthilatdarî û qezencên wan wê kêm bibin, bi mebest tunûtêjî lidijî xwepêşanderan bikar anîn û fermanên serpereştiya siyasî di wê hingê de bicih neanîn. Xalê Beşar Mihemed Mexlûf û Efserên mezin ew şîret dikirin ku: “Dewlet divê bi potîna leşkerî kontrol bibe.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî