Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, bêdengiya navdewletî li ser rewşa bobelatî ya Sûriyê û bi taybetî ya bajarê Eltel li gundewarê Şamê ya ko ji salekê ve ketiye ber dorpêçkirina hêzên rêjîma Esed pirotesto kir, û diyar kir ko ev rê li ber kuştin û koçkirineke bêtir vedike.
Hevbendiyê doh pêncşembê di daxuyaniyekê de diyar kir ko qaşo bajarê Eltel di agirbestekê de ye, lê ew ketiye ber bombebaraneke tund bi top û bermîlên teqîner digel hewildanên Rêjîma Esed yên berdewam ji bo têwerdanê tê de bikin. Di dema zêdekirina operasiyoneke leşkerî ya nû de, di heman dema erêkirina alayên Artêşa azad li ser destpêkirina gereke nû ya danûstandnan.
Û di riya siyaseta dorpêç û birçîkirin û bombebarankirina cihên niştecihan û avahiyên wan, hêzên Esed û milîtanên mezhebperest dixwazin viyana niştecihan têk bişikînin û wan mecbûrî koçkirinê bikin, wek li taxên Humsa kevin û Dareya û Mûedemiyê û Qudseya û Elhamê li gundewarê Şamê kirin. Ev hewildan îro bajarê El-tel û Xan Elşîh li gundewarê Şamê û Taxa Elweer li Humsê amanc dikin.
Û yasaya navdewletî ya mirovî dibîne ko operasiyona koçkirina kotekî yek ji cûreyên tawanên cengê û tawanên lidijî mirovahiyê ne, hem jî dorpêçkirin û qirkirina komel.
Û Hêzên Esed di du rojên derbasbûyî de taxên bajarê Eltel bi bermîlên teqîner bombebaran kirine, her wiha zevî û taxên niştecihên bajêr li Mecer û Riwês û Şubet Elerd bi topa giran ji rêbendên derdorê amanc kirine, di encamê de hin sivîl şehîd û birîndar ketine
Hevbendiyê daxwaz ji Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî
kir ko berprsiyariyên xwe hilgirin û fişarê bidin ser Rêjîma Esed tako pabendiyê bi biryarên navdewletî bike û daxwazên çareserkirina siyasî pêk bîne, û diyar kir ku Rêjîma Esed dixwaze niştecihan bi çekê birçîkirinê û birrîna kehrebê û gefdana li hevwelatiya bi danîna rêbendan wan koçber bike.
Hevbendiyê baweriya xwe bi nûnerên xelkê û alayên Artêşa Sûrî ya azad tekez kir, û pabendiya xwe bi piştgiriya wan dupat kir. di heman çaxî de jî hişyarî da ji bêbextiya Rêjîmê û tawanên wê û binpêkirina agirbestan û bi taybetî aliyek ji êrîşa wê li ser El-tel wekû tolhildan tê, çimkî xelkên wê pêşwaziya derbiderên Elxûta rojhilat kirin ko hêj di xweragiya afsaneyî de li himber kuştarên Esed berdewam in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî