Daxwiyanî

Hevbendî Girtina Serpereşt û Kadirên Partiya Yekîtî Li Amûdê Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di çarçoveya kirdeyên zordarî yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD de li dijî partiyên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, hêzêke çekdar ya bi ser PYD ve roja pêmcşembê 17.çêriya paşî/November, ketin bargeha Partiya Yekîtî Kurdî li bajarê Amûdê û çend serpereşt û kadirên partiyê yên ko li hindir bûn girtin, û ew bi aliyekî nediyar ve birin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê van girtin û kirdeyên zordarî pirotesto dike, ew karên ko bûn rêbaza vê partiyê ji gava ko desthilatiyê bi zora çekan li herêmê dike, û ew dixwaze çi kesên rikberî xwe têk bibe li gora mêjiyê rêjîma dîktator girtin û devgirêdanê dike. Bijî şoreşa Sûriyê ya pîroz, Serberzî bo şehîdan, saxî bo birîndaran û azadî bo girtiyan, bijî Sûrya û bijî miletê wê serbilind û azad. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 18.11.2016

Hevbendî Nûçeya Koçadawîkirina Zanyar Şêx Mihemed Sirûr Zeyn Elabidîn Radigihîne

Daxuyaniya Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, bi mixabinî û xemgîniyeke mezin nûçeya koçadawîkirina zanyarê olî Şêx Mihemed Sirûr kurê Nayifê Zeyn Elabidîn bihîst, yê di 78 saliya xwe de ya hemû di berevaniya mafnasî û dadiya xizmeta miletê Sûrî û kêşeyên netewî derbas kir. Û çend pertûk bi rêbaza bêalî û netundî û lidijî ramana tundrewî nivîsandine. Zanyarê koçkirî di rêbaza xwe de guh daye zanistiyê, û tembelî û nerênî red kirine. Şepêlek afirandiye tê de karê ramangîrî û guhdana bi siyasetê û kêşeyên wê bi hev re civandine , hem jî zanistiya oldarî, û bi helwestên xwe yên li dijî tundrewiya Xumeynî ji destpêka salên heştêyî de hatiye nasîn. Bi koçkirina Zanyarê olî, Sûriya û cîhana Erebî û Islamî simboleke zanistî û ramangîrek miyanrê û kesayetiyeke hişmend ko bendora wî di pêvajoya şoreşa Sûrî de hebû winda kirin. Dilovaniya Xwedê li ser koçkiriyê mezin be serkeftin bo şoreşa azadî û rûmetê “Em ji Xwedê re ne, û emê lê vegerin”. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê 12.11.2016

Daxuyaniyek Derbarê Gotinên Rûsiya Yên Dibêjin Ku Çekên Jehirdar Li Rex Artêşa Azad Hene !

Daxuyaniyeke Rojnanemavanî Jêdrekî berpirs ev yek ragihand: Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi yekcarî red dike ku çi pêwendiyeka Artêşa Azad û hêzên şoreşa Sûriyê bi naveroka daxuyaniya arêtşa Rûsiya ya îro derketiye hebe, ya dibêje ku wan di navçeya 1070 ya Helebê de ya şer û pevçûnên dijwar lê hatîn encamdan, hin top û bombeyên dagirtî bi herdu gazên kilorê û fosfor dîtin e. Hevbendî tekez dike ku artêşa azad di şer û pevçûnên xwe de yên li Helebê yên li dijî milîsên Esed û yên mezhebperist û terorîst, bitenê çekên sivik û yên dijî mertalan bikar tîne. Û herwiha ku ew bombeyên hatine dîtin, bitenê ji aliyê hêzên Beşar û milîsên Îranê yên terorîst tên bikaranîn. Û daxuyaniya Rûsiya belgeyek aşkera ye li dijî van milîsan, li ser bikaranîna bombeyên dagirtî bi gazên jehirdar, di demên bûrî de li çend navçeyên Helebê. Hevbendî daxwaz dike ku rêxistinên taybetmend yên NY, dest deynin ser wan bombeyan, û herwiha daxwaza vekirina doseyeka lêkolînek rijd dike, derbarê berpirsyaretiya desthilata Esed û hevalvendên wê di ber van bombeyan de. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 11 çirya paşîn 2016

Gelek Qurbanî Ji Sivîlan Bi Êrîşên Hevpeymana Navdewletî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi kêmî 23 sivîl ji nav wan 7 zarok û 9 jin bi sedema bombebarana firokên Hevpeymana navdewletî li gundewarê Reqayê (8ê çêriya paşî) şehîd ketin. Hevbendiya Niştimanî vê bûyera ko sivîl têde hatine amanckirin pirotesto dike, û bi xurtî dawazê dike ku ev bûyerên wisa rawestin, û divê vekolîn tê de bibin, û li pilanên operasiyonên li dijî DAIŞê vegerin û kar bo sizakirina berpirsiyaran bikin. Serpereştiya navendî ya Hevpeymaniyê şeva buhûrî mukur hat ku ew bû sedema kuştina 26 sivîlan di navbera çêriya paşî ya sala 2015an û heta Eylûla darbasbûyî, û rêkxistinên mafnasiyê yên serbixwe dibînin ko hejmar ji wilo bêtir e. Tev ko Serpereştiya Navendî ya Hevpeymaniyê mukur hat, lê hebûna qurbaniyên sivîl tê wateya ko karên ji bo saxlemiya sivîlan yên pêdivî nehatine kirin. Miletê Sûrî bizava ji bo têkbirina DAIŞê bilind dinirxîne, lê ew dizanin wek ko xelk hemû dizanin ku rêjîma Esed makdera tiroristiyê ye û ew sedema wê ye, û eger pêrabûnên pêdivî nekin û jêderê vê tiroristiyê têk nebin ew ê berdewam belav bibe. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 10.11.2016  

Opozisyona Sûrî Xweşhaliya Xwe Bi Hilbijartina Tiramp Serokê Emerîka Da Û Parastina Sivîlan Digel Wezîrê Derve Yê Elmanî Gengeşe Kir

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Berlîn, 09.11.2016 Şanda Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi serokatiya Enes Elebde digel wezîrê derve yê Elmanî Firank Valter Şitayinmer îro çarşemê li Berlînê Paytexta Elmanya civiya. Elebde spasiya Wezîrê derve Ştayinmer kir li ser piştgiriya Elmanya ya berdewam ji miletê Sûrî re bi taybetî alîkariyên mirovî û rola wê di çareserkirina qeyrana penaberan de, her wiha herdu aliyan rêbazeke nû û tekûz ji bo qeyrana Sûriyê ko pêşî giringiyê dide parastina Sivîlan gengeşe kirin, û xweşhaliya xwe bi hilbijartina serokê nû yê Emerîka Donald Tiramp dan xuyakirin. Di gotina xwe de ya li ser Civînê Elebde got: “em xweşhal in bi hilbijartina Donald Tiramp wekû serok ji Emerîka re û bi hêvî ne ko bi roleke serpereştî digel tîma xwe li Sûriyê rabin, û hêvî dikin ko nerîna rexnegerên xwe şaş derxîne û bi roleke mezintir rabe da gavin diristî di parastina sivîlan de bavêje. Û di vê mijarê de me xweşhaliya xwe bi pabendiya wezîrê derve yê Elmanî Ştayinmer da ko piştgiriya gavên pêdivî ji bo parastina sivîlan bike.” Wezîrê derve yê Elmanî diyar kir ko welatê wî digel me ye bi amanca me ya hevbeş ko em bigihên çareserkirineke siyasî li Sûriyê û pabendiya me ko rêjîma...

Şehîdbûna Hin Lehengên Artêşa Azad Li Gundewarê Der’a

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Duhî û di dema lehengên Artêşa Azad bi erkên xwe radibûn, ji bo standina Elketîbe Elmehcûra li rojhilatê Ibte'h li gundewarê Der'a, hin qehremanên artêşa azad ji aliyên hêzên Esed û milîsên mezhebperist ve hatin dorpêçkirin, û ligor raportan ku nêzîkî 20an ji wan hatin şehîd kirin. Di dema ku Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbatên şehîdan dike, hevdem destxweşiyê li qehremanî û xwerageriya artêşa azad dike, ku bi xweragerî û mêrxasî li hember êrîşên rijêma faşist radiwest e, herwiha destxweşiyê li tekoşîna şervan û şoreşgeran li ser hemû aniyan dike, ya ji bo parastina sivîlan û mana li ser piransîpên şoreşê û mafên milet ji bo bidestxistina dad û romet û azadiyê. Ev qehreman tevlî karwanê şehîdên Sûriyê dibin, yên jiyana xwe li pêxema parastina gel û dabînkirina mafên wî kirine qurban, ku şehîdbûna wan rijdî û dakokiya me zêdetir dike ji bo dirêjîpêdana tekoşîna me ya ji bo welat û rizgarkirina gel. Rehmet li şehîdan be, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 31 çirya pêşîn 2016  

Rijêm Û Rûsiya Xwendingehên Idlibê Bombebaran Dikin Û Têde Şehîd Û Birîndar Hene

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên Esed û Rûsiya îro piştî nîvro û di êrîşekê de li ser komeke xwendingeh û bazargeheka gelêrî li bajarê Has li gundewarê Idlibê, rabûn bikaranîna mûşekên bihêzteqîn yên bi pareşotan hatin avêtin, ku bûn sedema şehîdbûna 26 kesan bi kêmayî, ku piraniya wan xwendekar û wanebêj bûn, tevî birîndarbûna hejmarek ji kesên din. Hevbendiya Niştimanî vê tawankariya pîlankirî û bimebest li dijî sivîlan û bikaranîna çekên teqînbihêz û armanckirina zarok di xwendegehên wan de şermezar dike, ku ev tawankarî tên bi hewla zêdekirina bazinê kuştin û ajawegeriyê û neçarkirina sivîlan li ser koçkirin û barkirinê. Û berpirsyaretiyên civaka navdewletî xuya ne li hember vê tawanê, herçende ku hêjî serkirdeyên cîhanê û endamên xudan bandor di NY de, bêrol û bêdeng in li hember tawana şer ya berdewam, ku ev yek dibe fakterê alozkirina kirîza Sûriyê bê dîtina asoyekî çareserkirinê. Şikodarî ji şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragigandinê 26 çirya pêşîn 2016

Daxuyaneke Hevbeş Li Ser Destpêşxeriya Netewên Yekgirtî Derbarê Derxistina Hejmareke Destnîşankirî Ji Birîndaran Ji Taxên Helebê Yên Dorpêçkirî

Daxuyaniyeke Hevbeş Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û Artêşa Sûriyê ya Azad, piştgiriya xwe ji her destpêşxeriyek cidî re ji bo rakirina dorpêçkirinê û derbaskirina alîkariyên mirovî tekez dikin, û Heleb jî yek ji wan deveran be, û derxistina birîndar û nexweşên giran, û cêbicêkirina biryara encûmena asayîşê hejmar 2254 ya sala 2015an bi hemû bendên wê û biryarên din yên pêwendîdar, herwiha amadebûna xwe bo pêşkêşkirina alîkariya pêwîst di derbarê vê yekê de jî tekez dikin. Û di heman çarçoveyî de, Hevbendî û Artêşa Azad tekeziyê dikin li ser wê yekê ku destpêşxeriya pêşbînîkirî ya ji aliyê NY, derbaskirina alîkariyên mirovî tê de tune ye, û bi tenê derxistina wan birîndarên birînên wan giran ligel havkarên wan têde hatiye, hevdem ligel fişarên ewlekarî û yên serbazî û rojnamevanî yên ji aliyê dagîrkariya Rûsiya, û alîkariya Bişar Esed dibe ji bo koçberkirina tevahiya sivîl û şoreşger û şervanan, ku ev yek dihêle ev destpêşxerî kêm be, û bi tenê bibe fakterê valekirina bajêr, li şûna ku xelkê bihêlin li ser war û cihên wan, tevî têbîniyên me ku ev yek hevdem tê ligel kiryarên koçbarkirina neçarî yên li Me'demiyê û Qudseya û Elhamê dibin, û herwiha yên...

Teqîneke Terorîstî Li Derdora Ezazê Li Dijî Sivîlan Û Artêşa Azad

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîstî ya duhî bi şev li dijî cîgehekî li derdora bajarê Azazê hatî pêkanîn û 30 kes têde ji sivîlan û milîtanên artêşa azad şehîd ketine şermezar dike. Hevbendî dubare daxwaza karekî cidî ji civaka navdewletî dike ji bo têkbirina terorê, û herwiha daxwaza pişkdariya wê dike ji bo rawestandina komelkujiyên berdewam yên di derheqê gelê Sûriyê de li ser destê rejima Esed û alîgirên wê dibin. Herwiha Hevbendî gunehê belavbûna terorê têxe di stûyê dagîrkeriya Rûsiya û Îranê û di stûyê rejima Esed de ji ber siyasetên wan yên tawankarî, û hevdem cext li ser giringiya wê yekê dike ku pêwîst e civaka navdewletî bi lêdana koka terorê rabe, ya ji rejima Esed hevpeymanê herî nêzîk yê rêxistina DAÎŞê pêktê. Şikodarî ji şehîdan re, saxî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Nişrimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 14 çirya pêşîn 2016

Rêkeftina Qudseya Û Elhamê Koçbarkirinek Neçarî Ya Nû Ye Ya Rejim Ji Bo Rajeya Îranê Pêktîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, hewlên Rêjîmê yên ferzkirina agirbestên takalî li ser xelkê Qudseya û Elhamê yên li gundewarê Şamê şermezar dike, û wê bi pêgavekî di çarçoveya pirojeyê koçbarjirina neçarî ya berdewam li tevahiya navçeyên Sûriyê bi armanca guhertina nasnameya wê dibîne, yên bi piştgirî û hemahengiya tekûz ya digel rejima Îrana dagîrker û bi çavdêriya dagîrkeriya Rûsiya dibin. Hevbendiya Niştimanî ltekeziyê dike li ser neyasayiya her rêkeftinekê bi armanca guhertina demografîk dibe, her weha zemînê li pêş parçekirina welat xweş dike, yan yên berovajî maf û rûmet û azadiya welatiyan dibin. Û rêjima Esed û hevalbendên wê, tên naskirin bi xiyanet û binpêkirina agirbest û rêkeftinan, û herwiha ew hatine naskirin bi berdewamiya tawan û serkutkirinê li dijî şoreşger û sivîlan, herwiha di heman çarçoveyî de, em balê dikişinin ser binpêkirina wê ji agirbesta valakirina bajarê Dareya re, piştî dorpêçkirineke dirêj û wêrankariyeke bi mebest , ku rêjîm hêjî berdewam e û jin û zarokên girtî yên li rex xwe serbest bernade. Rejima Esed û hevalbendên wê, siyasetek tawankarî bi armanca kuştin û koçberkirin û wêrankariyan û guhertina demografîk pêrew dike, li ser wê xeyalê dijîn ku dikarin îradeya xelkê Sûriyê bişkînin,...

Page 95 of 137 1 94 95 96 137

Nûçeyên Dawî