Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxuyaneke Hevbeş Li Ser Destpêşxeriya Netewên Yekgirtî Derbarê Derxistina Hejmareke Destnîşankirî Ji Birîndaran Ji Taxên Helebê Yên Dorpêçkirî

October 21, 2016
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A

Daxuyaniyeke Hevbeş

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û Artêşa Sûriyê ya Azad, piştgiriya xwe ji her destpêşxeriyek cidî re ji bo rakirina dorpêçkirinê û derbaskirina alîkariyên mirovî tekez dikin, û Heleb jî yek ji wan deveran be, û derxistina birîndar û nexweşên giran, û cêbicêkirina biryara encûmena asayîşê hejmar 2254 ya sala 2015an bi hemû bendên wê û biryarên din yên pêwendîdar, herwiha amadebûna xwe bo pêşkêşkirina alîkariya pêwîst di derbarê vê yekê de jî tekez dikin.

Û di heman çarçoveyî de, Hevbendî û Artêşa Azad tekeziyê dikin li ser wê yekê ku destpêşxeriya pêşbînîkirî ya ji aliyê NY, derbaskirina alîkariyên mirovî tê de tune ye, û bi tenê derxistina wan birîndarên birînên wan giran ligel havkarên wan têde hatiye, hevdem ligel fişarên ewlekarî û yên serbazî û rojnamevanî yên ji aliyê dagîrkariya Rûsiya, û alîkariya Bişar Esed dibe ji bo koçberkirina tevahiya sivîl û şoreşger û şervanan, ku ev yek dihêle ev destpêşxerî kêm be, û bi tenê bibe fakterê valekirina bajêr, li şûna ku xelkê bihêlin li ser war û cihên wan, tevî têbîniyên me ku ev yek hevdem tê ligel kiryarên koçbarkirina neçarî yên li Me’demiyê û Qudseya û Elhamê dibin, û herwiha yên berî wan li Dareya li gundewarê Şamê bûn, hevdem ligel bêdengiya NY û bêkarînbûna wê di standina helwestekê de li gor asta berpirsyaretiyên xwe li hember parastina sivîlan.

Herwiha destpêşxerî hatiye bê dana gerantiyan bo birîndaran û hevalên wan di dema ku rastî dûvçûna hewalgerî bibin ji aliyê milîs û hevalbendên Beşar, ku ev yek dibe cihê metirsiyê li ser jiyana sivîlan, ji gefên kuştin û girtinê.

Em di Hevbendiyê û Artêşa Azad de, bi mixabinî dibînin ku NY bûye alavek di destê Rûsiya de ji bo derbaskirina ajendeyên xwe, û hevdem çavê xwe ji tawan û binpêkirinên wê yên li dijî yasaya navdewletî dibin digire, û em dibînin ku pêwîst e û dem hatiye ku NY careke din, û nemaze piştî helbijartina sikêrtêrekî giştî yê nû,  hûrbîniyek bi kurahî û rastî ji siyasetên xwe re çêke, ku di dema bûrî de bi yek çavî li tawanbar û qorbanî temaşe dikir, herwiha ew di derbaskirina ajendeyên desthilata Bişar û milîsên terorîst yên Îranê de beşdar bû, û perdeyek xistibû li ser tawanên şer yên ji aliyê Rûsiya dibûn, ku li dawiyê bû sedema şikestina NY û nekarîna wê di pirotistikirina vê yekê de.

Berpirsyaretiyên civaka navdewletî gelek mezin in ji bo rûbirûbûna hewlên Rûsiya yên zêdekirina kuştinê li Helebê û deverên din, bi bikaranîna çekên qedexekirî, û ji wan bombeyên lerzandinê û napalim û yên şewtandinê û çekên kêmyayî, ku pêwîste li hember encamderên tawanên qirkirinê û yên şer bêdeng nemîne, ji kîsê xwîna xelkê Sûriyê û giyanê zarok û jinên wê.

Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê

Û Artêşa Sûriyê Ya Azad

21 çirya pêşîn 2016

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Em Matmayî Dimînin Ji Netewên Yekgirtî Ku Bûye Alavek Di Destê Rûsiya De Ji Bo Derbaskirina Ajendeyên Wê

Em Matmayî Dimînin Ji Netewên Yekgirtî Ku Bûye Alavek Di Destê Rûsiya De Ji Bo Derbaskirina Ajendeyên Wê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.