Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û Artêşa Sûriyê ya Azad, matmayîbûna xwe ji Netewên Yekgirtî diyar kirin ku bûye alavek di destê rûsiya de ji bo derbaskirina ajendeyên wê, û çavê xwe ji tawan û binpêkirinên wê ji yasaya navdewletî re digire, û bal kişandin ku destpêşeriya taybet bi Helebê “kêm”e.
Herwiha Hevbendiyê û artêşa Azad piştgiriya xwe ji her destpêşxeriyek cidî re ji bo rakirina dorpêçkirinê û derbaskirina alîkariyên mirovî tekez kirin, û Heleb jî yek ji wan deveran be, û derxistina birîndar û nexweşên giran, û cêbicêkirina biryara Encûmena Asayîşê hejmar 2254 ya sala 2015an bi hemû bendên wê û biryarên din yên pêwendîdar, herwiha amadebûna xwe bo pêşkêşkirina alîkariya pêwîst di derbarê vê yekê de jî tekez kirin.
Ku îro Hevbendiya Niştimanî û Artêşa Azad di daxuyaneyek hevbeş de gotin ku em dibînin ku pêwîst e û dem hatiye ku NY careke din, û nemaze piştî helbijartina sikêrtêrekî giştî yê nû, hûrbîniyek bi kûrahî û rastî ji siyasetên xwe re çêke, ku di dema bûrî de bi yek çavî li tawanbar û qurbanî temaşe dikir, herwiha ew di derbaskirina ajendeyên desthilata Bişar û milîsên terorîst yên Îranê de beşdar bû, û perdeyek xistibû li ser tawanên şer yên ji aliyê Rûsiya dibûn, ku li dawiyê bû sedema şikestina NY û nekarîna wê di pirotistikirina vê yekê de.
Û di heman çarçoveyê de, Hevbendî û Artêşa Azad tekezî kirin li ser wê yekê ku destpêşxeriya pêşbînîkirî ya ji aliyê NY, derbaskirina alîkariyên mirovî tê de tune ye, û bi tenê derxistina wan birîndarên birînên wan giran ligel hevkarên wan têde hatiye, hevdem ligel fişarên ewlekarî û yên serbazî û rojnamevanî yên ji aliyê dagîrkariya Rûsiya, û alîkariya Bişar Esed dibe ji bo koçberkirina tevahiya sivîl û şoreşger û şervanan, ku ev yek dihêle ev destpêşxerî “kêm” be, û bi tenê bibe fakterê valekirina bajêr, li şûna ku xelkê bihêlin li ser war û cihên wan, nemaze ku ev yek hevdem tê ligel kiryarên koçbarkirina neçarî yên li Me’demiyê û Qudseya û Elhamê dibin, û herwiha yên berî wan li Dareya li gundewarê Şamê bûn, hevdem ligel bêdengiya NY û bêkarînbûna wê di standina helwestekê de li gor asta berpirsyaretiyên xwe li hember parastina sivîlan.
Herwiha daxuyaniyê bal kişand ku destpêşxerî hatiye “bê dana gerantiyan bo birîndaran û hevalên wan di dema ku rastî dûvçûna hewalgerî bibin ji aliyê milîs û hevalbendên Beşar, ku ev yek dibe cihê metirsiyê li ser jiyana sivîlan, ji gefên kuştin û girtinê”.
Herwiha Hevbendiyê û artêşa Azad cext kirin li ser ku berpirsyaretiyên civaka navdewletî gelek mezin in ji bo rûbirûbûna hewlên Rûsiya yên zêdekirina kuştinê li Helebê û deverên din, bi bikaranîna çekên qedexekirî, û ji wan bombeyên lerzandinê û napalim û yên şewtandinê û çekên kêmyayî, ku pêwîste li hember encamderên tawanên qirkirinê û yên şer bêdeng nemîne, ji kîsê xwîna xelkê Sûriyê û giyanê zarok û jinên wê.
Jêder: Hevbendî