Daxwiyanî

Daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî Sebaret Karubarê Gera 30emîn Ya Desteya Giştî Xuleya Şehîd Ye’qûb El’imar

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, civînên xwe yên xula 30an (xuleya şehîd Ye'qûb El'imar) di navbera 1-3 çirya pêşîn 2016 li Stembolê di baregehê Hevbendiya Niştimanî de lidar xist, ligel kawdan û rûbirûbûnên zehemt ku têde kirîza Sûriyê derbas dibe, hevdem ligel zêdebûna derdeseriyên xelkê Sûriyê, ji encama berdewamiya siyaseta tawankariyê ya tê birêvebirin ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê herdu hikûmetên Rûsiya û Îranê û milîsên tayifeperist, hevdem ligel paşketina rola herêmî û ya navdewletî ya ji bo dîtina çareseriyê ji kêşeya Sûrî re, û bi dawîkirina êş û azarên milet û peydakirina derfetan bo veguhestina Sûriyê ji rêjîmeke zordest û wêrankar bo rêjîmeke siyasî ya nû, ku bibe zimanê xelkê Sûriyê û armancên şoreşê ji bo dad û wekhevî û azadiyê. Desteya giştî ya Hevbendiyê û hevdem ligel van kawdan û baredoxan, xişteya karubarên xwe gengeşe kirin, û di serî de pirojeyê çaksaziya Hevbendiyê, ku ji sê xalên serekî pêkdihat, yekem kar ji bo pêşxistina bernameyê siyasî, bi awayê ku bigunce ligel dîmenên qonaxa dahatî ya kêşeya Sûriyê, duwem; tekezkirina rêbaza karvedanker ya Hevbendiyê bo xwe kirî rêbaz di têkiliyên xwe de yên ligel sercem hêz û kesayetiyên di...

Hevbendî Teqîna Terorîstî Ya Armanckirina Derwazê Atma Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîstî ya li ser derwazê Atma yê "mirovî" yê li ser sînorê Tirkiyê şermezar dike, ku bi sedema teqînê nekêmî 30 kesî şehîd û bi dehan birîndar ketin, û hêjî bizava rizgarkirina birîndaran û veguhestina wan berdewam e. Hevbendiya Niştimanî bi navê hemû hemwelatiyên Sûriyê sersaxiya malbatên şehîdan dike, û hêviya saxiyek zû ji birîndaran re dike. Û pêkanîna van tawanan ji aliyê rêxistina DAÎŞa terorîst ve, nayê wateya ku rêjîma Esed ne berpirsyar e di ber van tawanan de, herçende ku maka terorê bi çi navî be her yek e, herwiha rêjîma Esed bi kuştin û koçbarkirinê û rêxistinên terorîst, nikare îradeya xelkê Sûriyê bişkîne, yan şoreşa wan ya ji bo rûmet û dad û azadiyê rawestîne. Bêgoman berpirsyaretiya van tawanan herwiha dikeve li ser stûyê encûmena ewlekariya navdewletî û NY de jî, ya ku têşikest û heta niha rojane di ber hilgirtina erkên xwe de li hember rewşa sivîlên Sûriyê têkdişike. Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 06 çirya pêşîn 2016  

Hevbendî Teqîna Terorîstî Ya Li Dijî Ahingeke Şahiyê Li Hesekê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî tawana hatî pêkanîn ji aliyê rêxistina DAÎŞa terorîst ya duhî êvarî dijî holeke şahiyan li bajarê Hesekê şermezar dike, ku têde gelek şehîd û birîndar ketine. Hevbendî sersaxiya malbatên şehîdan dike û saxiyê ji birîndaran re dixwaze, hevdem tekez dike ku artêşa azad berdewam e di şerê ji bo jinavbirina terorê û li dijî her aliyê li pişt radiweste, û yên wê ji bona ziyanan bigehînin şoreşê û ji bo belavkirina ajawegeriyê bikar tînin. Tawan her tawan in, çi bi çek û bombe û bermîlên ji firokan tên avêtin bin, û çi yên bi kemberên teqîner bin, û wê berpirsên van tawanên li dijî sivîlan bêne dadgehkirin û wê bigehin sizayên xwe. Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 4 çirya pêşîn 2016

Hevbendî Destxweşiyê Li Destpêşxeriya Yekîtiya Ewropî Ya Ji Bo Derbaskirina Alîkariyan Bo Navçeyên Helebê Yên Dorpêçkirî Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, destxweşiyê li destpêşxeriya Yekîtiya Ewropî dike, ya ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên awarte bo taxên Helebê yên dorpêçkirî. Hevbendî piştgiriya xwe ya tekûz ji destpêşxeriyê re radigehîne, ew destpêşxeriya hatî ragihandin di daxuyaniya hevbeş ya berpirsa karubarên derve ya Yekîtiyê Firêdrîka Mogîrînî û karsparteyê taybetmend bi karubarên mirovî Stayliya Nîdis de. Herwiha amadehiya artêşa azad tekez dike ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo pêgirî û cêbicêkirina xalên destpêşxeriyê di nav sercem navçeyên rizgarkirî de, tevî navçeyên dorpêçkirî yên ji aliyê rêjîma Esed û milîsên terorîst yên dûvelankên wê. Hevbendî cext li ser giringiya gihandina alîkariyan bo sercem navçeyan dike bê merc û bê destwerdana rêjîmê û milîsên terorîst, herwiha cext li ser wê yekê dike ku pêwîst e ev yek bête cêbicêkirin bi hemahengiya ligel NY î, bi awayekî ku gihandina alîkariyan bi rêka rêxistinên mirovî yên pêwendîdar bête gerantîkirin. Hevbendî daxwaza giringiya pabendiyê bi hemû birgên destpêşxeriyê dike, tevî veguhestina bê merc ya nexweş û birîndarên hatine birîndarkirin bi sedema êrîşên firokên Rûsiya û firok û topxaneyên rêjîma Esed li ser sivîlên taxên dorpêçkirî. Pêwîst e civaka navdewletî bizanibe ku çareseriyên parçe parçe nakevin di xizmeta bidawîkirina bobilat...

Daxuyaniyek Derbarê Zêdekirina Oparisyonên Leşkerî Yên Hovane Li Ser Helebê Û Paşeroja Piroseya Danustandinan

Daxuyaneke Hevbeş Bi navê xwedayê mezin û mihreban Rêjîma Esed û bi hevpariya hevalbendên xwe Rûsiya û milisên Îranê, êrîşên xwe yên hovane li ser xelkê Helebê zêdetir kirine, bi bikaranîna siyaseta qada şewitî, bi armanca wêrankirina Helebê û koçberkirina xelkê wê. Ev dijminkariya bêhempa hat, hevdem ligel bidawîkirina agirbestê û redkirina cêbicêkirina birgên wê ji aliyê rêjîmê bi awayekî tekalî. Ev oparesyon heta niha bûne sedema kuştina bi sedên sivîlan ji xelkê Helebê û navçeyên dorpêçkirî, ji ber armanckirina wan bi çekên qedexekirî, û tevî bikaranîna napalim û çekên kêmyayî, hevdem ligel bêdengiyek navdewletî û nebûna karvedanek navdewletî ya xuya li hember tawanên şer yên dîkomîntkirî yên di derheqê gelê Sûriyê de dibin, û cêbicênekirina rêjîmê ji biryarên encûmena ewlekariyê re, hejmar 2042 û 2118 û 2165 û 2209 û 2235 û 2254. Aliyên emze kirine li ser vê daxuyaniyê û ji ber berpirsyaretiyên şoreşgerî û niştimanî û rewiştkarî li hember gelê xwe, tekeziyê li ser van xalan dikin: 1. Piroseya danustandinan û ligor van pêşhatên niha hîç mifa û wateyek jê re nema ye, nemaze di bin sîbera bombebarankirin û kuştin û wêrankariyan de, yên pêwîst e li gor biryarên navdewletî bilez û bicarekê rawestin. 2. Em red...

Tawankariya Rûsya Û Bêdengiya Civaka Navdewletî Berpirsiyar in Di Ber Rijandina Xwîna Sûrî De

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rêjîma Esed û dagîrkerên Rûsî, kampaniyeke tawankarî bi bombebarana asmanî cîbicî dikin, taxên niştecihan yên dorpêçkirî li Helebê amanc dikin, bi dîmeneke bobelatî, çimkî dîmenên ko ji wir tên û li cîhana bêdeng belav dibin, riyalîtek e qet bi gotinan nayê salixdan. Hevbendiya Niştimanî vê kampanya tawankarî ya ku têde nakokî û hevsengiyên navdewletî li ser hesabê xwîna miletê Sûrî tên serastkirin pirotesto kir. vê tawankariyê zarok û jin, mizgeft û dêr û nexweşxane amanc kirin, bombe û mûşek bikar anîn, wêraniyên mezin çêkirin, û bizavê dike ko hejmareke bêtir ji kuştin û koçkirina sivîlên Helebê yên dorpêçkirî bike. Îro û li pêşberî tawankariyeke cengê ko bi roj pêk tê, û zêdegaviyên kirêt tê de dibin, yên hêjayî pirotestokirinê ne. civaka Navdewletî di bêpirsiyariya xwe de berdewam e, bi tawankariyê re dijî hem wê birêve dibe û sûdê jê werdigire, rastiyê piştguh dike, û encamên vê lênerîna kirêt ne tenê tewankaran şermezar dike û kesên bêdeng jî aşkere dike, lê belê ew dergehekî li ber paşerojeke reş ko tiroristî li herêmê û cîhanê zêdetir bibe vedike. Banga dawî ji bo rizgarkirina sivîlên Sûrî dest pê kir, û gerek desthilatên dost û bira berpirsiyariyên xwe hilgirin, piştî ko ji...

Hevbendî Nûçeya Terorkirina Wezîrê Kargêriya Xwecihî Û Cîgirê Wezîrê Xizmetgozariyan Û Hejmarek Ji Şehîdan Radigihîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî  (Kesê di ber xwedê têne kuştin ew ji miriyan nayên hejmartin, belê ew li cem xwedayê xwe sax dijîn) Hevbendiya Niştimaniya ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nûçeya terorkirina wezîrê kargêriya xwecihî yê Hikûmeta demkî mamoste Ye'qûb Ele'mar û endezyar Cemal El'emarîn cîgirê wezîrê xizmetgozariyan, yên di kiryareka terorîst ya xwekujî de, bi destê rêxistina DAÎŞ a terorîst hatin armanckirin, tevî hejmarek ji şehîd û birîndaran ku rewşa hinek ji wan xirab e radigihîne. Hevbendiya Niştimanî vê tawana kirêt şermezar dike û tekez dike ku ew kesên tawankar wê bêne sizadan, û tekez dike ku nêzîk e dawiya vê rêxistinê û rêveber û çêkerên wê tê. Em rehmetê ji Şehîdan re dixwazin, û sersaxiya tevaya keç û kurên Sûriyê yên şoreşger dikin, û carek din dupat dikin ku şoreşa Sûriyê bi dirêjahiya şeş salan tekez kir ku ew şoreşa miletekî resen e, û kar û xebatê ji bo azadî û dad û rûmeta xwe li hember teror û zordariyê dike, herwiha berdewam e ji bo pêkanîna armancên xwe, û zordestî û dagîrkarî û teror ber bi neman û dawiyê diçe. Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi...

Rûsya Tawankariyek Bi Amanckirina Karwanê Alîkariyan Pêkanî Û Bizavê Dike Ji Bo Têkbirina Agirbestê

Daxwiyaniyeke Rojnemevanî Firokên dagîrkerên Rûsya û hinên din yên Hêzên Rêjîma Esed doh êvarî karwanekî alîkariyan ko ji 20 kamyonan pêk dihat yên bi ser Rêkxistina Heyva Sor ve ne dema di bajarokê Orma Ekkubra re li bajarê Helebê buhûrî bombebaran kir,  di encamê de çen kes şehîd ketin û hin birîndar bûn û agir bi çend kamyonan ket. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê evê tawankariyê pirotesto dike û aliyê Rûsî bi temamî sûcdar dike, her wiha berpirsiyariya têkbirina peymana agirbestê da ser mile Rûsya , her wiha berpirsiyariya hemû binpêkirinan ji gava ko peyman ket warê cîbicîkirinê û heta nuha da ser mile wê ku 264 rewş dêkomed bûne û 64 kes di encamê de şehîd ketine. Ev tawankarî diyare wek agahiyekê ji sotandina hemû çareseriyan û berdewamiya bijarteya kuştin û wêrankirinê ya ko Rêjîm ewê baştir dibîne bi piştgiriya dagîrkerên Rûsî yên tawankar, her wiha diyare wek şermezarkirinekê ji civaka navdewletî û nediyarabûna wê re di hilgirtina berpirsiyariyên xwe de beramber cengeke tawankarî ji pênc salan ve li ser miletekî resen ko ji bo doza azadî, rûmet û dadiyê xwepêşindan kir. Ev tawankarî wek hemî tawanên Rêjîmê û hevalbendên wê yên berê wê nikaribe viyana...

Xwestina Îmzaya Rêjîmê Ji Bo Derbaskirina Alîkariyan Berovajî Biryarên Encûmena Ewlekariyê Ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi xurtî tekezî kir li ser giringiya pabendbûna bi biryara 2165 ya Encûmena Ewlekariyê ya sala 2014 an bi tevaya birgên wê ve, nemaze birga girêdayî bi îmzakirina rêjîma Esed li ser derbasnekirina alîkariyan ji navçeyên rizgarkirî û yên ne dibin destê wê de, tevî derbaskirina bilez ya alîkariyan di rêka derwazeyên sînorî re yên di dest hêzên artêşa azad de. Lewra; ku hewlên şanderê navdewletî Dîmestora ji bona wergirtina erêkirinê ji aliyê rêjîmê ji bo derbaskirina alîkariyan; berovajî biryarên encûmena ewlekariyê ne, herwiha li dijî navroka agirbestê ne. Di praktîkê de, ya pêwîst ew e, navçeya kastîlo bê valakirin ji her hebûna pêgehekî serbazî yê rêjîmê û yê dagîrkariya Rûsiya, û rêveberiya navçeyê bikeve di dest NY de, û têde bilez li Helebê û hemû navçeyên Sûriyê yên dorpêçkirî alîkarî bêcudahî bêne dabeşkirin, herwiha bûyerên rêgirtina rêjîmê ji derbaskirina alîkariyan re bên dîkomîntkirin her wekî dîkomentkirina binpêkirinên ji agirbestê re bibin. Hevbendî cext li ser giringiya rawestandina kiryarên koçbarkirina neçarî dike, ku hêjî rêjîm li ser berdewam e, tevî hebûna agirbestê jî, , û bi rêka wê û dibin gefên bombebarankirinê û qirkirinê de hewla koçbarkirina xelkê Ewle'r li...

Em Piştgiriya Bizavên Dibin Ji Bo Sivikirina Barê Xemên Milet Û Agirbestê Û Rawestandina Wêrankariyê Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, di derbarê tevgerên dibin ji bona agirbestekê li Sûriyê, piştgiriya xwe ji bo her bizaveke navdewletî ya rasteqîn ji bona sivikirina barê derdeseriya milet û rawestandina bombebarankirin û wêrankarî û kuştina dibe ji aliyên firokên Rûsiya û Rêjêmê û milisên Îranê yên terorîst, û herwiha ji bona derbaskirina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî tekez dike, û vê yekê bi pêgavek durist dibîne, û wê reftarê bi erênî ligel bike, ji ber ku ew bi biryarên encûmena asayîşê re digunce, û yek ji wan biryara (2254) ya ku tekest dike li ser rawestandina bi awayekî bilez ji armanckirina sivîlan û dezgehên xizmetgozarî û yên nojdariyê re. Hevbendî tekez dike ku derbaskirina alîkariyên xorakî û yên pizîşkî bo bajar û taxên dorpêçkirî yên mîna Helebê û taxa Elwe'r li Himusê û Me'demiyê û Medaya û Xûta rojhilat bê astengî û bê destwerdana rêjîmê û milîsên terorîst, dibe destpêk ji bona rakirina dorpêçê bi yekcarî, ji ber ku dorpêçkirin dikeve di nav tawanên şer de yên berovajî yasa mirovî ya navdewletî , û herwiha berovajî peymannameya navdewketî ya mafên mirov e. Herwiha biryara agirbestê li ser rêjîmê û hevalbendên wê  ferz dike ku bilez...

Page 96 of 137 1 95 96 97 137

Nûçeyên Dawî