Daxwiyanî

Rûsya Kuştarekê Li Bazara Şînkayî Li Idlibê Pêk Tîne Piştî Çend Demjımêran Ji Imzekirina Peymana Cinêvê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştımanî kuştara kirêt ya ko îro Firokên dagîrkerên Rûsî bi amanckırın bazareke şînkayî pêk anîn,  bi delîvedîtina qelebalixa xelkê li wê bazarê ji bo cejna Qurbanê, pirotesto kir. Ne gereke ko mirov li peymanekê bipirse an lihevkirineke hevbeş ko aliyin tê de beşdar tawankariyan dikin, bi taybetî ko kuştara îro ya ko 85 kes şehîd û birîndar bûne piştî çend demjimêran ji peymana Cinêvê çê bû, û ev kirde nêta Rêjîm û hevalbendên wê dide xuyakirin. Pêkanîna evê kuştarê nêtek li pey heye ku ev Tawankar dixwazin Miletê Sûrî û Alayên Opozisyonê û serkirdayetiya Artêşa Sûrî ya azad peymaê red bikin,û dawî berpirsiyariyê bidin ser hustê wan. Nabe ko Netewên Yekbûyî û Civaka Navdewletî li evê kuştarê bi sarî mîna kuştarên Rûsya û Rêjîmê yên berê binerin, û bi taybetî Rosan soz daye ko ew dê kuştaran rawestîne û bi peymanê pabend bin. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko siyaseta kuştin, tawankariya Rûs û Esed di fişara li ser milet de biser nakeve, belê dê ew bibe sedemeke nû ji berdewamiyê û yekrêzî û sûrbûnê re, heta amanc misoger bibin, û miletê Sûrî dê rêka xwe ji bo azadî, rûmet û dadiyê berdewam bike, eger civaka navdewletî berpirsiyariyên...

Nekêmtir Ji 100 Kesî Li Helebê Bi Gaza Kilorê Bînçikandî Bûne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Li êvariya îro, hilîkopterên rêjîma Esed çend bermîlên teqîner yên "gaza kilora jehrîn" avêtin li ser taxa Elsikirî li başûrê Helebê, û têde bi dehan kes tûşî bînçikandinê bûn û piraniya wan zarok in. Ev tawan berovajî herdu biryarên 2118 û 2209 yên encûmena ewlekariyê ne, û diyar e ku rêjîma Esed guh nade van biryaran, û ne jî raporta dawiyê ya NY ya ku têde avêtina bombeyên gaza kilorê li ser du navçeyan ji hilîkopterên rêjîma Esed hatiye dîkomentkirin. Bêkarîna diyarnrkirina civaka navdewletî ji karvedanekê re li hember tawanên rêjîmê, û herwiha têkşikestina Encûmena Ewlekariyê di bergiriya di ber biryarên xwe de, nemaze raporta navnetewî ya navhatî, ku ev yek roniya kesk dide rêjîmê ku bi hemû alav û şêwazên berdest xwînrijandina xelkê Sûriyê bike. Rêjîm û hevalbendên xwe wê berdewam bin di binpêkirinên xwe de, heger helwestek cidî ligel karvedanek cidî neyê standin ji aliyê civaka navdewletî li hember bikaranîna çekên kêmyayî, û herwiha li hember sercem tawanên din yên li dijî sivîlan bi çekên corbicor dibin, li pêş gihiştina tevaya fayîlên binpêkirinan bo dadgeha tawanên navdewletî. Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî...

50 Koçber Li Gundewarê Hema Şehîd Ketin Ji Encamê Bombebarankirina Rêjîma Esed

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di dema hewl didan xwe ji bombebarankirina firokên rêjîma Esed li ser xaniyên wan li bajarokê Soran li gundewarê Hema rizgar bikin, firok carek din vegeriyan û koçber armanckirin li ser riya koçbarkirinê, ku ev tawan dide eşkerekirin ku kuştina sivîlan tê di serê armanc û pîlanên rêjîma Esed de. Raportên tên didin xuyakirin ku hêjî hilmetên firyadhatin û hawarçûnê berdewam in, û dibe hejmara qurbaniyan zêde bibe, hevdem ku "Encûmena Hema ya Azad" bangewaziya hewarhatinê ragihand û daxwaza piştgiriya pêwîst ji bona vehewandina bi dehên hezaran ji koçberan kir, û herwiha dirustkirina odeya rewşa awarte ya hawarhatina koçberan ragihand. Dibe ev tawan û bi hezaran tawanên din di derheqê xelkê Sûriyê de nehatiban pêkanîn, heger ne ji ber kêmxemiya civaka navdewletî ba, ya bûye roniya keseka ku rê li pêş rêjîma Esed vedike da bi berferehî berdewam be di kiryarên kuştin û koçbarkirinê de. Hevbendiya Niştimanî vê tawanê şermezar dike, ya di çarçovê pirojeyekê sertaserî de tê, bi armanca valekirina hin navçeyên destnîşankirî ji nişteciyên wê bi rêka bombebarankirina hovane. Hevdem ku ji dewletên dost û bira helwest û rêşûnên piraktîk tên xwestin, ji bona rawestandina serjêkirina xwînawî ya li Sûriyê li ser destê rêjîma Esed dibe,...

Pêwîst e Neteweyên Yekbûyî Lêkolînê Di Hebûna Destên Berpirsên Wê Di Doseyên Gendeliyê De Ligel Rêjîma Esed Bike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Raportek di Rojnameya Garidiyan ya Birêtanî roja 29'ê tebaxa 2016 an de hatiye, têde sûcdariya karbidest û desteyên NY di doseyên gendeliyê û piştgiriya darayî ya çalakiyên gomanlêkirî bi dehên milyon dolaran, ligel berpirsên rêjîma Bişar Esed yên gunehbar bi encamdan tawanan û hatine sizadan bi sizayên navdewletî diyar dike. Ev raporta Rojnameya Garidiyan dibe serê çiyayê berfê an ku gelek peywendiyên gomanlêkirî yên mezintir ên berpirsên NY li Şamê hene, û tevlî ku Hevbendiyê di demeke pêştir de NY agahdar kiribû, û redkirina xwe dabû xuyakirin li hember hebûna nivîsîngeha NY ya serekî li Şamê, di heman dema berpirsyaretiya wê di ber çalakiyên lojîstîk û girêdana hevdîtinan de, tevî hevdîtinên wê digel berpirsên opozisyonê û kesayetiyên ji rêjîmê cudabûyî re, ku ev dihat bi wateya ku zanyariyên wan kesan û çavpêketinên wan ligel berpirsên NY cihê dûvçûn û çavdêriya rêjîmê bûn. Tevî ku Hevbendiyê bêhtir ji carekê daxwaza lêkolînê kirbû li ser gihandina alîkariyên NY bo serbazgehên rêjîmê û milisên wê, ku ev yek bi zanyarî û wêneyan hatibûn dîkomentkirin, wek tişta hatî eşkerekirin li serbazgeha Elmestoma li Idlibê. Ew daxwazên ji bo pêkanîna lêkolîneka cidî heta niha berpirsên NY ji xwe re nekirine xem, lewra pêwîst...

Rêjîm Û Rûsya Operasiyonên Xwe Li Dijî Taxa Elwe’r Li Humsê Û Taxên Helebê Bêtir Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Taxa Elwe’r ya dorpêçkirî li bajarê Humsê ji evê sibehê de rastî êrîş û bombebarana asmanî ko Firokên Rêjîmê herêmên niştecihan amanc dikin, di encamê de çend kuştî û birîndar li pey xwe hiştine, hem jî tiştê ji herêmê saxlem mabû ji mal û xaniyan ew jî wêran kirin. Hilîkopterên Rêjîmê konekî şînê li taxa Elme’adî li bajarê Helebê bi Bermîlên teqîner bombebaran kir, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ketin ji nav wan jî zarok û jin hene. Her wiha Firokên dagîrkerên Rûsî bajarê Eorm Elkubra li Gundewarê Helebê yê Rojava hejmarek şehîd ketin û hin sivîl birîndar bûn, hem jî êrîş û bombebarana asmanî li çend herêman li gundewarê Şamî, Hema û Jumsê pêk anîn.   Rêjîma Esed siyaseta xwe ya tawankarî ya ko kuştin, koçkirin û wêraniyê berdewam dike, hizir dike ko bi pêkanîna tawankariyan ew dê viyana şoreşê libal miletê Sûrî têk bibe, berevajî dibîne bê çi li bajarê Dareya kir û hêj xweragirtineke afsaneyî dike, ew nizane ko qehremaniya evî bajarî dê bibe sedema hevgirtina şoreşgeran û xweragiriya wan. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko ev êrîşên tawankar pirotesto kirî ne û ew dê têk biçin...

Raporteke Navdewletî Berpirsyaretiya Rêjîma Esed Der Barê Çekên Kêmyayî Tekez Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Îro raportek ji aliyê NY li ser bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê derket, û têde berpirsyaretiya rêjîma Esed di ber encamdana du êrîşên kêmyayî de li gundewarê Idlibê li bakurê Sûriyê tekez kir. Raporta NY bal kişand ku hilîkopterên rêjîmê bi binpêkirina herdu biryarên encûmena ewlekariyê ya 2118 û 2209 rabûn, bi avêtina bombeyên bi gaza kilorê ya jehrdar li ser herdu bajarokên Tilmins û Sermîn, hevdem bal kişand li ser ketina hejmarek mezin ji birîndaran di nav sivîlan de û bi kêmayî şehîdbûna 6 kesan. Tevî ku herdu rûdan di salên 2014 û 2015 rûdane, ku çend raport bikaranîna çekên kêmyayî li gelek navçeyên Sûriyê bi dirêjahiya 6 salan ji aliyê rêjîma Esed tekez dikin, di nav de gaza sarîn û ya kilorê û hin gazên jehrdar yên din, ku têde zêdetir ji 1500 şehîdî ketine, tevî birîndarbûna bi deh-hezaran. Hevbendiya Niştimanî daxwaza dadgehkirina berpirsên van tawanan dike, û tekeziyê dike li ser giringiya vekirina doseyên van komelkujiyên rêjîma Esed li dijî sivîlan bikaranîna çekên kêmyayî û yên qedexekirî pêkanîn, hevdem cext li ser giringiya raguhestina fayîlên bi temamî bo dadgeha navdewletî dike ji bona destnîşankirin û dadgehkirina aliyên biryarder û yê cêbicêkar ji bona rê bêne...

Artêşa Sûrî Ya Azad Cerablus Ji Tiroristiyê Rizgar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, rêzgirtin û silavên xwe ji qehremanên Artêşa azad re dişîne, li ser serkeftin û rizgarkirina wan ji bajarê Cerablusê re ji destê Rêkxistina DAIŞa tirorist di 12 demjimêran de, ko parastina xelkê kirin û hem herêm ji metirsiya mayînan pak kirin. Hevbendiyê tekez kir ko Şoreşa Sûriyê bi hêzên wê yên siyasî û leşkerî û şoreşgerî dê di liberxwedana li dijî tiroristiyê bi hemû cûreyê wê ve berdewam be, û doz li dewletên birader û dewletên heval û civaka navdewletî kir, da di piştgiriya pêdivî de bedewam bin, ji bo têkbirina rêkxistinên tiroristî û yên piştgir ji wan re û di serî de rêjîma Esed ya ko dagîrker anîn Sûriyê û welat wêran û bê serûber kir. Hevbendiyê daxwaz ji Alayên Artêşa Azad kir, da ji sivîlan re parastineke tekûz dabîn bikin û rê ji koçberan re amade bikin da vegerin. Hem daxwazê ji desthilata demkî dike ko bilez xizmetkariyan pêk bînin û dezgehên giştî ji hevwelatiyan re bikar bînin da jiyana xwe ji nû ve berdewam bikin.   Rêzgirtin ji qehremanên Artêşa Azad re û ji miletê me yê payedar re Dilovanî ji bo Pakrewanan. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên...

Rizgarkirina Cerablusê Ji Aliyê Artêşa Sûrî Ya Azad Ve Bi Piştgiriya Tirkiya Û Hevpeymaniyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, tekeziya piştgiriya xwe ji Artêşa Sûrî Ya Azad re dike, ya ku bi beşdariya hejmarek ji fesîleyên şervan li Helebê dest bi êrîşekê li ser bajarê Cerablisê kirin, ji bo rizgarkirina wê ji rêxistina DAIŞa terorîst, ji bo bidûrxistina metirsiya terorê û rêxistinên hevpeyman bi rêjîmê re ji wê herêmê. Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî dilxweş e ji piştgiriya ku Tirkiya û Hevpeymanî didin operasyona leşkerî ya li  Cerablusê, û tekez dike ku hebûna leşkerî ya Hevpeymaniyê demikî û destnîşankirî ye, ji bo piştgiriyê û alîkariya locistîk e, û şervanên Artêşa Azad ew in yên ku operesyonên şerên meydanî dikin. Silav ji qehremanên artêşa azad û gelê me yê payedar re Û dilovaniya xwedê ji pakrewanan re. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyî Nivîsgeha Ragihandinê 24 tebaxa 2016

Divê Encumena Ewlekariyê Rêjîma Beşar Derbarê Komkujiya Kîmawî Ya Ku Pê Mikur Nayê Siza Bike

Bi dirêjahiya sê salan, rêjîma xwînmij ya Beşar Esed  rijdbû li ser redkirina berpirsyaretiya xwe derbarê pêkanîna komkujiya kîmawî li Xûta Rojhilat di 21ê Tebaxa 2013an de, ku di encam de 1127sivîlên Sûrî şehîd ketibûn, sêyek ji wan jin û zarok bûn, û ew tewan xiste histê hêzên Dijberiya Sûriyê, lê lêpirsînên Neteweyên Yekbûyî, û rêkxistinên navdewletî hejmarek zêde ji nîşan û rûdanan eşkere dike, derbarê berpirsyaretiya rêjîmê ya yekser. Ji xeynî vê yekê, Doh, nûnerê rêjîmê di Neteweyên Yekbûyî de  tohmet xiste stûyê Ferensa de, wek hewildanekê ji bo tevlihevkirina kaxezan , û redkirina berpirsyaretiya rêjîma xwe, ya ku piştî tawanê dest ji embara xwe ya çekên kîmawî berda, di çarçoveya sizakirina navdewletî û gefa Amerîka bi bikaranîna hêzê. Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê gotgotên nûnerê rêjîmê Beşar Ce'ferî û derwên wî yên ne berpirsyar şermezar dike, ku sivkatiyê bi xwîna qurbaniyan dike, û Hevbendî daxwazê ji Encumena Ewlekariyê dike ku dubare careke din pirsa komkujiya kîmawî  veke, û wê pirsê bibe Dadgeha Tawankariya Navdewletî, da ku kesên kirde û berpirs destnîşan bike, û wan radestî dadgehê bike, û nehêle ku ew tawana xwe dubare bikin, herwiha hin raporên mafnasî ên serbixwe  destnîşan dikin ku rêjîma Esed...

Hevbendî: Sivîl Li Hesekê Dibin Qurbaniyên Bombebarankirina Hovane Û Şerên Rêjîmê Bi Hevalbendên Wê Re

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên rêjîmê êrîşan dibin ser sivîlên bajarê Hesekê li bakurê Sûriyê, û xelkê sivîl û zarok bi topxaneyan tên armanckirin, di şer û pevçûnên di navbera milisên Esed û milisên PYD'ê de, û heta niha gelek taxên Hesekê û nexweşxane û dezgehên xizmetkariyê hatine wêrankirin û bi hezaran xelk koçber dibin ber navçeyên din de. Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê kiryarên bombebarankirina sivîlan û bikaranîna wan wek girawan di şer û pevçûnên herdu aliyan de şermezar dike, ku heta demek nêzîk herdu alî di hevpeymaniyekê de bûn li dijî armancên şoreşê, û herwiha herdu alî hevpar bûn di pêkanîna tawanan de li dijî sivîlên Sûriyê, û bi kiryarên binçavkirin û girtin û eşkencedan û kuştin û koçbarkirina sivîl û çalakvanan radibin, ku li vê dawiyê çekdarên PYD'ê dest bi binçavkirin û girtina serkirde û çalakvanên ENKS'ê kiriye, û Îbrahîm Biro serokê ENKS'ê revand. Em daxwaza haydarbûnê ji hemû pêkhateyên Hesekê dikin, ku hişyar bin li hember pîlanên rêjîmê, û herwiha em daxwazan ji Civaka Navdewletî dikin ku bi erkê xwe ji bona rawestandina bombebarankirina sivîlan rabe. Rêjîm bi hevkariya xwe ligel rêxistinên terorîst û bikaranîna wan ji bona armanc û berjewendiya xwe tê naskirin, û herwiha rêjîm hewla jinavbirina...

Page 97 of 137 1 96 97 98 137

Nûçeyên Dawî