Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştımanî kuştara kirêt ya ko îro Firokên dagîrkerên Rûsî bi amanckırın bazareke şînkayî pêk anîn, bi delîvedîtina qelebalixa xelkê li wê bazarê ji bo cejna Qurbanê, pirotesto kir.
Ne gereke ko mirov li peymanekê bipirse an lihevkirineke hevbeş ko aliyin tê de beşdar tawankariyan dikin, bi taybetî ko kuştara îro ya ko 85 kes şehîd û birîndar bûne piştî çend demjimêran ji peymana Cinêvê çê bû, û ev kirde nêta Rêjîm û hevalbendên wê dide xuyakirin.
Pêkanîna evê kuştarê nêtek li pey heye ku ev Tawankar dixwazin Miletê Sûrî û Alayên Opozisyonê û serkirdayetiya Artêşa Sûrî ya azad peymaê red bikin,û dawî berpirsiyariyê bidin ser hustê wan.
Nabe ko Netewên Yekbûyî û Civaka Navdewletî li evê kuştarê bi sarî mîna kuştarên Rûsya û Rêjîmê yên berê binerin, û bi taybetî Rosan soz daye ko ew dê kuştaran rawestîne û bi peymanê pabend bin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko siyaseta kuştin, tawankariya Rûs û Esed di fişara li ser milet de biser nakeve, belê dê ew bibe sedemeke nû ji berdewamiyê û yekrêzî û sûrbûnê re, heta amanc misoger bibin, û miletê Sûrî dê rêka xwe ji bo azadî, rûmet û dadiyê berdewam bike, eger civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe hilgirtin an jî ko di bêçaretiya xwe de berdewam be.
Hevbendî li pêşberî miletê Sûrî sozê dide, ku wê li gora peyman û sozên navdewletî yên ko red dikin ku tawankar ji sizayê xilas bibin, ew dê çi lihevkirinên ko mafê Gelê Sûrî di peyketina tawankaran de binpê dike nepejirîne, eger ji hêla Rêjîmê ve an hevalbendên wê yên tirorist an hêzên dagîrkerên Rûs û Îranî be.
Serfirzî bo Şehîdan
Çareserî bo Birîndaran
Aazadî ji bo Girtiyan
Bijî Sûriyê û bijî miletê wê azad .
Hevbendiya Niştımanî ya Hêzên şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
10.09.2016