Daxwiyanî

Salvegera Sêyem Ya Kuştara Kîmawî, Gelo Wê Civaka Navdewletî Wefadar Be Bi Mafê Qurbaniyan Re Û Tawankaran Siza Bike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Salvegera sêyem e ya kuştara Kîmawî ko hêzên rêjîma Esed roja 21.08.2013 di derheqê xelkên Xûta Rojhilat de pêk anî, û hêj tawankariyên cengê demjimêr bi demjimêrê li hemû Sûriyê bi heman kirêtiyê pêk tên, bê ko civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe hilgire. Nesizakirina berpirsiyarên kuştara kîmawî û berdewamiya di kuştina miletê Sûrî de bi hemû cûreyên çekan, di rûyê civaka navdewletî de şermezariyeke. Her wiha sersarî di misogerkirina dadiyê de destjêberdana mirovantiyê ye, û hem dergeheke ji bo cîhanekê ye ko tawankariyên cengê bi çekên qedexe tê de pêk bên, bê ko tawankar ji sizakirinê bitirse. Ew jî pir gefdanek li ewlekarî û aştiya navdewletî ye. Di vê mijarê de gerek bê ziman ko hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ko bi çekên kîmawî ve têkildar in ji nav wan jî gaza sarîn û gaza kilor yên jehrîn û her wiha birayarên girêdayî bi damezirandina alavine hevbeş ji bo berpirsiyarên ko van çekan bikar tînin destnîşan bikin, her wiha rawestandina amanckirina sivîlan û rakirina dorpêçê ji ser bajaran û derbaskirina alîkariyan, ev biryar hemû hêj derveyî çarçoveya cîbicîkirinê ne. Pêkanîna kuştara kîmawî bi kirêtiya xwe ve û yên berî wê jî û yên li pey hatine li ser destê...

Hevbendî Teqîna Terorîst Ya Li Xazî Entabê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, teqîna terorîstî ya duhî roja şembiyê li bajarê Xazî Entabê rûda şermezar dike, ya ku têde hejmarek ji sivîlan şehîd û birîndar ketin. Di dema ku Hevbendî sersaxiya malbatên qurbaniyan dike, hevdem ligel hikûmet û gelê Tirkiyê li hember hilmeta terorîstî ya li dijî wê tê disekine, herwiha xemxuriya gelê Sûriyê li ser parastin û seqamgeriya Tirkiyê tekez dike, û dest bi dest ji bona têkşikandin û jinavbirina terorê kar dike. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 21 tebax 2016  

Oparisyona Terorîstî Ya Bombebarankirina Rêjîmê Û Rûsiya Li Ser Gundewarê Himusê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên rêjîma Esed a tawankar û yên dagîrkariya Rûsiya bi hilmeteka terorîstî ya pêrewkirî radibin li ser gund û bajarokên gundewarê bakurê Himusê, ku têde 13 sivîl şehîd û 30 din birîndar ketin, piraniya wan ji bajarê Elxinto yê li gundewarê Himusê ne, herwiha bajar û bajarokên Elresten û Telbîsê û Tîr mi'la û Elze'iferanê rastî êrîşan hatin. Herwiha taxa Elwe'ir li Himusê hat bombebarankirin, û têde nexweşxaneya "Elbir" û hin avahiyên nişteciyan hatin bombebarankirin û gelek ziyan û wêrankarî li nexweşxaneyê li paş xwe hiştin, hevdem digel dorpêçkirina asê li ser taxê navhatî û digel belavkirina piropagendeyên xistina tirs û lerzê di nav xelkê wê taxa felaket bi ser de hatiye de. Di dema Hevbendiya Niştimanî van êrîşan şermezar dike, hevdem tekez dike ku ev êrîş û yên wek wan nikarin îradeya xelkê Sûriyê bişkînin, tevî hemû wêrankarî û mirinê; û Hevbendî hişyariyê dide li ser derencamên xirab yê berdewamiya bêdengiya li hember tawanên rêjîmê û Rûsiya yên li dijî sivîlan û daxwaza rawestandina van tawanan ji heryek ji Yekîtiya Ewropa û Amerîka û ji dostên gelê Sûriyê dike, û herwiha bidawîkirina kiryarên kuştin û wêrankirin û koçberkirinê, û hemû kiryarên ji bona beravêtîkirina derfetên çareseriya siyasî...

Berpirsyariya Helawîstina Gihandina Alîkariyan Di Hustê Rêjîmê Û Rûsiya Û Îranê De Ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Jêderekî berpirs wek bersivekê li ser ragihandina helawîstina gihandina alîkariyan ji aliyê Stîvan Dîmestora ve, ev daxuyanî da: Ragihandina şanderê navdewletî hat, piştî qedexekirina derbasbûna alîkariyên sînordarkirî bo piraniya navçeyên dorpêçkirî li gundewarê Şamê û Himus û Der'a bêhtir ji heyvekê, hevdem digel redkirina her yek ji rêjîmê û milisên Hizibulal û pasdarên Îranê û hêzên Rûsiya ji derbaskirina alîkariyên xwarinê û yên pizîşkî re. Em di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de, berpirsyaretiya berdewamiya dorpêçkirinê û qedexekirina derbasbûna alîkariyan têxin di stûyê rêjîma Bişar û hevalbendên wê de, ku ew yek dibe binpêkirinek ji biryarên encûmena asayîşê re, nemaze biryara 2254 ya daxwaza bilez a rakirina dorpêçkirinê û rawestandina bombebarankirina sivîlan dike. Ku xistina astengiyan li pêş derbaskirina alîkariyan, û dijberiya cêbicêkirina biryarên encûmena asayîşê, û hişyarîdana li ser zarê berêz Ban Kîmon hatbû derbarê ku rewşa Helebê bûye bobilatek mirovî ya bêhempa.  tevde li ser NY ferz dikin ku carek din û bi awayekî rijd û li ser astê encûmena asayîşa navdewletî vê mijarê dubare gengeşe bike, û aliyên astengiyan datînin li pêş warê mirovî destnîşan bike, û bizavên bilez û ligor yasa navdewletî ya mirovahî û yasa navdewletî ya mafên mirov bike, û rê li pêş...

Artêşa Azad Di Çarçovê Pilana Jinavbirina Terorê Bajarokê “Elra’î” Rizgar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, destxweşiyê li lehengên artêşa azad dike li ser rizgarkirina bajarokê "Elra'î' û xelkê wî ji zilma rêxistina "DAÎŞ" ya terorîst li gundewarê bakurê Helebê. Hevbendî pabendiya hêzên opozisyona Sûriyê bi rizgarkirina hemû navçeyan ji dest rêxistina terorîst û vegerandina wan navçeyan bo navçeyên rizgarkirî tekez dike, hevdem digel rûbirûbûna wê ji tawankariya rêjîma Esed û milîs û hevalbendên wê re. Ku rizgarkirina "Elra'î" rengvedaneke ji îradeya xelkê Sûriyê yê ji bona rizgarkirina welatê xwe ji terorê  ya hevpara sereke ya rêjîmê ye, û palpiştê wê yê ye bo belavkirina ajawegeriyê û wêrankirina Sûriyê û cudakirina xelkê wê, û bi saya xwedê di rojên pêş de wê gelek pêşketin çêbibin. Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji Birîndaran re,  Azadî ji girtiyan re,  Bijî Sûriya û xelkê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê  Nivîsîngeha Ragihandinê 17 tebax 2016

Derbarê Hevdîtineke Rûsî Li Dewhayê ya ku di Ragihandinê de hatiye behskirin

Jêderek berpirsyar wiha got: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, tekez dike ku tu peywendiyên wê bi tu civînên navbera aliyê Rûsî û şanda rikber li Dewha paytexta Qeterê yên ku behsa wan di ragihandinê de hatine kirin  tune ne, û berî niha tu peywendî û hazirî ji vê yekê re ne hatiye kirin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 15ê tebaxa 2016an

Teqîna Atma Karekî Terorîstî Û Kirêt e

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di dema ku artêşa azad û hêzên berxwedana Sûriyê, şerên giran dikin ji bo têkşikandina çeteyên Esed û Hizibulah û pasdar û milisên Îranê, hevdem terorîst tawanek hovane li ser derwazê Atmê yê taybet ji bona derbaskirina kelupelên xwarinê û alîkariyan ji Tirkiyê bo hindurê Sûriyê pêk tînin. Ku terorîstan kombûnek sivîlan ji karker û karmendên bergiriya sivîl û xizmetgozariyên hawarhatinê li dergehê navhatî armanc kirin, û ev kiryar têkiliyên van tawankaran bi rêjîmê û hevalbendên wê re dupat dike, ku hemû bi rê û şêwazên cuda cuda kuştina xelkê Sûriyê dikin. Lê dibêjin ku ev teqîn wê viyana me li hember dijatiya hemû şêwazên terorê bihêztir bike, ji bona qutkirina reh û demarên wê û di serî de têkşikandina terora Esed û DAÎŞ û milisên biyanî û bi hemû hêza xwe emê hewla girtin û dadgehkirina tawankaran bidin. Rehma xwedê li şehîdan be, saxî ji birîndarên Atam re, em sersaxiya malbatên şehîdan û hevalên wan yên riya romet û azadiyê dikin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 15 tebax 2016

Hevbendî Revandina Serokê Encumena Niştimanî Ya Kurd Şermezar Dike

Dxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, revandina mamoste Birahîm Biro Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd dema li Qamişlo bû, ji aliyê milîtanên PYD ve, û birina wî bi kotekî û zora çekan ber bi cihekî nediyar de pirotesto dike. Hevbendî berpirsiyariya bûyera revandina birêz Biro û saxiya wî dide ser milê miletanên PYD û doza berdana wî ya bilez dike. Ev kirde tekez dikin ko ev milîtan mafê mirovan binpê dikin, û nerînên cuda gem dikin, û desthilata xwe bi kotekî ferz dikin, û kiryarên wan wek yên rêjîmê ne di tewankarî û binpêkirinan de. Hevbendî dozê ji aliyên ko piştgiriya van milîtanan dike ko li helwesta xwe vegerin û nehêlin ev milîtan di derheqê hevrikên siyasî û çalakvanan li herêma ko desthilata xwe feriz dikin tawankariyên xwe berdewam bikin. Dilovanî bo Pakrewanan, Çareserî bo Birîndaran, Azadî bo Girtiyan, Bijî Sûriya û bijî miletê wê azad û serbilind. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 13.08.2016

Hevbendî: Em Li Hêviya Pêrabûnine Navdewletî Ne Ji Bo Bombebarana Li Ser Heleb, Idlib Û Dareya Rawestînin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi şêweyekî hovane Firokên dijminkarên Rûsî û peyayên Esed bajarê Helebê, Idlib û Dareya bi taybetî bi Mûşekên valahî û Bombeyên Goşî û yên Napalm û Beramîlên Teqîner berdewam  bombebaran dikin. Di encamê de 400 sivîl di hefteyekê de şehîd ketin. Bombebarana pir û li pey hev piraniya nexweşxaneyên giştî û yên meydanî wêran kirin û ji xizmetê der kirin, her wiha amanckirina bargehên berevaniya sivîl û tîpên rizgarkirinê hişt ko hejmara qurbaniyan bêtir bibe çimkî alav têk çûn û karmend û endamên Kumên Spî, yên ko bi mêraniya xwe naskirî ne derb li wan ketine, di vê rewşa zêdebûna derdê miletê Sûrî. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi nûnerîtiya serokê wê û desteya siyasî û nivîsgeha yasayî, bang ji aliyên navdewletî re şand û di pêşiya wan de Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî, û wezîrên derve yên Emerîka, Birîtaniya, Ferensa, Elmanya û Grûpa Piştgiriya Navdewletî. li ser berdewamiya Rûsiya û Iran û Rêjîma Esed di pêkanîna tawankariyan û tawankariyên li dijî mirovantiyê li hemû parêzgehên Sûriyê û bi taybetî li Heleb, Idlib û Dareya li Gundewarê Şamê, ko firokên dijminan yên corbicor 120 êrîş rojane dane, û li cihên din bikaranîna gazên jehirkirî di operasiyonên...

Hevbendiya Niştimanî Ya Sûriyê Şewitandina Belgeyên Xwedîtiya Xanûbereyan Li Minbicê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, şewtandina avahiya dadgeha Minbicê ya li gundewarê Helebê şermezar dike, ku bûye egerê şewtandina belgename û zabendên milkdariya xanûbereyan li bajarê Minbicê, piştî kontrolkirina wê ji aliyê milisên "PYD"ê ve. Hevbendî şewtandina belgenameyên milkdariyê bi karekî metirsîdar dide zanîn, ku ev yek hevdem tê digel hewlên koçberkirina xelkê ji gund û bajarên wan, û rêgirtin li pêş vegera wan di bin hin behaneyan de, û ev yek tekez dike ku tawan û kiryarên milisên PYD dibin dirêjîpêdanek ji tawanên rêxistina terorîst ya DAÎŞ'ê re, bi armanca têkbirina yekîtiya Sûriyê û pêkvejiyana xelkê wê ye, û herwiha ji bona serkutkirina xelkê û sepandina desthilata darê zorê û belavkirina ajawegeriyê û teror û cudakariyê. Hevbendî NY han dide ji bona bizavan bike ji bona sizakirina encamderên tawanên şer û tawanên dijemirov yên li ser destê rêjîma Esed û milisên hevkarê wê dibin, herwiha ji bona peydanekirina perdeyek siyasî yan yasayî jê re. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 14 tebax 2016  

Page 98 of 137 1 97 98 99 137

Nûçeyên Dawî