Şehîdbûna Xwebexşekî Bergiriya Sivîl Û Birîndarbûna Hinên Din
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi xem û kovan, nûçeya şehîdbûna qehreman "Xalid Omer Hirih", xwebexşkar di tîma Bergiriya Sivîl ya Helebê de û birîndarbûna hin hevkarên wî di tîma Bergiriya Bajêrvaniya Idlibê de bihîst; ji encamê êrîşeke esmanî li ser wan di dema bi erkê xwe yê mirovî di hawarçûna nexweş û birîndaran ve radibûn. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, û binavê gelê Sûriyê, sersaxiya malbat û heval û hevkarên wî dike, û hêviya saxiyê ji nexweş û birîndaran re dike, da bilez vegerin li ser karê xwe yê xwebexş ji bona hawarhatina sivîlan û piştgiriya bizav û xebata şoreşgerên rêka azadî û serxwebûnê. Em û hûn li ser soza xwe ne, bawerin ku zehmetî û xebata qehremanên li ser hemû eniyan, ew e rê ji bona bidestxistina armanc û daxwazên xelkê Sûriyê. Bilindahî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 12 tebax 2016