Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî, baweriya xwe carek din bi qehremanên artêşa azad dubare dike û destxweşiyê li xweragirî û berxwedan û serkeftinên wan dike, û herwiha tekeziyê li ser pêwîstiya rizgarkirina xaka Sûriyê bi tevayî dike.
Û carek din qehremanên Sûriyê, bi saya yekgirtin û hevgirtina xwe û karên wan yên dest bi dest, karîn biçespînin ku ew dikarin terora Esed û dagîrkariya Rûsiya û Îranê bişkînin, tevî nebûna hîç pêştgiriyeka rasteqîn.
Û civaka navdewletî wek tameşevan rawestiya der barê kuştin û koçbarkirina miletê Sûriyê, di bin barîna mûşekên Rûsiya yên wêranker û bermîlên Esed yên teqîner, ku hêjî Cîhan nikare bi parastina sivîlan li tevaya navçeyên Sûriyê û heta yên Helebê jî li vê dawiyê rabe, û herwiha bêçare ma li hember parastina sivîlan û rakirina dorpêça li ser wan.
Serkeftinên artêşa Sûriyê ya azad, hevdem tên tevî piştgiriya Rûsiya û Îranê ji rêjîma Esed ya tawankar re, û tevî nebûna hîç piştgiriyeka coreyî ji aliyê dostan ve.
Ev serkeftin tên da carek din diyar bike ku çarenivîsa hemû hewlên şikandina îradeya gelê Sûriyê her şikestin e, herwiha ku çarenivîsa xelkê Sûriyê ne li Rûsiya û Îranê tê biryardan, lê ew bitenê li Sûriyê ye, li ser xaka wê û di destê xelkê wê de ye.
Pêwîst e Civaka Navdewletî, bi erkên xwe yên taybet bi parastina sivîlan rabe, ligor yasa navdewletî, ji bona rê bigire li tawankariyên şer yên berdewam dijî sivîlan bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê dibin.
Lewra, Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser wê yekê dike ku pêwîst e bizavên siyasî bikevin di rajeya cêbicêkirina biryara 2254 an ya Encûmena Ewlekariyê de, ku têde herdu birgên 12 û 13 bên cêbicêkirin û rê bête xweşkirin ji bona veguhestina siyasî ligor daxuyaniya Jinêv 1, û dergeh bên vekirin li pêş dubare-avakirina Sûriyê û pêşvebirina Sûriyê ber bi dewleteka sivîl, û têde daxwazên tevaya xelkê wê bicih bibin.
Şikodarî ji Şehîdan re,
saxî ji birîndaran re,
azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
01 tebax 2016