Du kesên sivîl li bajarokê Erîşa yê bi ser parêzgeha Hesekê ve îro Duşemê 1tebaxê di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan û 7 kesên din jî birîndar ketin .
Ew teqîn di riya motorekî bombekirî re bû dema kafênêta bajarokê Erîşa armanc kir, li gor xelkên bajarok ji mere ragihandin.
Birîndarên Teqînê bi tevayî ji bo nexweşxaniya niştimanî ya bajarê Hesekê hatin veguhestin û li gor peyamnêrê me rewşa yekî ji wan di metirsiyê de ye.
Tê zanîn ku bajarokê Erîşa li başûrê rojavayê bajarê Hesekê dikeve.
Jêder: Hevbendî